Gerîla hêza serketî ya vê serdemê ye!

Rêbaza gerîla wê ji hemû gelan re bibe mînaka herî baş. Niha her kes lêkolîn dike ka bê gerîla çawa û bi kîjan rêbazan karî li beramber ewçend tank, top, balafir û çekên sivik, giran û kimyayî li ber xwe bide. Gerîla sembola şerê modern a sedsala 21. e.

Hêzên hegemon û zilhêz ên cihanî ku ji bo parçeyek erdê vala hewl didin tevahiya mirovahiyê di nava gola xwînê de bihêlin vê carê bi şêwazek cuda bi pêsîra hev ketine. Balkêşe hê jî hinek kes bi taybet li Rojhilata Navîn ku bi salane mexdûrê şerê di navbera van hêzên hegemonîk de ne, dibêjin şerê cihanê yê sêyemîn nû destpê kiriye. Rêber Apo jinûve tespîta ku şerê cihanê yê sêyemîn li dare û wê di her serdemekê de bi awayekî cur bi cur berdewam bike, kiribû. Guhertina paradigmayê û PKK li gor wê birêxistinkirin, amadekariya herî mezin a Rêber Apo ji bo destpêkirina şerê cihanê yê sêyemîn bû. Ji ber yek ji gavên ku ji bo bingeha vî şerî hat avêtin komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê bû. Ji bo wê jî şerê cihanê yê sêyemîn ji mêj ve destpê kiriye, herî zêde jî mirovên Rojhilata Navîn û di navenda wê de gelê Kurd bûne mexdûrên vî şerî. Yên dibêjin şerê cihanê yê sêyemîn nû destpê kiriye, bila carekî vegerin û li rewşa Kurdistanê temaşe bikin. Rojek tineye ku bombe li ser vê xakê neyê barandin. Rojek tineye zarokek vî welatî çi li çiya, çi li deşt û bajaran neyên şehîdkirin. Bi hezaran Kurd di girtîgehên mêtîngeran de rastî her cure kirinên derveyî exlaq tên. Zarok li Kurdistanê her roj dimirin. Rojane li ser sînoran ji bo bidestxistina qetek nanê hişk bi sedan Kurd tên kuştin. Li Afxanistanê temaşe bikin, li Iraqê temaşe bikin, li Sûriyê mêze bikin, li welatên Afrîqayê binêrin. Ev tenê tiştên ku em bi çavê xwe dibînin û dibe rojev, bûyer û karesatên ku em pê nizanin jî gelekin. Başe ev ne şerê cihanê yê sêyemîne, ev çiye. Wer xûya dike di hişmendiya kesên ku vî şerî wek şerê cihanê nabînin de cihan û navenda wê tenê welatên Ewrûpa û hêzên desthilatdar in. Rojhilata Navîn di nava gola xwînê de hatiye hiştin, kes behsa şerê cihanê nedikir û nake. Ev têgîna ku dema şer li ser netewan were meşandin, navê şer nabe şerek cihanî lê dema şer dibe şerê di navbera hêzan de ango berjewendiyên van hêzan dikeve xetereyê wê demê hewayek wisa çêdibe ku dawiya dinyayê tê û şerê cihanê heye. Dema şer li ser gelan dimeşe, bi milyonan mirov tên kuştin û koçberkirin, wek ku tiştek tineye kes dengê xwe nake.

