Sîstema riziyayî pel bi pel hildiweşe. Em bala xwe bidin ser bûyerên ku niha li Iraqê diqewimin. Dewleta ku beriya pênc hezar salî li Ûrûkê ava bû ketiye çi halî! Mîna ku hesabê sûc û gunehên xwe yên pênc hezar salî bide diperpite, li ber sekeratê ye. Bêguman li Îngilistanê ku navenda dawî ya sîstemê ye, rewş cuda nîne. Piştî Borîs Johnson Qralîçe Elîzabet çû. Bêguman Qralîçe gelekî pîr bû û li ber mirinê bû. Lê divê mirov zor û zehmetiyên hilweşîn û krîza sîstemê jî bibîne.
Zemîneke din a ku hilweşîna sîstema dewletparêz dikare bi hêsanî lê bê dîtin, bêguman Tirkiye ye. Di vê mijarê de hilweşîna Osmanî mînakeke ber bi çav e. Lewma ji dewleta Komara Tirkiyeyê 'komareke ciwan' bê gotin jî dike nake nikare şûna xwe xweş bike. Hîn sed salên xwe temam nekiriye, welê lê hatiye ku mîna extiyarekî nikare rabe ser xwe. Ya ku di şexsê faşîzma AKP-MHP'ê de diqewime, hilweşîn û mirina vê komara extiyarbûyî ye.
Bêguman di vê demê de ku serdema herî bi lez a dîrokê lê bi rê ve diçe, ne karekî hêsan e û nepêkane ku siyaset û mejiyê qirker, mêtinger û faşîst bê parastin û dewam kirin. Ji ber vê yekê welê li faşîzma AKP-MHP'ê hatiye ku ti pîvanên hiqûqî û exlaqî nas nake. Şerê taybet ê topyekûn jî li her qadê bi zext û zilmeke giran dimeşîne. Devlet Bahçelî her roj gefê li her kesî dixwe, Tayyîp Erdogan jî li ber deriyê dewletekê ye.
Ji bo faşîzma AKP-MHP'ê pêvajoya serberjêrbûnê zûdeyî destpê kiriye û li ber sekeratê ye. Ji bo rêveberiya AKP-MHP'ê dem niha gelekî girîng e. Divê bi lez û bez tiştekî bike û xwe ji vê rewşa li ber sekeratê rizgar bike.
Ji bo vê jî şert e ku di şerê dijî gerîla de bi ser bikeve û xwe ji bin zexta gerîla rizgar bike.
Bi kurtasî dema faşîzma AKP-MHP'ê nemaye û divê xwe ji xefika Zapê xilas bike. Di vî halî de ji ber ku nikare bireve, her ku dem derbas dibe û AKP-MHP bêhtir tengav dibe, êrîşên xwe jî zêde dike. Tirkiye derfet û hêza xwe hemûyî li ser vê bingehê ji bo şerê li Zapê seferber dike. Rêveberiya AKP-MHP'ê her tiştên Tirkiyeyê di şerê Zapê de bi kar tîne.
Bêguman bi rengekî dîn û har êrîş dike, di van êrîşan de jî kêmasiyan dike û gerîlayên HPG û YJA Starê jî van kêmasiyan bi hostatî bi kar tînin. Ev yek jî dibe sedem ku çalakiyên gerîla zêde bibin û hêza lêdanê ya gerîla xurt bibe. Derfet û firsend ji aliyê gerîlayên HPG û YJA Starê ve bi hostatî têne bikaranîn.
Bi esasî rojên dawî tê dîtin ku tundiya şer zêde bûye. Encamên vê jî di bîlançoyên rojane yên gerîla de tê dîtin. Piştî çend rojan wê bîlançoya giştî ya pênc mehan bê weaşndin û di wir de jî wê ev rewş bi eşkere bê dîtin.
Têkçûna faşîzma AKP-MHP'ê ya li Zap, Avaşîn û Metînayê wê li ber çavan bê raxistin.
Mînak; gelo wê di bîlançoya pênc mehan de çi hebin? Eger di nava pênc rojên bê de guhertinek nebe, wê di bîlançoya pênc mehan de bê gotin '10 helîkopter hatin xistin, derb li 70 helîkopteran hate xistin'. Hejmara kuştî û birîndarên AKP-MHP'ê êdî bi hezaran tê ragihandin. Bêguman hejmara çalakiyên gerîla jî wê bi hejmara bi hezaran bên parvekirin.
Baş e di vê bîlançoyê de serketina faşîzma AKP-MHP'ê qet nîne? Bêguman heye, ma dibe nebe? Mînak; wê bê eşkere kirin ku êrîşên faşîzma AKP-MHP'ê yên bi balafirên şer û keşfê, bi helîkopter, hawan û obusan, nêzî deh hezar carî ye. Her wiha wê diyar bibe ku bombardûmana bi çekên qedexekirî û sûcên şer ên bi çekên kîmyewî, bombeyên nukleer ên taktîkî û bombeya fosforê, gelekî zêde bûye.
