Gavên ber bi xiyanetê ve

Gelo çima îro hêzek, partiyeke Kurd li gel polîtîkayên dewleta faşîst-qirker a Tirk zext û zilmê li gelê xwe dike? Çawa dibe ku partiyeke Kurd hem xwe dispêre vî gelî hem jî zextê li gelê xwe dike?

Di 23'ê Cotmehê de Mensûr Barzanî, alîkarê wî Kamûran Destkû, Ezîz Wêysî û Şîmal Axa têne mintiqeya Nehlê ya girêdayî Garê. Danê sibehê ya 24'ê Cotmehê di berfirehiya mintiqeya Nehlê de li gelek deveran noqteyên kontrolê vedidin. Piştî ku PDK’ê noqteyên xwe yên kontrolê li van deran vedidin, li qadê operasyonên hewayî yên balafirên dewleta Tirk jî dest pê dikin. 25’ê Cotmehê hemû gundiyên wê kom dikin û dibêjin ku, ew ê herêmê dagir bikin û divê li gor wê gel bi amadekarî tevbigere. Heman demê gefan li gundiyan dixwin û dibêjin, ger kesek alîkariya PKK’ê bike wê were ceza kirin û bi vî şeklî ji herêmê derdikevin.

Ev operasyon tenê ne li hemberî hêzên gerîla yên PKK’ê ye, heman demê ev operasyon li hember gelê Kurd û ji bo tepisandina gelê Kurd e. Ya herî balkêş jî ev operasyon bi destê hêzekî ku xwe wekî parezvanê Kurdîtî û Kurdistanîbûnê pênase dike bi rê ve diçe. Gelê Kurd ne biyaniyê vê zext û zilmê ye ku îro bi destê hêzên taybet ên gulan, hêzên zêrewan û çekdarên 'roj' tên kirin. Zext û zilma îro li herêma Garê li ser Asûrî, Misilman, Suryanan bi destê PDK’ê tê meşandin me dibe salên 1990'î. Baş e, çima?

Di salên 1990'î de li gelek deveran gel li hember zext, zulm, qirkirin û faşîzma dewleta Tirk a şoven raperiya û gelê Kurd ji bo nasname û nirxên xwe bi erka xwe rabû. Dewleta faşîst, qirker, xwînmij a Tirkan ji bo vê sekn û helwesta bi rûmet a gelê Kurd têk bibe û Kurdan ji rûpelên dîrokê bibe, dest bi êrîşekê kir ku emsalên wê kêm hatiye dîtin. Qasî ku karîbûn gel ji qirkirinê derbas kirin, ên mayî jî wisa lê kirin ku nedikarin debara jiyan xwe bikin û ger gotin li cih be jiyan ji bo wan kiribûn zindan. Hemû çavkaniyên gel ên ku pê debara xwe dikirin ji destên wan girtin ango gund şewitandin, wisa li wan kirin ku nedikarîn derkevin ber deriyê xwe û serên xwe ji mala xwe derbixin. Ev hemû jî di bin navê rewşa awarte de pêk anîn.
    
Niha heman tişt li herêma Garê, di serî de Kurd li ser hemû niştecihên herêmê bi destê hêzeke qaşo ji xwe re dibêje Kurd tê pêk anîn. Belê îro li herêma Garê çi diqewime, ji serê gelên Garê çi dibûhûre? Ji bo gel bixe binê venêraniya xwe, ji bo gel bitepisînin û ji bo  bertekan li hemberî hêzên gerîla ava bike, hêzên taybet ên Gulan, hêzên zêrewan û çekdarên 'Roj' ku hemû jî girêdayî malbata Barzanî ne polîtîkayên di salên 1990’î de dewleta Tirk li ser Kurdan bi rêve birî û hîna jî bi rêve dibe, li ser gelê vê herêmê bi rêve dibe. Baş e çi dike? Li herêmên ku operasyon lê destpê bûyî derketinên 6’ê evarê heya 6’ê siharê qedexe kiriye, ambargoyên aborî li ser gel daniye, zextan li ser gel, nexasim jî ciwanan dikin û bi rêbazên hwd. zilmê li gel dikin. Dema em baş van kirinên PDK’ê vekolin em ê bibînin ku tu cewaziya wê ji ya polîtîkayên dewleta faşîst tune ye. Ne di dest de ye ku em vê pirsê nekin. Gelo çima îro hezek, partiyeke Kurd li gel polîtîkayên dewleta faşîst-qirker a Tirk zext û zilmê li gelê xwe dike? Çawa dibe ku partiyeke Kurd hem xwe dispêre vî gelî hem jî zextê li gelê xwe dike?

Dema em bi şeklekî objektîf van pirsan bibersivînin em ê bibêjin ku, ti partî vê zilmê li gelê xwe rewa nabîne û ji vê jî wêdetir van kiryaran pêk nayne. Eger tiştek wisa jî mijara gotinê be teqez bi aqlê hêzek ji derve tê bi rêve birin. Ev aqil jî aqlê dewleta Tirk e ku ev sed sal e desthilatiya xwe li ser xwîna Kurdan mezin dike.