Ji bilî demokrasiyê êdî Kurd rêveberiyeke din qebûl nake

Eger rêveberiya PDK'ê ji bûyerên navborî PKK'ê berpirsyar dibîne, ya rast bi temamî ne neheq e. Eşkere dibe, çawa ku PDK û YNK rastiyeke Başûrê Kurdistanê ne, PKK jî rastiyeke Başûrê Kurdistanê ye.

Destpêkê ev pirs dikeve hişê mirovan; 'Ma sedema vê jî PKK ye?' Weke ku tê texmînkirin em qala berxwedana gel a li Başûrê Kurdistanê dikin ku bi rojane dewam dike. Gelê Başûrê Kurdistanê daketiye qadan û rêveberiya heyî şermezar dike. Daxwaza wan dayina mûçeyên wan e ku bi mehan e nayên dayin. Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê her çend hewl dide ku rêveberiya Bexdayê weke cihê çareseriyê nîşan bide jî gel jê bawer nake. Serokwezîrê Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî careke din işaret bi 'hêzên derve' kir, ku dema ev yek kir, mirovên ew bihîst li ber ketin û bi dilşewatî pê keniyan.

Rêveberiya bêçare serî li tundiya polîsan da ku ev yek rewşê bêhtir aloz dike. Ji xwe tê gotin ku di rojên destpêkê de jî nêzî deh mirov hatine kuştin û zêdeyî pêncî mirov jî birîndar bûne. Hejmara girtiyan jî kes nizane. Bêguman hîn ne diyar e ku rewş wê bigihêje ku derê, encam wê çi be.

Di demekê de ku rêveberiyên Bexda û Hewlêrê ji bo bidestxistina Şengalê li hev kirine, li ser vê bingehê nêzî deh hezar leşker veguhastine Şengalê, li Şengalê rageşî di asta herî bilind de ye, rêveberiya PDK'ê ji her tiştên li Başûrê Kurdistanê diqewime PKK'ê berpirsyar û sûcdar nîşan dide û li ser vê bingehê ji bo dorpêçkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê hêzên leşkerî yên taybet û çekên giran veguhestiye herêmê, ji ber rageşiya navbera PDK û PKK'ê raya giştî ya neteweyî ya Kurd li ser piyan e, bêguman rabûna gelê Başûrê Kurdistanê li ber Rêveberiya Hewlêrê bêhtir balê dikişîne.

Beriya niha di serî de li Bexdayê li bajarên Iraqê gel herikîbûn kolanan û li dijî Rêveberiya Kazimî çalakiyên xurt ên protestoyî li dar xistibû. Balkêşe ku destpêkê li Iraqê piştre jî li Başûrê Kurdistanê gel dadikeve qadan û daxwaza mafên xwe dike. Ev yek jî nîşan dide ku li Iraqê û Başûrê Kurdistanê krîzeke cidî rû dide.

Ji vê jî wêdetir ev bûyer hemû di demeke wiha de qewimîn ku desthilatdariya AKP-MHP'ê di nava krîzeke giran de ye û li DYE'yê Rêveberiya Trûmp di hilbijartinê de têk çû. Eger mirov li gorî wê rastiyê binirxînin ku Rêveberiyên Bexda û Hewlêrê ji aliyê Dewleta Tirk û DYE'yê ve tên birêvebirin û li dijî PKK'ê tifaqa DYE-Dewleta Tirk-PDK êrişan plan dike, dimeşîne û hewl dide Rêveberiya Iraqê jî tevlî vê planê bike, hingî bûyerên diqewimin bêhtir tên fêhmkirin. Ev rewş nîşan dide ku sedema van bûyeran PKK nîne, lê belê yên li ber PKK'ê radibin di nava krîzeke giran de ne û li ber windakirinê ne. Ev yek jî radixe pêş çavan ku 'plana tunekirina PKK'ê' ya tifaqa DYE-dewleta Tirk û PDK'ê hatiye pûçkirin. Tê fêhmkirin ku rabûn û têkoşîna li dijî PKK'ê karekî aqilane nîne û di dawiya dawî de xwediyê van planan dixe nava pirsgirêkan, têk dibe.

Em niha li destpêkê li pirsa 'Gelo sedema van hemûyan PKK ye' vegerin. Dikare bê gotin ku ev pirsgirêk ji bo Rêveberiya PDK'ê rastiyekê vedibêje. Belê, ji aliyekî ve dikare bê gotin ku sedema herikîna gel a li Başûrê Kurdistanê û daxwaza mafên xwe, PKK ye. Ji ber ku li çar parçreyên Kurdistanê û derveyî welat, gelê Kurd ji PKK'ê hîn bû ku ji rêveberan mafên xwe bixwaze û ji bo vê jî xwe bi rêxistin bike, li ber xwe bide. Fikrên Rêber Apo, pratîka PKK'ê gelê Kurd zane bi rêxistinkirî kiriye û gihandiye wê astê ku ji bo mafên xwe têbikoşe. Gelê Kurd ji Rêber Apo û PKK'ê hîn bû ku li mafên xwe bigere, li ber axê rabe, li dijî zext û mêtingeriyê li ber xwe bide, li ber neheqiyê rabe, li edaletê bigere, azadî û wekheviyê bixwaze.


Ji ber vê, mijara ku gelê Başûrê Kurdistanê ji bo ku li heqê xwe bigere derdikeve kuçeyan bi rastiya PKK'ê re li hev tê û nîşan dide ku ji PKK'ê hîn bûye. Heke rêveberiya PDK'ê ji wan bûyeran ên di behsê de PKK'ê berpirs dibîne, bi temamî ne neheq e. Derdikeve holê, çawa ku PDK û YNK rastiyeke Başûrê Kurdistanê bin, PKK jî rastiyeke Başûrê Kurdistanê ye. Ji ber vê ti kesek nikare xwe weke xwediyê malê û PKK'ê jî weke ku mêvan be, bibîne.