Di van rojên ku şerê di navbera hêzên hegemonîk de li Ukranyayê de berdewam dike, hêzên desthilatdar bi rêya medya û propagandayên ne rast wer nîşan didin ku yekem care li cihanê şerek diqewime. Di serî de NATO û hêzên endamên wê gelek komkujiyan dikin û kes li beramber wan dengê xwe nake. Heta niha jî çi ambargoyek jî li ser wan nehatiye ferzkirin. Mînaka herî ber çav jî dewleta dagirker a Tirke ku her cure destek û piştgiriyan ji NATO distîne. Heta bixwaze teknîka herî pêşketî ya NATO li beramber Kurdan bikar tîne. Çiyayên Kurdistanê rojane di bin çekên NATO de ye. Piştî şerê cihanê yê duyemîn ji bo cara yekê li dijî gerîlayên azadiyê ewqas çek hatiye bikaranîn. Di sala 2015'an de di şerê Berxwedaniyên Rêveberiyên Xweser a gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê çekên herî pêşketî di nava bajaran de hatin bikaranîn. Tankên ku Amerîka di şerê bi Vietnam û paşê re li Afxanistanê bikar anîbû di nava kolanên Sûra Amedê de bikar anî. Dewleta Tirk wek cewhera xwe ya faşîzan bi salane li beramber Kurdan çekên kimyayî bikar tîne, ango NATO van çekan dide dewleta Tirk. Ger bilançoya sala par a êrişên hovane yên dewleta Tirk li dijî herêmên Parastina Medya were lêkolînkirin, wê were dîtin ku piştî şerê cihanê yê duyemîn NATO û dewletên wê yên endam ewçend êrişên hewayî pêk neanîne. Bombeyên bi ser zinar û latên Kurdistanê hatine barandin, ne hejmara wan ne jî dijwarbûna wan nayê zanîn. Balafirên şer û keşfê yên li dijî Efrîn û herêmên dagirkirî yên Rojava hatin bikaranîn, bê hêjmar û bê hesab bûn. Li gel van hemiyan jî gelê Kurd, şervan û gerîlayên azadiya Kurdistanê bi îradeyek ji pola li dijî van hovîtiyan serî netewandin û şer kirin û hêjî şer dikin. NATO li beramber gerîla ji mêjve bin ketiye. Hêza desetpêkê ku NATO şikandin gerîla bû. komek gerîla di şikeftên Werxelê, Tepê Silêman û Zendûra de li beramber vê artêşa ku ewqas pesnê xwe dide, bi qehremanî şer kirin û ser ketin. NATO bi hezarê caran li beramber îradeya keç û lawên Kurdistanê bin ketiye û mehkumî mirinê ye. Jixwe di şerê li Efrînê de jî ne Rûsya ne jî hêzên qaşo Koalisyonê dengê xwe nekirin û berovajî destek dane artêşa faşîst a Erdogan.

Balkêşe ku hinek çapemeniyên ku xwe wek vîjdan û dengê gelê Kurd dihesibînin, ketine peyê propagandayên hêzên hegemonîk û wer nîşan didin ku li Ukranya gel li ber xwe didin! Ne tenê gelê Ukranya tevahiya gelan her tim mexdûrên şerên vê pergala xwînxarin. Pêwîste mirov behsa mexduriyeta gelê Ukranya bike lê di wê wateyê de ku ew jî bûne qurbana polîtîka û hişmendiya pergala modernîteya kapîtalîst. Wer behsa şerê li Ukranya tê kirin ku tu dibêjî yekem care li cihanê mirov tên kuştin û koçber dibin. Ger ew çapemenî yan jî her saziyên ku qala mafê mirovan dikin, ewçendî rondikên sextekariyê ji gelê Ukranya re dibarînin, êşa gelê Kurd û Iraq û Afxanistanê nabînin, ew jî hevkarê wan hêzanin û du rûtiyê dikin. Bi sedan ciwanên Kurd di jêrzemînên berxwedaniyê de bi saxî hatin şewitandin, bi dehan keç û kurên Kurdistanê ji bo doza rewa ya gelê xwe di şikeftên berxwedaniyê de li ber xwe dan û bi bombeyên kimyayî hatin qetilkirin. Em pirs dikin Ey vîjdana mirovahiyê! çima hûn mexduriyeta gelê Ukranya dibînin lê we ji Kurdan re çavê xwe kor kir û guhê xwê ker kir. Mijara herî sosret ewe ku çapemeniya PDK'ê wer şerê Ukranya dide wek ku qet Kurdistan di nava şerek wiha dijwar de nîne. Her roj li ber serê wan bombe bi ser xwezaya Kurdistanê tê baranadin, li ber çavê wan bi sedan mirov tên kuştin, qet weşangeriyek li gor wê nakin. Berovajî bi weşangeriya xwe êriş û dagirkeriya dewleta Tirk rewa nîşan didin ku Kurdan tewanbar dikin. Ti caran dijwariya şerê li Kurdistanê ji dil his nekirin, pê nehesiyan û ji bo berjewendiyên xwe yên sermayeyê, qet rojekê behsa bikaranîna ewqas çekên kimyayî nekirin. Niha jî bêşermane rabûne û sibê heta êvarê weşanên taybet ji bo Ukranya dikin û behsa mexduriyeta gelê wir dikin. Jixwe panîk û tirsa PDK'ê û dewleta Tirk ji şerê diqewime her tiştî bi zelalî derdixîne holê. Di vî şerî de ew jî dawiya xwe dibînin ji bo wê jî wisa ketine panîkê. di esas de çapemeniya wan derûnî û psîkolojiya wan nîşan dide. Mirov pê dihese ka bê çiqas ketine tayê. Ji binketina xwe ditirsin, ji pere û sermayeya xwe ditirsin. Dema mirov rojeva çapemeniya azad dişopîne mirov dikare pir baş rewşê şîrove bike. Rojeva me her tim berxwedan û azadî bûye. Kes nabe wer bifikire ku çima rojeva li dor Ukranya zêde nayê dayin. Şerê cihanê yê sêyemîn herî zêde em bandor kirin. Bi salane jixwe em di nava şerek bê rawestan de ne. Rojeva me jixwe diyare, berxwedanî û tekoşîne. Bi berxwedaniya li beramber hêzên desthilatdar em gihiştin van rojan û em îro rojeva xwe bixwe diyar dikin. Rojeva me Newroz û berxwedanî ye. Di şerê berxwedaniyê de bêguman me gelek bedel dan lê belê xurtkirina vê berxwedaniyê wê careke din nîşan bide ku fikir û felsefeya azadiyê ya Rêber Apo û tevgera PKK ku her diçe cihanî dibe, çiqasî gerdûnî ye. Ya herî girîng derxist holê ku çiqasî felsefeyek azad û serbixwe ye û çi dibe bila bibe ew li ser xeta xwe ya azadiyê têdikoşe. Bêguman hevsengiyên di nava vî şerî de dibe me bandor bike lê ya her tim diyarkere, tekoşîna me ya azadiyê ye.

