HPG'ê şehîdên Garê bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê 5 gerîlayên sala 2019'an li Garê şehîd bûn bi bîr anî û got, "Heta nefesa xwe ya dawî dilsozê kevneşopiya berxwedanê ya partiya me PKK'ê bûn."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên li Garê şehîd bûn daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Partiya me PKK ku li dijî dagirkerî û mêtingeriyê hêviya azadiyê ya gelê me ye, bi têkoşîna xwe ya nîv sedsalê gelê me ji tunebûnê rizgar kir, kir xwedî îrade û daxwaza azadiyê geş kir. Di vê têkoşîna destanî de bi deh hezaran şehîd hatin dayin, gelê me gihîşt rastiya gelê şerker. Ji Rojava heta Rojhilat, ji Başûr heta Bakurê Kurdistanê gelê me her tim rabû ser piyan û bi xurtî xwedî li têkoşîna me derket. Gelê me ewladên xwe yên herî hêja şand nava refên têkoşînê, bi baweriya ku azadî bêberdêl nabe, fedakariya herî mezin kir.

Hevrêyên me Zîlan, Roj, Baz, Jêhat û Alîşêr weke ji ewladên herî hêja yên gelê me bi daxwaz û biryardariyeke mezin tevlî nava refên têkoşînê bûn, li her qada ku pêwîstiya gelê me pê hebû têkoşiyan. Bi têkoşîna xwe ya li ser xeta fedaîtiyê kedeke mezin dan ji bo gelê me ji bin zexta qirkirinê bê rizgarkirin. Ev hevrêyên me heta nefesa xwe ya dawî dilsozê kevneşopiya berxwedanê ya partiya me PKK bûn.

29'ê Nîsana 2019'an li qada Çemankê ya herêma Garê di encama îxbara ajanên noker û hevkariya bi dijmin re, êrîş hate kirin, di encama vê êrîşê de hevrêyên me Zîlan, Roj, Baz, Jêhat û Alîşêr şehîd bûn. Weke şopdarên hevrêyên me yên şehîd em soz didin ku tola vê yekê ji dijmin û xayinan hilînin, xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin.

Bi vê hestê em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd, ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku dilsozê bîranîna wan bin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Zîlan Amed
Nav paşnav: Sozdar Osê
Cihê jidayikbûnê: Dêrik
Dayik-Bav: Şaha-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Nîsana 2019 / Garê

Nasnav: Roj Qamişlo
Nav paşnav: Xezal Mûhammed
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Dayik-Bav: Mahfûz-Mûhammed Emîn
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Nîsana 2019 / Garê

Nasnav: Baz Mordem
Nav paşnav: Emre Dokûner
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Turkan-Salîh
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Nîsana 2019 / Garê

Nasnav: Jêhat Kop
Nav paşnav: Bîlal Kirmiziyildiz
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Fehîme-Salîh
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Nîsana 2019 / Garê

Nasnav: Alîşêr Amed
Nav paşnav: Omer Karabûlût
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Remziye-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Nîsana 2019 / Garê

ZÎLAN AMED

Gelê Kurdistanê yê qedîm ku di bin zexta asîmîlasyon, înkar û êrîşên tunekirinê yên dewletên mêtinger de li ber mirinê bû, bi sînorên çêkirî ji hev hate qutkirin, bi çar parçeyan hate parçekirin; tunekirin li ser îrade û nasnameya wê hatibû ferzkirin. Li ser xaka ku bi hezaran salan lê ye, mîna penaberan lê kirin û xistin rewşeke welê ku xwe bi xwe înkar bike. Di demekê de ku hêvî hemû li ber tunebûnê bûn û hewldaneke biçûk a têkoşînê jî nebû, partiya me PKK bi pêşengiya Rêber Apo nasnameya Kurd a bi betonê ser wê hatibû girtin ji nû ve derxiste holê. Bi têkoşîneke xurt a ku gelek ji nava xweliyên wê jinûve afirand û kir navenda şer, rastiya gelekî têkoşer afirand. Meşa azadiyê ya Rêber Apo pêl bi pêl li her bihosta Kurdistanê belav bû, gelê me jî bi coşeke mezin xwedî lê derket. Yek ji qadên ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zû nas kir, xelkê me yê Rojava bû piştevanê û şopdarê herî mezin ê meşa azadiyê ya Rêber Apo ku sala 1979'an derbasî Rojava bû. Rejîma Baasê bi projeya 'Kembera Ereb' a ku 24'ê Hezîrana 1974'an xiste pratîkê, bi sînorên çêkirî xwest yekîtiya gelê Kurd a parçebûyî ji holê rake û di encamê de jî bi deh hezaran Kurd ji warê xwe koçber kirin. Xelkê me yê Rojava ku tevî van hemû êrîş, polîtîkayên înkar û tunekirinê ji berxwedana xwe venegeriya, cewhera xwe parast û bi têkoşîna me ya bi pêşengiya Rêber Apo berxwedan gihand asteke hîn bilindtir. Kevneşopiya berxwedanê ya PKK'ê mîna ku bandor li ser tevahiya Kurdistanê kir, bandoreke mezin li ser xelkê me yê Rojava jî kir û bi hezaran jin-mêr, ciwanên Kurd tevlî nava refên têkoşînê bûn.

Hevrêya me Zîlan ku li bajarê Dêrikê yê Rojava ji dayik bû, li nava malbateke welê ji dayik bû ku xwedî li vê kevneşopiya berxwedanê derdiket, bi têkoşîna azadiyê ya gelê me re têkiliyeke xurt datanî. Ji aliyekî ve berxwedana ji bo jiyana bi rûmet a gelê me, li aliyê din jî êrîşên bêrehm ên mêtingeriyê kir ku bala hevrêya me zû biçe ser têkoşînê û têgihişt ku ji bo jiyaneke bi rûmet ji bilî têkoşînê rêyeke cuda nîne. nasnameya jinê ya azad ku hem di nava sîstemê de hem jî di nava civakê de tune dihate hesibandin, bi têkoşîna PKK'ê re ji nû ve hate afirandin û vê yekê coş û kelecaneke mezin da hevrêya me. Bi vî rengî biryar da ku bi rengekî çalak tevlî vê têkoşînê bibe.

Ji ber ku malbat û derdora xwe ya nêz tevlîbûn li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê çêbû, her wiha şehîdên xwe hebûn, hevrêya me Zîlan bi ruhekî xurt bi partiya şehîdan PKK'ê re bû yek. Di sala 2011'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bi baldarî tevlî nava jiyana gerîla bû. Hevrêya me bi eşqeke mezin bi Rêber Apo û felsefeya wî ya jiyanê dilsoz bû, lewma navê hevrêya me Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) li xwe kir ku li dijî êrîşa 6'ê Gulana 1996'an a li dijî Rêberê me bi fedaîtî bersiv da û derbên giran li dagirkeran xist. Hevrêya me Zîlan jiyana xwe ya şoreşgerî il ser dilsoziya bi xeta şehîdan, Îdeolojiya Azadiya Jinê û Rêber Apo ava kir, tevlîbûneke xurt a li ser xeta fedaiyan ji xwe re kir esas. Hevrêya me bi daxwaz û moraleke mezin tevlî nava jiyana gerîla bû, perwerdeya gerîlatiyê ya bingehîn bi serketineke mezin qedand û li çiyayên Kurdistanê dest bi têkoşîna xwe ya şoreşgerî kir. Bi kesayetiya xwe ya ji dil, durust û bi enerjî zû hînî qadê bû, bi hevrêyên xwe re têkiliyeke xurt danî. Hevrêya me wezîfe hemû bi hesasiyeteke mezin dnirxand û ji xwe re dikir pîvan ku teqez bi ser bixîne. Piştî ku ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve şareza bû, derbasî herêma Xakurkê bû ku demeke dirêj lê ma û tevlî gelek karan bû. Hevrêya me 4 salan li Xakurkê karê pratîkî kir, di vê demê de li ser taktîkên gerîla şareza bû, bû fermandareke pêşeng a ji ruhê serketinê yê serdema nû.