Li aliyê dî li Başûrê Kurdistanê daxwaza gel ê ku derketî kuçeyan li ser xala nedayina mûçeyan navendî bûye û tê nîqaşkirin. Nexasim derdorên rêveberiyê, dibêjin gel tenê mûçeyan dixwaze û ti nerehetiyê wan ên din nîne, vê derdixin pêş, bi gotina ew ê di nêz de mûeyan bidin hewl didin ku rûdanan berteng û nerm bikin. Li dijî vê, nexasim derdorên muxalîfên rêveberiyê dibêjin daxwazên gel tenê bi mûçeyan re ne sînordar e, ji tevahiya pergalê aciz in û dema guherandina radîkal hatiye.

Bêşik û guman dema ku mirov berxwedan gel a li Başûrê Kurdistanê tenê li ser nedaniya nûçeyan bibîne ev ê pir berreng û kêm be. Belê, daxwazên berbiçav li ser, ''nedaniya mûçeyan'' radiweste, lê li dora vê çareseriya pirsgirêka aborî, siyasî, îdarî, hiqûqî û civakî jî tê ser zimên û çareseriya wan tê xwestin. Rêveber jî di nav de her kes dizane ku rastî wiha ye. Lê jixwe navendîbûna daxwaza gel a li ser, 'nedaniya mûçeyan' jî van rastiyan datîne holê. Ango nedayina mûçeyan ne rewşeke wiha basîd e, berevajî rewşeke wiha ye ku şaşiya li gelek qadan derdixîne holê.

Ji ber ku, meaş ne hema wiha beleheq nayên dayin. Hikûmeta herêmê dibêje, ''pere nînîn.'' Aşkere ku ev jî pirsa, ''çima pere nînin?'' bi xwe re tîne. Gelo ji ber ku kanên Başûrê Kurdistanê nînin rewş wiha ye? Her kes pê dizane ku rastî ne wihaye û Başûrê Kurdistanê xwedî kanên bêhempa ên aborî ye. Naxwe çima pirsgirêk tê rojevê? Aşkere ye, ji aliyekî ve ji ber polîtîkayên şaş kan nayên şixulandin, ji aliyekî dî ve jî li şûna rêveberiya civakî ji ber ku rêveberiya partiyan esas tê dîtin, kanên navborî di destê rêveberiyan û xizmên wan de dicive. Ango nedayina mûçeyan encama pergala aborî, civakî, leşkerî, îdarî ye ku li Başûrê Kurdistanê tê bicihanîn.

Heke em dêhn û bala xwe bidinê, li Başûrê Kurdistanê îdare, pergal, şêwazeke wiha sazkar e ku mirov ne dikare jê re dewlet bibêje ne jî demokrasî. Netewayatiya Kurd esas nayê dîtin, her çendî jê re ''Rêveberiya Herêmî'' were goitn jî, li holê rêveberiyeke wiha ya yekere ya herêmî jî nîne. Naxwe çi heye? Pir aşkere ye ku tenê rêveberiyên partiyan hene. Kîjan partî li kûderê xurt be di rewşa berdest de rêveberiya wir e. Ango rêveberiya partiyê hem dewlet e, hem hikûmet e, hem îdare ye û hem jî civak e. Ji ber vê jî her tişt li gorî daxwaz û berjewendiya rêveberiya partiyan dibe.

Bi vê çarçoweyê li Başûrê Kurdistanê ne rêvebereyeke yekere, lê rêveberiyên parçeyî hene. Ev rêveberî bi hilbijartinan çênabin. Hilbijartinên ku têne kirin piranî ji çav re ne. Rêveber ji hêla rêveberên partiyan ve têne tayikirin. Di encama vê de sazûmaniyên netewî, parastina netewî, têkiliya derve, pergala aborî geş nabe. Ti pergaleke li ser aboriya hilberandinê nîne. Pergaleke bimeaş a ku memûrtiya netew-dewletê bi bîr dixe, sazkar e. Hema hema hemû civak bi mûçeya ku rêveberî dide, jiyana xwe didomîne. Deam ku rêveberiyên partiyan kana distînin û di berjewediya xwe de bi kar tînin pereyên ku pê mûçeyan bidin namîne. Di vî sih salê dawî de li Başûrê Kurdistanê pir kêm mirov di nav zengînên cîhanê de cih girtin, 90 ji 100'î yê civakê jî keteiye rewşeke girêdayî mûçeyan û nema karibin debara xwe bikin.

Kana pirsgirêkan ev avanî ye, ev pergal, şêwaz û hişmendiya ku vê vedibêje. Li holê hişmendî, pergal û şêwazeke demokratîk nîne. Partîtiya berdest a li ser baviktî û eşîrtiyê û rêveberiya wê, ji hêla hişmendî, pergal û şêwazê ve nahêle ku neteweya demokratîk geş bibe û di rastiya xwe de nikare bibe netew-dewlet jî. Gelê Başûrê Kurdistanê di rastiyê de li dijî vê pergal û şêwaê serî radike û dixwaze rastiya civaka demokratîk a ji dîrokê tê bîne ser asta neteweya demokratîk. Bi vê bingehê heke mirov bala xwe bide ser bîreweriya ku Rêber Apo danî holê û şoreşa neteweya demokratîk a li tevahiya Kurdistanê tê jiyîn, aşkere tê dîtin ji bilî demokrasiyê wê nikaribin rêveberiyeke dî bi gelê Başûrê Kurdistanê bide qebûlkirin.

JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA