HEVPEYVÎN

Hatîp Dîcle: Li cîhanê ‘siya Apoyî’ digere

Hatîp Dîcle destnîşan kir ku dîlgirtin û tecrîd nikare pêşî li belavbûna ramanên Abdullah Ocalan bigire û got, "Rêber Ocalan sîstema kapîtalîst teşhîr dike û çareseriyên alternatîf pêşkêşî civakan dike. Êdî li cîhanê 'siya Apoyî' digere."

YEK JI PÊŞENGÊN SIYASETA KURDÎ HATÎP DÎCLE

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê tê girtin û 39 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Mafê hevdîtina bi parêzer û malbatê re yê Abdullah Ocalan hatiye hatiye desteserkirin û ev 3 sal in tu agahî jê nayê standin. Li hemberî vê tecrîdê saziyên rayedar bi taybet jî Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) bêdeng dimînin.

Li aliyê din pêngava ku di 10'ê Cotmehê de di asta navneteweyî de bi dirûşma 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' destpê kir, bi çalakiyên curbicur dewam dikin.

Di çarçoveya pêngava azadiyê de wê di navbera 15-22'ê Hezîranê de li zêdeyî 50 bajaran ku di nav de Fransa, Elmanya, Katalonya, Yewnanîstan, Îtalya, Slovenya, Swîsre, Kolombiya, Qibris, Belçîka, Brîtanya, Polonya û Kenya jî heyî bi navê "Rojên diyalogê yên bi Abdullah Ocalan re" rêze çalakî bên lidar xistin.

Yek ji berdevkên pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” Hatîp Dîcle, derbarê pêşketinên bi pêngavê re derketine holê û armanca çalakiyên ku wê di navbera 15-22’ê Hezîranê de bên lidarxistin, axivî.

‘RÊBER OCALAN KAPÎTALÎZMÊ TEŞHÎR DIKE’

Yek ji pêşengên siyaseta Kurdî Hatîp Dîcle, anî ziman ku ew di çarçoveya berfirehkirina pêngava azadiyê ku di 10’ê Cotmehê de destpê kiriye de, di nava lêgerînên çalakiyên curbicur de ne û got, “Ji ber vê yekê fikra "Rojên Diyalogê yên bi Abdullah Ocalan re" di vê çarçoveyê de pêş ket. Komploya navneteweyî û tecrîda sîstematîk a ku piştre li Îmraliyê hate pêkanîn, ne tenê li dijî Rêber Ocalan ku weke kesayetekî siyasî û nûnerê siyasî yê gelê Kurd e hate meşandin. Ev tecrîd di heman demê de li hemberî rola Rêber Ocalan ku weke pêşeng û fîlozofê sosyalîzma demokratîk a sedsala 21 'an tê dîtin, hatiye pêşxistin. Ji ber ku Rêber Ocalan bi pêşxistina paradîgmaya modernîteya demokratîk û sosyolojiya azadiyê teoriyeke alternatîf a li hemberî modernîteya kapîtalîst pêş xist. Sedema bingehîn a bêdengbûna saziyên navneteweyî ya li dijî sîstema Îmraliyê jî ev e. Rêber Ocalan bi parastinên ku li Îmraliyê nivîsandine re, sîstema kapîtalîst teşhîr dike û çareseriyên alternatîf pêşkêşî civakan dike.”

Dîcle, destnîşan kir ku her çend sîstema dîlgirtin û tecrîdê armanc bike ku ramanên Ocalan ji civakê dûr bixîne jî, di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û aktîvîst û rewşenbîrên tevgerên civakî yên cîhanê de ‘dîyalogeke zindî’ heye û wiha domand, “Rojên Diyalogê ku wê di navbera 15-22'yê Hezîranê de bê lidarxistin, armanca wê nîşandana bandora felsefeya siyasî ya Rêber Ocalan e. Ji bo nîqaşkirina ramanên Ocalan wê li zêdetirî 50 bajarên parzemînên cuda çalakî bên lidar xistin. Weke mînak, wê nivîsên parastinê bên xwendin, pirtûk bên danasandin, xwendinên vekirî ji bo gel bên pêkanîn, standên agahdariyê, çalakiyên hunerî, şano, semînerên perwerdehiyê û formatên din hebin.