Wê eşkere bibe ku li gel van hemûyan jî di encama şerê pênc mehan de hejmara gerîlayên şehîd bûne kêmî sedî ye.
Gelo ev çi nîşan dide? Eşkere radixe pêş çavan ku di şerê pênc mehên derbasbûyî de gerîla bi rengekî mezin şer kiriye û bi ser ketiye. Nîşan dide ku faşîzma AKP-MHP'ê li hemberî berxwedana gerîla bi rengekî giran têk çûye. Di berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê de gerîla bêvila faşîzma AKP-MHP'ê bi erdê re kişandiye. Faşîzma AKP-MHP'ê ku bi serketineke demkurt de dixwaze temenê desthilatdariya xwe dirêj bike, di nava şerê pênc mehan de têk çû û wê bi ser sergoyê dîrokê ve bê avêtin.
Ev rewş ji du aliyan ve bi vî rengî ye. Yanî faşîzma AKP-MHP'ê heml ji ber derbên xwariye bi vî rengî ye, hem jî ji ber ku bêencam ma û gelek êrîşan dike bi vî rengî ye. Bi bikaranîna çekên qedexekirî re kirina sûcê şer jî li derveyî vê rewşê ye. Bala xwe bidinê, bîlançoya şer nîşan dide ku artêşa AKP-MHP'ê windahiyên gelekî giran daye. Cebilxaneya wê li ber qedandinê ye, çekên wê bêbandor bûne û hêza xwe ya çete bi temamî xistiye şer. Ev jî işaret bi wê yekê dike ku pêvajoya têkçûna wê ya misoger destpê kiriye. Eşkere ye ku piştî têkçûna misoger, wê ji ber sûcên xwe yên şer bê darizandin. Çalakiya hesabpirsînê ya gerîla jî wê bi vî rengî bi encam bibe.
Hinek dibêjin ku faşîzma AKP-MHP'ê wê bi hilbijartina meha Hezîranê ya sala bê hilweşe. Mîna ku şerek naqewime û pêvajo ji aliyê şer ve nayê diyarkirin, tevdigerin. Ji ber vê yekê jî bandora şer a li se pêvajoya siyasî nabîne û bêyî ku tiştekî têkildarî şer bibêje, hewl dide siyasetê bike.
Bêguman ev hemû şaş in. Li Kurdistanê şerekî mezin diqewime û Tirkiye di nava şerekî gelekî giran de ye. Şerekî gelekî neheq, mêtinger û qirker tê meşandin. Faşîzma AKP-MHP'ê ku rêveberiya dewletê ye her tiştên xwe li gorî şer bi rê ve dibe. Yên ku vê rewşê nabînin, nikarin ji bo Tirkiyeyê paşerojeke cidî û çêker ava bikin. Ya wê vî şerî ji faşîzma AKP-MHP'ê bêhtir serketî bimeşînin (ku ev nepêkan e), ya jî wê diyar bikin ku şerê navborî çawa bi dawî bikin. Yên ku yekê ji van destnîaşn neke, nikare li Tirkiyeyê bibe rêveber. Bi şaşitî bibin rêveber jî wê nikaribin demeke dirêj li ser desthilatdariyê bimînin.
Li aliyê din ên ku rewşa şer rast nenirxîne, nikarin rewşa Tirkiyeyê jî rast binirxîne û nikarin polîtîkayeke serketî diyar bikin. Ji ber ku her tişt ji aliyê şer ve tê diyarkirin. Lewma desthilatdariya AKP-MHP ji xwe li Zap, Avaşîn û Metînayê di şer de têk diçe û ji aliyê siyasî ve hildiweşe. Di rewşeke wiha de, di hilbijartineke gengaz de ya ku divê bê kirin ew e ku derba dawî lê bê xistin û pêvajoya darizandina faşîzma AKP-MHP'ê ya ji ber sûcên şer bê destpêkirin.
Yên ku şerê diqewime dikarin rast binirxînin û encamên wê tevlî siyasetê bikin, dikarin vê bikin. Yanî yên ku xwedî li berxwedana antîfaşîst a bi pêşengiya gerîla derkevin dikarin encameke bi vî rengî bi dest bixin. Yên ku pêvajoya şoreşê ya antîfaşîst ku ji aliyê Berxwedana Zindanê ya Mezin ve hate destpêkirin û serketina gerîla ya vê pêvajoyê dibînin, dikarin wezîfeyek bi vî rengî bi ser bixînin.
Li ser vê bingehê çalakiyên serketî yên gerîla yên li Zap, Avaşîn û Metînayê pîroz dikin, diyar dikin ku dema hilweşîna faşîzmê û serketina mezin a şoreşa demokratîk nêz e.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka