PDK ne alîkar e, şirîkê dagirkeriyê ye

Roj ne roja gotinan e. Roj roja vî tiştî ye ku divê mirov piştgiriyê bide gerîlayên qehreman û têbikoşe. Kesên îro vê gavê neavêjin wê wateya ku şirîkên îxanetê ne.

Rejîma AKP û MHP’ê ya faşîst li hemberî berxwedana gerîlayan a di sala 2021’an de kete asta hilweşandinê. Vê artêşa barbar a ku NATO piştgiriyê dide wê û êrişî gelê Kurd dike, ji aliyê gerîlayên fedaî yên Apoyî hatin sekinandin. Di vê pêvajoyê de îxaneta  PDK’ê derket holê û ji bo ku pêşiya têkoşîna gerîlayan bigirin, hinek aliyan çi ji destê wan hat kirin. Lê hate dîtin ku li qada şer hemû destên qirêj ên li dijî gerîlayan nekarî gerîla têk bibe.

Bi teknîka herî pêşketî ya dewleta Tirk , bi saya alîkariya siyasî, leşkerî û ekonomîk a NATO’yê û herî girîng jî bi saya şirîkatiya PDK’ê di 14’ê Nîsanê de ji hewayî û bejahî bomberdûman hate kirin û di 17’ê Nîsanê de êvarî li hemberî Zap û Avaşînê tevgereke dagirker a berfireh hate destpêkirin. Naverok û çarçoveya vê tevgerê ji ya salên berê cihêtir e.

Heke em bala xwe bidin van cihêtiyan;

Yek jê pozîsyona PDK’ê ye ya ku ji bo têkbirina şoreşa Kurdistanê û di her firsendê de derbê li Tevgera Azadiyê ya Kurdan bixîne. Di salên berê de bi awayekî veşartî derbarê tevgera gerîlayan îstîxbarat dida hêzên dagirker, xetên rê vedikir û şirîkatiya dijminên gelê Kurd dikir. Di salên 2020 û 2021’an de vê helwesta xwe zêdetir kir, li hinek herêman li hemberî gerîlayan provokasyon çêkirin, xwestin gerîla wekî berpirsê vî tiştî bibînin û gel li hemberî gerîlayan sor bikin. Li Amêdiyê, Bêxme û Xelîfanê û li hinek herêmên din li pêşiya gerîlayan kemîn danîn, bûn sedema şehadet û birîndarbûna gerîlayan. Lê di her carê de Tevgera Azadiyê ya Kurdan ji bo ku di navbera Kurdan de şerek çênebe û xwîna gelê Kurd bi destê wê neyê rijandin, di asta herî bilind de banga bihistariyê kir û bê nêzikaitiya xwe domand.

Di sala 2021’an de dema ku rejîma AKP û MHP’ê ya faşîst dest bi operasyona dagirkeriyê kir, PDK’ê ji aliyekî ve li qada Metînayê li hemberî gerîlayan provokasyon çêkir, derew belav dikirin ku gerîla êrişî wan dike û ji aliyê din ve jî hewl da gel li hemberî gerîla sor bike û pê re jî ji paş ve dora qadên gerîlayan girt.  Li Metînayê li Girê Hakkarî û Girê Çarçelê dora gerîlayan girt û dest bi çêkirina rêyên leşkerî kir. Ji bo leşkerên dagirker erdên bi mayîn paqij kirin. Xwîna dagirkeran ji ya xwe bi qîmettîr dîtin. Ketin nav rewşa ku êdî mirov nikare jê bawer bike. Ji ber vê bûn sedem aku gerîla taktîka xwe biguherîne û pê re jî gerîla şehîd bibin.

A rast ji bo rola PDK’ê ya di dagirkeriya 17’ê Nîsanê de ji serê salê ve amadekarî dihat kirin. Qada Metînayê di serî de li ser xetên Heftanîn û Şêladizê hêzeke zêde ya leşkerî hate komkirin. Ji bo ku xwe di nav van hêzên leşkerî de veşêre, îddîa kir ku ev yekîneyên parastina sînoran a artêşa Iraqê ne. Lê bi awayekî eşkere tê zanîn ku ev hêzên taybet ên girêdayî malbata Barzanî ne. Rêveberiya PDK’ê ya ku li hemberî êrişên DAÎŞ’ê qiruşek pere jî neda, ji bo dorpêçkirina qadên gerîlayan hemû derfetên xwe seferber kirin. Li herêma Metînayê qaleqolên wekî yên Tirkiyeyê ava kirin. Lê li herêmên ku êrişên DAÎŞ’ê hene, pêşmerge di konteynirên basît û ne ewle de bûn.

Hêza xwe ya leşkerî li van deran zêde kirin û ligel ku hêzên gerîla gelekî hişyarî kirin ku hêzên PDK’ê ji bo dorpêçkirina qadên gerîlayan, avakirina bendên kontrolê û xebatên îstîxbaratê yên li herêmê, bênavber xebitî. Malbata Barzanî di vê pêvajoyê de kîngê bi şefê faşîst Erdogan  re rûnişt, li ser gelê Kurd û parêzvanên wê yên qehreman bombe hatin barandin. Wisa xuya dike gelê Kurd dijminekî wisa nedîtiye. Bere jî Mesûd Barzanî ji Serokwezîrê Dewleta Tirk gotibû ‘PKK beriya we dijminê min e, meraqan nekin’. Ev gotin diyar dike ku PDK ji bo astengkirina azadiya gelê Kurd bi pêş ve çûye. Dema ku ev tişt dikir jî hemû nirxên pîroz ên gelê Kurd jî bin pê dikir.

