Komkujiya artêşa Tirk a li Zaxoyê

Di dîroka hemû gelan de, siyasetek serbixwe ku xwe dispêre hêz û hebûna xwe teqez serketî ye. Ev bi hebûna yekîtiya netewî û zanebûna welatparêzî ve têkildar e.

Di 20’ê Tîrmehê de dewleta Tirk a faşîst û dagirker li Zaxo komkujiyek kir û di encamê de tevlî pitikek yek salî 9 kes hatin şehîd xistin û 23 kes bi giranî birîndar bûn. Gava mirov li wan dîmenan temaşe dikir qîrîna wan dayikan, tirsa wan zarokan dilê mirov perçe perçe dikir. Jiyana pitikek yek salî û 9 mirovan tune kirin. 23 kes perçekirin tiştekî ne ji rêzê ye. Ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk a dagirker û qirker li Başûrê Kurdistanê bi balafirên şer komkujiya pêk tîne. Berê jî komkujiyên wiha her pêkaniye. Tişta zora mirov diçe û mirov diêşîne mirina gelên vê heremê erzan kirine. Ji ber li ser jiyana gelê xizan bazirganiyên qirêj ku wîjdan û ehlaqê mirov qebûl nake dikin. Ew bedenên ciwan mil û lingê wan qut bûne, êdî wê weke her kesî baznedin û jiyana xwe nedomînin. Roniya jiyanê li wan tarî kirin, mirov xemgîn dike. Ev ne qedera gelê Rojhilata Navîn e ku di bin êrîşên dewleta Tirk de gazî bijîn. Eger gelê me yên heremê bi nerazîbûna xwe dakevin qadan û hebûna dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê asteng bikin, herî hindik wê pêşiya komkujiyê nû bigrin.   

Bêgûman ev komkujî di encama tekiliyê rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê ya bi dewleta Tirk re pêk hat. Bi taybetî ev du sal in roja ku di bin navê şerê bi gerîla re Başûrê Kurdistanê neyê bombebarankirin nîne. Gerîla jî zarokên vî gelî ne, ji bo hebûn û azadiya gelê xwe derketine çiya, tî û birçî bi berxwedanek bêhempa li dijî zilm û zordariya dewleta Tirk şer dikin. Lê ev êrîş her ji aliyê Rêveberiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniya 'PKK' e sedemê vê êrîşê ye' rewa hatiye kirin. Yanî sedema êrîşa hebûna PKK'ê dida nîşandan. Ev tiştekî ne bi dizî ye, pir vekirî ye, her hefte nebe jî li ser hev an Mesûd Barzanî, an Nêçirvan Barzanî û an jî Mensûr Barzanî bi îstîxbaratê, wezîrê parastinê Hûlûsî Akar, Serokkomar Erdogan û her wiha bi rayedarê Tirk re hevdîtin li ser hevdîtina pêk tînin. Di dema kêliyên hevdîtinan de bi taxim û qerewatê balkêş, bi kenê sexte vedibişirin û poz didan kamera Başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyewî dihat bomberankirin. Gava min ev hevok nivîsand gotinek pêşiya hate bîra min dibêjin; "Em şîvin hûn jî paşîv in", divê wateyê de gerîla îro şîv e peşmerge jî paşîve. Me ev di serîrakirina Şêx Seîd û Seyîd Riza de dît. Eger tevahî nakokiyê herêmî, olî û bawerî nexistana pêşiya rizgariya netewî yek bi yek di komkujiya re derbas nedibûn û nedihatin darvekirin. Îro jî heman siyasetê li ser gelê Kurd didin meşandin. Dîroka komkujiyê di encama siyaseta Malbata Barzanî de dubare dibe. Lewma pêwîst e ku dev ji dewleta Tirk berde, siyaseta xwe bispêre gelê xwe û bi gelê xwe re bi awayek hevbeş li dijî dijminê Kurd tevbigere.

Em pirs dikin; ev komkujî li Zaxoyê pêk hat, Zaxo di bin venêrîna rêveberiya herêmê de ye. Ev komkujî ji aliyê yekîtiya Ereban, Kurdan û cîhanê hate şermezarkirin, lê wekî heman demê rêveberiya herêma Başûrê Kurdistanê ji bo mafdar derxe li qilifê bêbextiyê digere ku dîsa vê komkujiyê têxe stûyê PKK'ê. Lê wekî her demê nekarî bû qilifê bêbextiyê li hev bîne. Ji ber qral tazî ye. Wekî ev komkujî ne di bin serweriya wan de bûye tenê wekî her dewletê bi daxuyaniya şermezar dikin. Tenê mirov dibêje şerm e, şerm. Ji berdêla vê komkujiyê têxe ber lêpirsînê û hesab bixwaze, teşhîr bike, helwest nîşan bide, dikeve nava hewldanê ku bi qilifê bêbextiyê rewa bike. Em dîsa dibêjin; 'şerm e', Ji ber ev komkujî ne ya yekê ye, û ne jî ya dawî ye. Heta hebûna artêşa dewleta Tirk a dagirker û qirker li ser xaka Başûrê Kurdistanê hebe wê ev komkujî jî bi bûyerê nû biqewimin. Ji ber êrîşên dewleta Tirk ya dagirker û qirker êrîşek li ser Kurd û Kurdistanê ye. Eger bi salan li beramberî êrîş û komkujiyê dewleta Tirk a dagiker û qirker ku li Başûrê Kurdistanê çêdibûn, helwestek netewî bihata dayîn wê îro ev komkujî pêk nehata û wê niha ew 9 kes ne di bin erdê de wê li ser erdê jiyana xwe bidomandana.

Wê wextê em ê çawa pêşiya êrîşên artêşa dewleta Tirk bigrin? Di dîroka hemû gelan de, siyasetek serbixwe ku xwe dispêre hêz û hebûna xwe teqez serketî ye. Ev bi hebûna yekîtiya netewî û zanebûna welatparêzî ve têkildar re. Yekîtiya netewî û zanebûna welatparêzî jî  siyasî û polîtîk e, qeweta gel e, vîna gel e. Parastina gel e û nasnameya gel e. Lê mixabin berovajiyê wê, ziraêr dide û zemînekî ji êrîşa re vekirî ye. Di vê wateyê de êrîşên ku îro li ser Başûrê Kurdistanê çêdibin, hebûna artêşa Tirk a li Başûrê Kurdistanê ye. Ji ber cesaretê ji rêveberiya heremê digre. Ev jî bingeha xwe ji bêdengî û erêkirinê distîne. Lewma dewleta Tirk a dagirker û qirker û rêveberiya herêma Başûrê Kurdistanê, malbata Barzaniyan jî berpirsyar in.