Hevrêya me li dijî êrîşên artêşa Tirk a mêtinger li refên herî pêş bi rengekî fedaî şer kir, tevlî gelek çalakiyan bû û li gel hevrêyên xwe derbên giran li dagirkeran xist. Hevrêya me Zîlan ku milîtana leheng a xeta PKK û PAJK'ê bû, bi her hevrêyên xwe re eleqedar dibû, xwe ji pêşketina wan berpirsyar didît û dema ku xwe bi pêş dixist, ji xwe re dikir esas ku hevrêyên xwe jî mezin bike. Li ser xeta Apoyî tevlî nava jiyanê bû, bi rêbaza xwe ya afirandian çareseriyê û tempoya xwe ya bilind ji bo serketina têkoşîna me ya azadiyê gelekî hewl da. Hevrêya me Zîlan nirxên civakî yên Kurdistanî yên xurt ku ji malbata xwe ya welatparêz wergirtibû bi çand û exlaqa PKK'ê re kir yek, di demeke kurt de bi pêş ket, bû pêşeng û fermandar. Ji bo bibe milîtana xeta jinê ya azad a Rêber Apo timî kûr dibû û tiştên hîn dibû hewl dida bixe pratîkê. Di jiyana xwe ya şoreşgerî de bû milîtaneke hêjayî xeta PKK û PAJK'ê.

Ji bo tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe yên nû re parve bike û di xeta fermandariyê ya serdema nû de kûr bibe, sala 2018'an derbasî Akademiya Mahsûm Korkmaz bû û beşdarî pêvajoyeke xurt a perwerdeyê bû. Piştî pêvajoya perwerdeyê weke fermandar û milîtaneke pêşeng a YJA Starê ji nû ve li kar vegeriya, di bin sîwana Fermandariya Biryargeha Navendî de beşdarî gelek xebatan bû û berprisyariyên xwe jî bi serketî bi cih anî. Hevrêya me Zîlan di nava têkoşînê de hevrêyeke me ya welê bû ku ji aliyê hevrêyên xwe ve weke milîtaneke mînak dihate dîtin. Dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo û şehîdan re di kar de nîşan dida, bi vî rengî encamên bi bandor bi dest dixist, bû milîtanek ku hêjayî şehîdan û Rêberê me bû. Li ser xeta fermandara me ya fedaî Zîlan her kêliya xwe bi têkoşînê derbas kir, nirxên heyî bi hesasiyeteke mezin parast û bi xurtî xwedî li mîrateya têkoşînê ya şehîdan derket. Em ê di têkoşîna xwe de her tim xwedî li bîranîna hevrêya xwe Zîlan derkevin.

ROJ QAMIŞLO

Xelkê me yê Rojava neçar hate hiştin di bin zextên giran ên hêzên mêtinger de bimîne, zimanê xwe hate qedexekirin û taybetmendiyên civakî yên xwezayî hatin astengkirin, li dijî van êrîşên bêrehm têkoşiya û cewhera xwe parast. Piştî ku Rêber Apo derbasî Rojava bû, yek ji malbatên me yên welaparêz ên PKK nas kir, bi derfetên xwe hemûyan piştgirî da têkoşînê û tevlî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû, malbata hevrêya me Roj bû. Hevrêya me Roj li nava malbateke bi vî rengî ya welatparêz ji dayik bû û bi çanda berxwedanê ya ji malbata xwe ya hêja wergirtî mezin bû. Şehadeta hevrêyên me Bilind û Dijwar ku xizmên wê bûn, kir ku hevrêya me Roj hîn bêhtir têkoşîna azadiyê ya gelê me bişopîne. Hevrêya me Roj ku li zanîngehê li ser Ziman û Wêjeya Erebî dixwend, di vê demê de ji bo felsefeya Rêber Apo baştir fêhm bike ku afirînerê Şoreşa Azadiyê ya Rojava ye, bêhtir kûr bû. Li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên ji bo qirkirina gelê me û tunekirina hêviyên paşeroja azad, weke jineke Kurd a ciwan a berxwedêr tevlî nava refên şoreşê bû, bi xurtî beşdarî nava têkoşîna misogerkirina azadî û parastina hebûna gelê me bû. Nasnameya jin a azad a ku ji aliyê sîstemê ve tune dihate hesibandin û îradeya wê ya azad di bin zextê de dihate hiştin, bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re ji nû ve derkete holê û vê yekê kir ku hevrêya me Roj hîn bi daxwaz û kelecan tevlî pêvajoya şoreşê bibe. Hevrêya me Roj di pêvajoya şer de têgihişt ku tenê bi afirandina xeta xweparastinê pêşî li êrîşên tunekirinê yên li ser gelê me dikare bê girtin, lewma biryar da ku tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bibe ku nûnerê rast ê vê xetê ye.

Hevrêya me di sala 2014'an de li ser xeta şehîdan meşiya, xwedî li mîrateya wan a têkoşînê derket û beşdarî nava refên gerîla bû. Li herêmên Qendîl û Garê beşdarî perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê bû, piştre dest bi pratîka xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê ikr. Hevrêya me Roj ji aliyê hînbûna li jiyana gerîla zor û zehmetî nekişand. Ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve jî ji bo xwe bi pêş ve bibe, kedeke mezin da. Bi perwedeya pisporiyê di serî de sabotaj, di gelek taktîkên gerîla de bû profesyonel. Weke jineke Kurd a ciwan haya xwe ji mîsyona xwe ya pêşengiyê hebû û ji bo bibe milîtaneke YJA Starê ya pêşeng, hewl da, di demeke kurt de derkete pêş û bi berpirsyarî rabû. Hevrêya me Roj li her qada ku lê ma temsîliyeteke rast a xeta PKK û PAJK'ê kir, bi têkiliyên xurt ên hevrêtiyê li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmet û hezkirinê, ji xwe re kir esas ku jiyana pîroz a PKK'ê biparêze û bilind bike. Hevrêya me di Îdeolojiya Azadiya Jinê de ya Rêber Apo xwe kûr kir, tiştên hîn bû bi xurtî derbasî pratîkê kir, di nava jiyana pîroz a partiya me PKK'ê de bi keda xwe xwe ji nû ve afirand. Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîşên qirkirinê birin ser xelkê me yê Şengalê bi xwe derbasî Şengalê bû û bû yek ji wan hevrêyên me ku derbên destpêkê li çeteyên dijminê mirovahiyê xist. Di têkbirina çeteyên DAÎŞ'ê de kedeke mezin da. Hevrêya me piştî ku erkê parastina gelê me bi serketî bi cih anî, vegeriya çiyayên berxwedêr ên Kurdistanê û têkoşîna xwe dewam kir.

Bi tevlîbûna xwe ya wêrek û bêteredût, di xeta Modernîteya Demokratîk de xwe şareza kir, bû xwedî rêbaz û tempoya demê û di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de berxwedaneke bi bandor kir. Bi têkoşîna xwe ya li ser xeta Apoyî bû milîtaneke mînak a YJA Starê û berxwedaneke hêjayî şehîdan û Rêbertî pêk anî. Weke milîtaneke ku li nava refên têkoşînê yên partiya şehîdan PKK'ê zû hîn bû, bi pêş ket û şareza bû, nasnameya xwe ya ji azadiya jinê ya Kurd di têkoşîna xwe de nîşan da. Mîrateya berxwedanê ya hevrêya me Roj wê her tim rêya me ronî bike.