Herî dawîn îfşa bû ku wê PDK û TC di 15’ê Nîsanê de êrişî gerîlayan bike. Dema ku gel nerazîbûn nîşan da, bi awayekî ne dilsoz gotin ‘Bala xwe bidinê wê di 15’ê Nîsanê de tiştek nebe, ev îddîa derew in’. Lê li qadê gelek nîşan hebû ku ev rewş piştrast dikir. Jixwe beriya ku tevgera dagirker dest pê bike jî wê daxuyaniya xwe ya ne dilsoz vekişandin. Di wê kêlîkê de Mesrûr Barzanî yê ku yek ji rêveberê asta bilind a PDK’ê ye çû Tirkiyeyê û bi Erdogan re rûnişt. Di çapemeniyê de derket holê ku her du aliyan li ser bingeha qirkirina Kurdan li ser tasfiyeya gerîla li hev kirine. Jixwe piştre li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî êrişên berfireh ên hewayî dest pê kir.

Li gel artêşa Tirk a dagirker ku êvara 17’ê Nîsanê bi helîkopteran ji bejahî û hewayî dest bi danîna leşkeran li qadên gerîla kir, piştî 3 rojan êrîşên hewayî yên dijwar, eniya PDK’ê ji gelek herêmên Başûrê Kurdistanê hêz kom kir û dest bi veguhestina wan bo navçeyên Şêladizê û Dêralokê yên li jêrî devera Kurojahro ya Zapê kir. Yanî raste rast ket tevgerê.

Di vê operasyona berfireh de mijara duyemîn ev e; Artêşa Tirk a dagirker ne ji bakur, li herêmên baregehan ên Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê dest bi êrîşa qadên gerîla kir. Bi sewqiyata leşkerî ya dijwar a bi rojan ber bi herêmên di bin kontrola PDK'ê de dihatin kirin, xwestin leşkerên dagirker bi helîkopteran ji van baregehan li qadên gerîla bên daxistin. Helîkopterên ku her carê derbên giran dixwarin, beriya ku dakevin neçar man paşde vekişin. Dagirkerên ku nekarîn ji hewayê werin, vê carê ji aliyê PDK'ê bixwe ve, bi rêya bejahî dest bi sewqiyata herêma Kurojahro kirin. Liv ir leşkerên dewleta Tirk a dagirker bi cil û bergên hêzên PDK'ê û bi wesayîtên PDK'ê derbasî herêmê bûn. Dagirkerên ku ji vir weke peya hewl dan xwe bigihînin qada Kurojahro, her carê derbên giran ji gerîla girtin. Vê yekê rewşek nû derxist holê.

Ev pêla êrîşan ku di şeva 19’ê Nîsanê de destpê kiribû, hê jî didome. Helîkopterên ku şeva 21’ê Nîsanê ji baregeha Sîre ya Başûrê Kurdistanê rabûn, heta danê sibehê bi dehan caran xwestin dakevin. Lê her carê derbên giran digirtin. Mijareke din a girîng a ku bi vê pêla êrîşan derket holê jî ev e; Ji ber ku artêşa Tirk di encama derbeyên bi bandor ên gerîlayan de ji herêmê leşkeran nekarî kuştî û birîndar bigre, hêzên PDK’ê ku dijmin ji xwe bi qîmettir didîtin, bi peyatî hatin kuştî û birîndaran sewqî bargehên Tirkiyeyê yên li herêmê veguhestin. Ji ber ku gerilla jî weke PDK’ê, dema ku dijminê gelê Kurd e be jî, li ber xwe nade û guleyan bernade gelê xwe. Lê xuyaye ku PDK’ê di rijandina xwîna Kurdan de ji dewleta Tirk a dagirker hê bêtir bêsebir e. Ji ber ku ne ji bo hebûna vî gelî, ji bo fedakariya hêza xwe hewl dide. Dixwaze Kurdistan heta hetayê di bin desthilatdariya wî de bimîne. Di bin ronahiya van geşedanan de her tişt bi tevahî zelal û eşkere bû.

Piştî vê demê PDK'ê dev ji hevkariyê berda û weke hevkarê dewleta Tirk a faşîst bi awayekî vekirî dest bi êrîşa li ser gelê Kurd û parêzvanên wê, Gerîlayên Federe Apoîst kir. Heger em bipirsin gelo PDK a ku dîroka wê bi dijminatiya gelê xwe tije ye, me matmayî hişt, na, nekiriye. Di rastiyê de ev gel wê ti carî wan kesên ku her tim li dijî van nirxan şerkirine û xwe di bin nirxên gel de veşartine wên neyên jibîrkirin.

Dema pêşmergeyan ji bo azadiya Başûrê Kurdistanê li dijî rejîma BAAS’ê şer dikirin, malbata Barzanî roja wan xweş bû. Yên ku ji bo azadiya vî gelî yek birînek jî negirtine îro dixwazin bi destên malbatên xwe qedera vî gelî di bin lingên dagirkeran de biperçiqînin. Lê divê her kes bizane ku axa pîroz a Kurdistanê di bin lingên bi xwîn ên çend dagirkeran de nayê pelçiqandin. Dîsa divê her kes bizane ku xwîna gerîlayên ku ji bo azadiya vî gelî, ji bo hebûna vî gelî, ji tariyê derkevin û ber bi siberojeke geş de canê xwe feda dikin, ne erzan e ku bi destên qirêj ên PDK’ê û Malbata Barzanî bên rijandin. Ne roja axaftinê ye. Roj roja mil bi milê gerîlayên leheng li dijî dagirkerî û îxanetê têkoşîn e. Yên ku îro vê gavê navêjin bila bizanibin ku ew şirîkê vê îxanetê ne.