Heta niha li Kenya, Kolombiya, Fînlandiya, Swêd, Fransa, Elmanya, Katalonya, Yewnanîstan, Îtalya, Swîsre, Qibris, Belçîka, Brîtanya, Slovenya û Polonyayê çalakî hatine plankirin. Çalakî wê li welatên din jî pêk werin. Ev rêze çalakî ji aliyê rêxistinên demokratîk, sosyalîst, ekolojîk, femînîst, komên piştgirî û xwendekaran û saziyên Kurdan ve tên organîzekirin.”

‘LI DIJÎ KRÎZÊ RÊBER APO ÇARESERIYÊN ŞÊNBER PÊŞKÊŞ DIKE’

Dîcle, da xuyakirin ku yek ji armanca pêngava azadiyê paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk a ku xwe dispêre azadiya jinê bi raya giştî ya derveyî Kurdistanê re dayîna naskirine û got, “Ji ber vê sedemê jî "Rojên Diyalogê yên bi Ocalan re" jî dikarin wek berdewamkirin û kûrkirina "Rojên Xwendina Ocalan" ên di Kanûna 2023'yan de hatine lidarxistin bên pênasekirin. Tê wateya ku tevger, derdor û rewşenbîrên cuda felsefeya siyasî ya Rêber Ocalan kirine bingeha pratîkên xwe yên taybet. Ji ber ku krîza modernîteya kapîtalîst li her derê heye û her tim kûrtir dibe. Rêber Ocalan ji bo hêzên sosyalîst ji krîzê rizgar bibin, çareseriyên şênber ên teorîk û pratîk nîşan dide.”

‘LI CÎHANÊ SIYA APOYÎ DIGERE’

Dîcle, da zanîn ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û mîmarê vê şoreşê Ocalan bi berxwedan û avabûna xwe, di pêşketina modernîteya demokratîk de li qada navneteweyî roleke pêşeng dilîze û wiha domand, “Li Rojava şoreşa ku li ser bingeha fikra konfederalîzma demokratîk bi pêş ket, tevgereke piştgiriyê ya navneteweyî bi xwe re derxist holê. Demekê dihat gotin ‘li Ewropayê siyek digere- siya komînîzmê.’ Lê belê ji bo roja me ya îro gotina ‘li cîhanê siya Apoyî digere’ wê dîyalektîkek di cih de be. Bandora vê siyê ji hêza xwe ya rêxistinkirî ya heyî, gelekî mezintir e.”

'DIVÊ HER KURDEK MÎNA DÎPLOMATEKÎ BIXEBITE'

Dîcle, di dawiyê de diyar kir ku ev çalakî aliyek a pêngava azadiyê ye û wiha got, “Armanca pêngavê, azadiya fîzîkî ye. Ji bo vê jî divê em timî çalak û di tevgerê de bin. Dostên me gelekî çalak in û ev yek me kêfxweş dik. Gelê me girîngiyeke mezin dide û tevlî pêngavê dibe. Divê em vê hê zêdetir bikin. Di serî de nameyên ku herî dawî ji CPT'yê re hatin şandin, ev yek tê wateya ku ev sazî û KE’yê vedixwîne erkên xwe bi cih bîne. Pêwîste li her cihî û herêmî hewldanên bi vî rengî werin kirin. Mînak li her der û bajarokê jî divê saziyên çapemeniyê, partî, rêxistinên civakî yên sivîl û tevgerên civakî bên ziyaretkirin û ev pêngav bixin rojeva van saziyan. Divê her Kurdek mîna dîplomatekî bixebite da ku em serketî bin. Her welatparêzek, her mirovê xwedî hişmendiya konfederalîzma demokratîk, dikare hin erkan pêk bîne.”