BAZ MORDEM

Di nava wan şert û mercan de ku civak û kesayet parçe parçe bûn, gelê Kurd neçar hate hiştin ku xwe înkar bike û qanûnên mirinê yên mêtingeriyê dihate ferzkirin, Rêber Apo dest li dîrokê werda û gelê Kurd ji xweliyên xwe ji nû ve afirand, rastiya gelekî şerker li Kurdistanê ava kir. Ev têkoşîna ku nîv sed sal e bênavber dewam dike, di nava bêderfetiyan de hate meşandin. Nirxên ku bi keda mezin a şehîdên nemir û xwîna bi dilop dilop hate rijandin hatin afirandin, bûn bingeha têkoşîna me û kevneşopiyeke berxwedanê ya serketinê afirand. Bajarê me Riha ku malovanî ji berxwedana Hîlwan-Sêweregê re kir ku yek ji mînakên destpêkê yên Şerê Gel ê Şoreşgerî yê li Kurdistanê bû, qada destpêkê bû ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Apo lê bi pêş ket û bû gel. Ji rastiya gelekî ku polîtîkayên înkar û tunekirinê bi rengekî bêrehm li dij dihate meşandin, Rêber Apo bi wezîfeya herî bi rûmet rabû ku jiyaneke azad, kesayet û civakeke azad biafirîne û ev yek pêk anî. Gelê me yê welatparêz bi coşeke mezin xwedî li xeta têkoşînê ya PKK'ê derket, ji nifşan re ragihand û vejîna gelê me hate pêkanîn. Riha warê vê meşa pîroz a azadiyê bû. Hevrêyê me Baz jî li Pirsûs a Rihayê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, di nava têkoşîna me de, bi felsefeya jiyana PKK'ê mezin bû. Ji aliyekî ve berxwedana bi rûmet a gelê me ku ber bi azadiyê ve dimeşe, li aliyê din êrîşên bêrehm ên dewleta Tirk a mêtinger ên li ser gelê me didît, rastiya dijmin ji nêz ve nas kir. Ji ber ku li nava malbateke welê mezinb û ku di nava zor û zehmetiyên madî de hewl dida debara xwe bike, hevrêyê me zû hînî kedê bû. Hevrêyê me Baz ji bo xwendina zanîngehê çû navenda çanda serhildanê ya Kurdistanê Amedê, di vê demê de felsefeya Rêber Apo û berxwedana dîrokî ya PKK'ê hîn bêhtir ji nêz ve nas kir. Hevrêyê me ku li Zanîngeha Dîcleyê li Beşa Mamostetiya Fîzîkê dixwend, di vê demê de biryar da ku bi rengekî çalak tevlî nava têkoşîna jiyana bi rûmet û paşeroja azad a gelê me bibe, bi vî rengî beşdarî karên ciwanan bû. Kolan bi kolan geriya, ji bo gelê me û ciwanên Kurd ên paşeroja gelê me ne zane bike, kedeke mezin da, di demeke kurt de bû pêşeng û bi çalak beşdarî gelek xebatan bû. Gelek caran terora destgîrkirinê ji aliyê dagirkeran ve lê hate kirin, lê belê bi bilindkirina têkoşîna xwe bersiv da hemû êrîşan. Hevrêyê me Baz sala 2014'an ku êrîşên înkar û tunekirinê yên li ser gelê me giran bû, qirkirin li gelê me dihate ferzkirin, beşdarî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû ku garantiya paşeroja azad a gelê me ye û têkoşîna xwe derbasî çiyayên qedîm ên Kurdistanê kir.

Hevrêyê me Baz taybetmendiyên kesayetiyê yên ku sîstemê afirand tune kir, ji bo karibe xwe li ser xeta Apoyî û milîtaniyê ji nû ve biafirîne gelekî hewl da, bi perwerdeyên wergirtî ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve zû xwe bi pêş ve bir, ji bo armancên partiya me pêk bîne bi daxwazeke mezin tevlî nava pratîkê bû. Hevrêyê me ku demekê li Garê kar kir, li dijî êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ'ê yên dijminê mirovahiyê li dijî gelê me yê Êzidî, bi hêrseke mezin xwest tevlî nava hevrêyên destpêkê bibe ji bo xelkê me yê Êzidî biparêze. Piştî ku ev pêşniyara wî hate qebûlkirin, hevrêyê me ji bo şer li dijî çeteyên qirker bike derbasî Şengalê bû û êşên ku gelê me dikişand bi xwe dît. Hevrêyê me Baz ku êrîş û êşa bi gelê me dihate kişandin ti carî ji bîr nekir, hêrsa xwe veguherand şer û ji bo gelê me azad bike bi rengekî fedaî şer kir. Piştî ku wezîfeya xwe bi serketî qedand, tevî hevrêyên xwe vegeriya çiyayên azad ku navenda berxwedanê ya Kurdistanê ye. Weke gerîlayekî ku li nava şer bi pêş ket û bû xwedî tecrûbeyên mezin, têkoşîna xwe dewam kir. Bi kesayetiya xwe ya bi enerjî û dînamîk, li her qadê hevrêyên xwe tevlî jiyanê dikir, bi wan re bi hevkarî ruhê komunal diafirand. Bi têgihiştina xwe ya kûr, bi jêhatîbûna xwe dihate naskirin û yek ji hevrêyên li pêş bû. Ji bo xwe û hevrêyên li derdora xwe bi pêş bixîne, ji bo karibe di felsefeya Apoyî de xwe kûr bike û li qada leşkerî xwe şareza bike, her tim kûr dibû. Ev yek ji taybetmendiyên sereke yên hevrêyê me Baz bû.

