Kamber Ateş nasilsin (tu çawayî)?

Dilê wê diqirqilî, lê di navberê de têlên hesinî hebûn. Lê ji lawikê wê Kamber zêdetir dilê wê di nav qefesa hesinî de dihat guvaştin. Gelo Kurdbûn tiştekî ev qas bi êş bû?

Salên 1990’an me hê nû fikrên Rêber APO û Tevgera Azadiyê nas dikir. Salên serhildanan bû. Li her deverê Kurdistanê bi deh hezaran Kurd serî hildabûn. Bi dirûşmên Bijî Serok Apo, Bijî PKK, Bijî Kurdistan Kurd hêrs û kîna xwe ya hezarê salan qîr dikirin. Bi serbilindî, bi xwe bawerî, bi serbestî heyf û tola hezarê salan ji dagirker û qirkeran digirtin. 

Di nav me ciwanan de jî heyecaneke cuda hebû. Salên lêgerînê ya temenê me bû, xwîna me dikeliya . Weke ew tiştê em lê digeriyan ev bixwe bû. Serhildanên li herêmê çêdibûn kêfxweşiyeke ecêv di me de ava dikirin. Bi fikrên Rêber APO em ne tenê bi Kurdbûna xwe, lê bi mirovbûna xwe hesiyabûn, mîna ji xeweke giran şiyar bûbin... Ji ber ku dagirker ji me re digotin “yên bi dûvik”. Yanê di kategoriya mirov de em nedidîtin. Em ji hesteke te ew qas biçûk dibînin derbasî hesta  “ez mirov im, ez Kurd im, ez dikarim ji bo netewa xwe kar, xebat û şer bikim” dibûn. Tirs nemabû, bêhêvîtî veguherîbû hêviya serkeftinê. Em bûbûn welatparêz, niştimanperwer û me yê qedera xwe bi destê xwe diyar bikira. 

Bêguman di wan salan de asta xwendinê jî zêde bû. Her şoreşger, her welatparêz teqez dixwend. Bayê sosyalîzmê, hê li dinyayê xurt dihat. Wan salan jî weke îro zêde weşanên Tevgera Azadiyê bi dest nediketin. Kovar, rojname û pirtûkên li ser PKK’ê, li ser Kurd û Kurdistanê, pir bi dizî û dest bi dest dihatin belavkirin. Hele ku bi Kurdî bûna, weke bombeyeke pîma wê kişandî xeterî bû. Rojname û kovarên me yên bi Kurdî hê nû dest bi weşanê kiribûn. Pirtûkên weke Jin û Malbat, Ji pirsgirêka ol re nêzikahiya şoreşger,  Şeva Çaran (Dörtlerin Gecesi), klasîkên şoreşa Sovyetan û hwd. di nav me de pir dihatin xwendin. Me weke perwerde bi hev re dixwend, li ser nîqaş dikir. 

Wê çaxê me di pirtûkekê de bûyerek li zindana Amedê qewimîbû xwend. Dayîkek çûbû hevdîtina kurê xwe yê li zindanê girtî. Di zindanê û ya rastî li her derî jî bi Kurdî axaftin qedexe kiribûn. Dayîk bi Tirkî jî nizanibû. Di jiyana xwe ya heta wê demê de tu pêwîstiya xwe bi Tirkî jî nedîtibû. Tenê peyvek pê dabûn fêrkirin; Kamber Ateş nasilsin? Dema hevdîtin dest pê kiribû, gardiyanê zindanê li pişt wan sekinîbû da ku rê nede bi Kurdî biaxivin. Ê dayîk zarokê xwe bi zimanê xwe mezin kiribû. Bi Kurdî pê şabûbû, peyv bi peyv bi dilovanî ew fêrî zimanê xwe kiribû. De ka îcar wê çawa pêre deng bikira? Jixwe qehra girtîbûna Kamber ew biecandibû, kezeba dayîkê şewitîbû. Her car jî nikaribû bihata hevdîtina kurê xwe û dema hevdîtinê hatibû diyarkirin jî pir kurt bû. Dayîk heta dawiya hevdîtinê tenê karibû bibêje Kamber Ateş nasilsin? Hemû hestên xwe yên hezkirin, bêrî, hesret, êş û silavên ji xizm û nasan, tenê dikarî bi vê hevokê bîne ziman. Dilê wê diqirqilî, lê di navberê de têlên hesinî hebûn. Lê ji lawikê wê Kamber zêdetir dilê wê di nav qefesa hesinî de dihat guvaştin. Gelo Kurdbûn tiştekî ev qas bi êş bû? Mirîşkek jî dikaribû bi çûçikên xwe re bi zimanê xwe deng bike. Lê çima Kurd nikarin bi zimanê xwe bi hev re biaxivin û...  

Wê çaxê dema ku me vê bûyerê xwend û şûnde li hember dagirkeran kîn û hêrsa me bi hezarê caran zêdetir bû. Diviyabû hesabê vê qirkirinê bihata xwestin. Bi hezaran Kurdên ku vê zilmê dîtin, bihîstin, tevlî nav refên PKK’ê bûn. PKK tam jî rêxistinek bû ku hesabê vê qirkirinê dipirsî. Kurdî zêdetir şîrîn bû û weke tolgirtina vê hovîtiyê bi Kurdî axaftin bû helwesteke siyasî. Ew hişmendî di me de çêbû ku ev ziman û çand siyaseten tê tunekirin, wê demê axaftin, xwendin û nivîsandina Kurdî jî sekneke zanistî ye. Serok APO em kiribûn xwedî sekneke wiha. Hestên me yên kîn, hêrs, hezkirin, êş, dilşewatî, rebenî, xemgînî û hwd. veguherandibû coş, heyecan, xirûrî, serbilindî û baweriya bi serkeftina Kurdan.   

Heta niha jî her ku ev bûyer tê bîra min dilê min dişewite. Ji aliyek ve dilşewatî lê ji aliyek ve jî kêfxweşî.  Rêber APO bi avakirina sîstema demokratîk tola me Kurdan ji dagirkeran distîne. Beriya bi çil salan zimanekî qedexekirî û biçûk dihat dîtin! Îro bi vî zimanî bi milyonan Kurd perwerde dibînin. Heta ne tenê Kurdî, zimanê hemû netewên di nav sîstema Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de dijîn, bi serbestî tê bikaranîn û destek-kirin. 

Di şexsê Rêber APO de Komploya Navnetewî li ser gelê Kurd, ji xwe tam jî ji ber vê feraseta demokratîk hat lidarxistin. Rêber APO bi avakirina hişmendiyeke zanistî û demokratîk, hem rêya azadiyê û hem jî rêya avakirina sîstema aydî me da ber me. Rastiya Rêber APO bi honandina vê sîstemê komployê jî pûç kir.

Klana Rêber APO îro êdî ji her demê zêdetir berfireh û bi hêz e. Di salvegereke din a roja reş, 15’ê sibatê de em hemû dagirker û komplogeran şermezar dikin. Bila ruhê te şad be dayîka Kamber Ateş! Bi azadkirina fizîkî ya Rêber APO em ê tola te ji dagirkeran bistînin.