HPG: Li Agirî û Avaşînê li dijî dagirkeran çalakî hatin kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku hêzên gerîla li Agirî û Avaşînê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî hatine kirin.

HPG'ê got, ''3'ê Tebaxê saet 15:00'an li navçeya Diyadînê ya Agirî li gundê Dwanê bazeke stesyonê ya dewleta TC'ê ya dagirker ji hêla hêzên me ve hatiye rûxandin. 14'ê Tebaxê li eynî qadê operasyona ku dagirkeran dayî destpêkirin bêyî ku encamek were standin paş ve kişiyaye.''

Di daxuyaniyê de b berdewamî wiha hate gotin:

''1. 13'ê Tebaxê saet 15:00'an li navçeya Diyadînê ya Agirî li gundê Dwanê bazeke stestyonê ya dewleta TC'ê ya dagirker ji hêla hêzên me ve hatiye rûxandin. 14'ê Tebaxê li eynî qadê operasyona ku dagirkeran dayî destpêkirin bêyî ku encamek were standin paş ve kişiyaye.

2. Bi çarçoweya Pêngava şoreşger a Bazên Zagrosê;

-24'ê Îlonê saet 13:30'an li herêma Avaşînê li qada Mamreşo, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Munzur dane. Di çalakiyê de windahiyên dagirkeran çêbûne lê hijmara wan diyar nebûye. Piştî çaakiyê dagirkeran windahiyên xwe bi helîkoptêran ji qadê rakirine.

3. Li herêma Avaşînê li Qada Berxwedanê ya Werxelê;

23'yê Îlonê saet 17:30'an artêşa TC'ê ya dagirker Qada Berxwedanê ya Werxelê bi teqemeniyan bombe kiriye. 24'ê Îlonê berê sibehê Qadên Berxwedanê bi çekên giran û teemeniyan bombe kirine.

4. 23'yê Îlonê saet 19:00'an gundê Sergelê yê navçeya Amediyê bi balafirên şer hatiye bombekirin.

-23'yê Îlonê saet 23:00-00:20'an li qada Girê Silêman, Merwanos, Tabûra Ereban a herêma Avaşînê tevgera helîkoptêran çêbûye. Eynî saetan Geliyê Basta, Girê Silêman, Girê Şehîd Firat û qada Qartal bi helîkoptêran hatiye bombekirin. 25'ê Îlonê saet di navbeyna 04:20-04:25'an li qada Tabûra Ereban tevgera helîkoptêran çêbûye.

23'yê Îlonê saet 18:30'an û 25'ê Îlonê saet 05:00'an derdora gundên Kêste, Hirorê, Dêşîşê, Edîne, Serarû yên bi ser nehyeya Kanî Masî ya Amediê û qadên Koordîne û Qela Qumriyê bi helîkoptêrên êrîşan û obûs û hawanên qereqolên ser xeta sînor hatine bombekirin.''