Hevrêyê me Baz girîngiyeke mezin dida her kêliya jiyanê, kedeke mezin dida her kêliyê, ji xwe re dikir esas ku her kêliyê bike nirxek û li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê li ser xeta fedaiyan meşiya, bi her awayî tevlî nava têkoşînê bû. Bi rêbaza xwe ya ku nirxên heyî diparast, bi pêş ve dibir û nirxên nû diafirand, mîrateyeke xurt a têkoşînê li pey xwe hişt. Hevrêyê me Baz wê di têkoşîna me de her tim bê bîranîn.

JÊHAT KOP

Partiya me PKK ku bi pêşengiy Rêber Apo destpê kir û hêviya paşeroja azad a gelê me ji nû ve afirand, ji bo gelê me yê ku di bin zexta êrîşên înkar û tunekirinê yên hêzên mêtinger de bû, bû biryardariya li ser jiyana bi rûmet. Li gel êrîşên li derveyî mirovahiyê yên dagirkeran, gelê me yê welatparêz xaka xwe ya bi hezaran salan lê ne neterikand û xwedî li her çirûska berxwedanê derket. Gelê me ku bi PKK'ê re zemîna têkoşînê ya rasteqîn bi dest xist, bû şopdarê bêteredût ê meşa azadiyê ya Rêber Apo. Herêma me ya Serhedê ku têkiliyên xwe yên civakî yên xurt û çanda berxwedanê her demê parast, bû yek ji wan qadan ku partiya me zû lê belav bû û girseyî bû. Têkoşîna me ya gelê me yê bindest bi hêz û kêfxweşiyeke mezin pêşwazî kir, bi tevlîbûnê mezin kir. Bi serhildanan li gel êrîşan hemûyan tawîz ji meşa azadiyê neda û her roj mezintir kir, bû yek ji navendên girîng ên berxwedana li Kurdistanê.

Bajarê me Mûş jî ku li quntara çiyayên qedîm ên Serhedê ye, bi cografya xwe ya dewlemend malovanî ji gelê me re kir. Hevrêyê me Jêhat li bajarê me yê Mûşê li nava malbateke hêja ya welatparêz ku taybetmendiyên xwe yên Kurdistanî parastiye, ji dayik bû. Ji ber ku ji derdora wî ya nêz tevlîbûn li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê hebû, hevrêyê me partiya me PKK û berxwedana gelê me ji nêz ve nas kir. Li hemberî êrîşên înkar û tunekirinê yên dewleta Tirk a mêtinger, li pêşberî hewldana gelê me yê berxwedêr ku bi rûmeta xwe li ber êrîşan radibe, xemsar nema, tevlî nava karên ciwanan bû û gavên destpêkê ber bi têkoşînê ve avêt. Di vê demê de Rêber Apo û PKK hîn bêhtir ji nêz ve nas kir û baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê hîn bêhtir tevlî nava têkoşînê bibe. Sala 2014'an ku êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê me giran bûn, ji bo bersivê bide êrîşên li dijî mirovahiyê û tola êşên gelê me hilîne, beşdarî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.