Şerê îro li Ukranya vê nîşanî me hemiyan dide. Dersên mezin hene ku divê were dîtin. Di dîmenan de li gor xûya dike, bajarên bi xeml û xêz, avahiyên bilind ku digihiştin erşê xwedê hemû bi erdê re bûne yek. Ev tê wê wateyê pergala modernîteya Kapîtalîst ew avahî ne ku di şevekê de li erdê man! Bajarên bê watê û bê cewher gelek baş îfadeya vê pergalê dike. Rojekê jî li beramber balafiran li ber xwe nedan. Me di şerê di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de jî dît ku gelek dewletên xwe pêşketî dibînin û sibê heta êvarê pesnê artêşên xwe dikin, wek dibêjin ne di wê astê de ye. Ti kûrbûn û ziravbûneke şer tineye. Hêzên hegemonîk jî wisanin, ti tedbîrên wan ên li beramber êrişên hewayê tineye. Dibe li hinek dewletan tedbîrên sîstema parastinê hebin, lê mirov vê yekê ji bo hemû dewletan nikare bibêje. Lawaziya wan a herî mezin, giregirbûna wan e! Xwe di çavê xelkê xwe de ewqasî mezin dikin û diwerimînin lê me dît ka çawa bi bombeyan bi erdê re dibin yek. Li beramber her cure çekên hêzên hegemonîk çi çekên Rûsan çi jî yên NATO, rêbaza herî serkeftî di sedsala 21. an de bêguman rêbaza şerê gerîlayên modernîteya demokratîk in. Yekane hêza ku niha li beramber çekên hêzên hegemonîk bi gurç û pêçe, gerîlaye. Jixwe ne tenê di warê çekdarî de di warê bîrdozî de jî hêza alternatîf di vê serdema qeyran û kaosê de felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ye. Gerîla bi vê bîrdoziyê şerê hêzên hegemonîk dike ji bo wê ewçend serkeftî ye û naşikê. Gerîlayên Kurdistanê îro hêza herî pispor û zana ya di şer de ye. Bi taktîka xwe ya afrêner nîşan da ku ti hêzek nikare wê bin bixe. Rêbaza gerîla wê ji hemû gelan re bibe mînaka herî baş. Niha her kes lêkolîn dike ka bê gerîla çawa û bi kîjan rêbazan karî li beramber ewçend tank, top, balafir û çekên sivik, giran û kimyayî li ber xwe bide. Gerîla sembola şerê modern a sedsala 21. e.