Hevrêyê me li Mûşê ku lê ji dayik bû, tevlî nava berxwedana gerîla bû, piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, perwerdeya gerîlatiyê ya bingehîn bi serketî qedand. Di nava sîstemê de gelek caran bû hedefa êrîşên dewleta Tirk a mêtinger, hêrsa xwe kir bingeha têkoşîneke xurt û tevlîbûneke xurt pêk anî. Bala hevrêyêm e li ser jiyana pîroz a gerîla bû, kete bin bandora hevrêtiya kûr û samîmî. Li pêşberî jiyana PKK'ê ya pîroz ku bi keda şehîdên me yên nemir hate afirandin û têkiliyên hevrêtiyê, her tim xwe berpirsyar dît, ji xwe re kir esas ku nirxên heyî biparêze, bilind bike û li ser xeteke milîtaniyê meşiya. Hevrêyê me bi kesayetiya xwe ya bi enerjî û kedkar bi coş tevlî nava jiyanê bû, di demeke kurt de bi pêş ket û bi berpirsyarî rabû. Pratîka xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê li herêma Metînayê meşand, bersiv da bendewariyan, kete nava lêgerîna rê û rêbazên tevlîbûneke hîn xurt û kûrbûna xwe jî derbasî nava jiyanê kir. Hevrêyê me 4 salan li Metînayê ma, tevlî gelek karan bû, ked da, li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a mêtinger li eniya herî pêş têkşoiya. Bi perwerdeya pisporiyê ya wergirtî, di taktîkên gerîlatiyê de şareza bû û xeta gerîlatiyê ya serdema nû bi rengekî serketî derbasî pratîkê kir, erk û berpirsyariya pêşengiyê bi rengekî hêja bi cih anî. Li hemberî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên dijminê mirovahiyê ku li dijî xelkê me yê Êzidî kir, tevî hevrêyên xwe derbasî Şengalê bû û di têkbirina çeteyên DAÎŞ'ê de bi kedeke mezin tevgeriya. Piştî xelkê me yê Êzidî ji êrîşên qirkirinê hate rizgarkirin û azad bû, vegeraya warê pîroz ê gerîla çiyayên Kurdistanê, li dijî dagirkeriyê têkoşîna xwe bi xurtî dewam kir. Ji ber ku ji derdora wî ya nêz şehadet li nava refên têkoşînê hebû, hevrêyê me Jêhat rastiya şehîdan zû fêhm kir, kir cewhera jiyana xwe ya şoreşgerî.

Hevrêyê me Jêhat bi eşqeke mezin bi felsefeya jiyanê ya Rêber Apo re dilsoz bû û li ser şopa şehîdan bi milîtanî meşiya. Li pişt xwe jî mîrateyeke xurt a têkoşînê hişt. Hevrêyê me wê di têkoşîna me de timî bê bîranîn.

ALÎŞÊR AMED

Bajarê me Amed weke navenda berxwedanê ya Kurdistanê wezîfeya xwe ya dîrokî her serdemê bi serketineke mezin bi cih anî, temsîliyeta xeta welatparêziyê bi rengekî rast kir û her tim dilsozê kevneşopiya têkoşînê bû. Di dema herî tarî de ku mêtingeran siyaseta qirkirinê bi rengê herî bêrehm dimeşand û îradeya azad a gelê me anîbûn ber tunebûnê, partiya me PKK bi pêşengiya Rêber Apo rabû, pêngava vejînê pêk anî û xelkê me yê Amedê jî bi coşeke mezin ev pêngav pêşwazî kir. Xelkê me yê Amedê ku xwedî li ruhê bexwedanê yê zindana Amedê ya dîrokî derket û bi serhildanan rê neda dagirkeran, bi têkoşîna xwe ala azadiyê ya li Kurdistanê gihand refên herî pêş. Bajarê me Amed ku bi hezaran ewladên xwe yên leheng tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê kir û bi serhildanan şehîdên me yên pîroz pêşwazî kir, bû navenda kevneşopiya têkoşîn û berxwedanê ya PKK'ê. Xelkê me yê Amedê yê welatparêz, çanda berxwedanê gihand nifşên nû û bêretedût xwedî li meşa azadiyê ya dîrokî ya Rêber Apo derket. Bajarê me Amed mîrateya têkoşînê ya bêhempa ya PKK'ê kir çanda jiyanê. Hevrêyê me Alîşêr li vî bajarê me ji dayik bû, di nava kevneşopiyeke xurt de mezin bû. Li nava malbateke hêja ya welatparêz ku gelek tevlîbûn li nava refên têkoşînê çêkir, ji dayik bû û di nava têkoşîna xelkê me yê Amedê de bû xwedî kesayetiyekî.

Bajarê me Amed ku navenda welatparêziyê ye, ji aliyê dewleta Tirk ve bi taybetî kirin hedef û gelek êrîşên bêrehm li hemberî gelê me yê welatparêz hatin kirin. Dagirkeran bi êrîşên li dijî mirovahiyê xwestin ku têkoşîna gelê me tune bikin ku gelê me bi PKK'ê re bûye yek û li ser xeta berxwedanê ji nû ve xwe afirandiye. Hevrêyê me Alîşêr jî şahidî ji van êrîşên dagirkeran re kir û rastiya dijmin ji nêz ve nas kir. Li dijî dagirkeran ku dixwest ciwanên Kurd dejenere bikin, ji cewhera xwe dûr bixîne, ji têkoşînê vegire, hevrêyê me baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê teqez bersiv bê dayin û beşdarî nava karên ciwanan bû, bi vî rengî ber bi têkoşînê ve gavên destpêkê avêt. Hevrêyê me di nava berxwedanê de Rêber Apo û partiya me PKK hîn bêhtir ji nêz ve nas kir, kedeke mezin da karên ciwanan. Hevrêyê me Alîşêr bi kesayetiya xwe ya çalak zû derkete pêş, ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger ve hate girtin. Li Amedê 6 mehan di zindanên mêtingeriyê de bi ruhê berxwedanê têkoşîna xwe dewam kir û serî li ber dagirkeran netewand. Piştî ku ji zindanên dagirkeran derket, demeke din karê xwe dewam kir û li henmberî êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê bû xwedî hêrseke mezin û dît ku gelê me yê bindest tenê bi têkoşîna gerîla ya PKK'ê dikare azad bibe. Li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên qedîm û sala 2015'an li navenda berxwedanê li Amedê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Alîşêr bi kesayetiya xwe ya cewherî û kedkar zû hînî jiyana gerîla ya pîroz bû, enerjiay xwe ya ciwantiyê derbasî nava têkoşînê kir û bû xwedî tevlîbûneke xurt. Bi coşeke mezin tevlî nava perwerdeya gerîlatiya bingehîn bû, ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe gihand kûrahiyeke mezin, derbasî herêma Garê bû û dest bi pratîka xwe ya destpê kir. Ji ber ku bi cidiyeteke mezin nêzî her karî bû, encamên xurt bi dest xist. ji ber têkiliyên xurt ên bi hevrêyên xwe re danî, li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Di şexsê hevrêyê me Şehîd Alî Karabûlût de ku sala 2002'an şehîd bû û apê wî bû, xwedî li mîrateya têkoşînê ya hemû şehîdan derket û ji xwe re kir esas ku vê mîrateyê bigihîne serketinê. Bi têkoşîna xwe hêjayî şehîdên pîroz bû. Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê yên qirker ji bo tunekirinê êrîş bir ser xelkê me yê Êzidî, hevrêyê me Alîşêr tevî hevrêyên xwe bi hawara xelkê me yê Êzidî beziya, li dijî çeteyên dagirker bi fedaîtî şer kir û ji bo xelkê me ji qirkirinê bê rizgarkirin di şer de kedeke mezin da. Piştî ku xelkê me yê Êzidî hate rizgarkirin, tevî hevrêyên xwe vegeriya çiyayên qedîm ên Kurdistanê. Di berxwedana dîrokî ya dijî dewleta Tirk a mêtinger de li refên herî pêş şer kir.

Hevrêyê me Alîşêr ku di şoreşgeriya xwe de li ser xeta fedaîtiyê û bi enerjiyeke mezin têkoşiya, weke milîtanekî serketinê yê Rêber Apo bû xwedî tevlîbûneke mînak. Hevrêyê me Alîşêr mîrateya têkoşînê ya ku li pey xwe hişt, wê ji aliyê hevrêyên wî ve teqez bi ser bê xistin."