Erdogan heqaretê li gelê Iraqê dike!

Hikûmeta Erdogan a ku nizane çawa sûcên xwe yên şer veşêre, sed teqla vî alî wî alî li ser hev diavêje da ku bikare komkujiya Zaxo bixe stûyê PKK’ê.

Hikûmeta faşîst a Tirk ku serkêşiya wê Erdogan dike, piştî ku ji her alî ve dest vala ma, nezanî çi bike; rabû bi fermana dayî leşkerên xwe 20’ê Tîrmehê li Seyrangeha Perex a Zaxo geştyarên Ereb ên li geştê bû ku jin û zarok jî hebûn da ber topan û hewanan. Di vê êrîşa hovane de jin û zarok jî di nav de 9 kes hatin qetilkirin û 23 kes jî birîndar bûn.

Piştî bihîstina vê komkujiyê û dîmenên li ser medyayê belav bû û şûnde destpêkê gel daketin kolanan û helwestên cidî raberî Tirkiyeyê kirin. Hemû navendên vîze yên Tirkiye dorpêç kirin, alên Tirkiyeyê daxistin û dan ber agir.

Helwesta gel wisa bû ku demildest hemû rayedar û asta dîplomasî û parlemento xiste tevgerê, bi lezûbez Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuat Husên çû cihê bûyerê û diyar kir ku belgeyên hêzên leşkerî bi dest xistiye û dîsa şahidên bûyerê piştrast kir ku Tirkiye ev êrîş pêk aniye. Her wiha her çendî dengek xurt ji PDK’ê ya hevkarê Tirkiye nehatibe jî, wan jî ragihand ku êrîşa li ser sivîlan nayê qebûlkirin, wisa da nîşandan ku ew jî nerazî ne. Mixabin bi salan e welatiyên Kurd tên qetilkirin, bertekek nîşan neda û şermezar nekirin. Ev mijarek têra xwe sersûrman û trajedî ye.

Li vir mijara me ya esas, hikûmeta Erdogan a di vê mijarê de asê ma û dixwaze bi rengekî xwe ji vê xilas bike, hemû hewldan ew e ku vê mijarê bixe stûyê PKK’ê û bêje wan wisa kiriye. Her kes zane ku PKK ti top û hewanên wisa nîne ku bikare bi kar bîne. Jixwe belge û delîlên hikûmeta Iraqê jî eşkere kir ku ti PKK’yî li wir nîne. Ev hinceta Tirkiye bi temamî pûç kir.

Gelo ma êrîşa li ser Lolan, Kendekol, Kortek, Zergelê, Bamernê û dehan cihên din kê kir? Hemû li ber çavê cîhanê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hate kirin, li ber çavê dinê hemû derewan dike, dixwaze binixûmîne. Çawa ku her kes zane ev êrîş Tirkiye kiriye, êrîşa li Perexê jî bi destê leşkerên Tirk hatiye kirin. Ti şik û guman ji vê yekê nîne.

Li ser vê yekê giliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir. Ev yek zêdetir tirs û fikar xiste dilê Tirkiye. Her çendî bendewariyek pir mezin nîne Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ji bo biryarek derbarê Tirkiye bide. Balkêş e berî civîna sibe konseyê daxuyaniyek da û tenê êrîş şermezar kir û daxwaza lêkolîna bûyerê kir. Gelo KENY dosya giliyê qebûl dike û ser de jî bawerî bi têkoşîna rayedarên Iraqî nabîne, daxwaza lêkolînê dike. Gotinên şahidan heye, Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Husên û dîsa şandeyek ya leşkerî lêkolîn kiriye, piştrast bûye ku Tirkiyeyê ev êrîş kiriye, hê daxwaza lêkolîna çi tê kirin? Hewldanên kêmkirina helwestên gel û nixûmandina vê mijarê ye, ji derveyî vê ne tiştekî dine.

Herî dawî Erdogan bi zimaneke nerm a siyasî gef li aliyên Iraqî xwar û got: “Ha ji daxuyaniyê didin hebin.” Ev vekirî nîşaneya gefê ye. Yanî dibêje; dengê xwe nekin. Li aliyê din dibêje; ‘em bi birayê xwe yê Iraqê re ne û têkiliyeke me heye.’ Li aliyê din jî êrîşa pêk anî, qebûl nake û heta ne qebûl nake, rasterast gefê li hemû Iraqî û gelan dixwe. Ji ber ku cara yekem gel dakete kolanan û helwest nîşan da. Ji bo wê gefa mezin li ser gel e. Dixwaze gel bêdeng bike. Ji ber ku dînamîka esasî gel e. Rayedar û aliyên siyasî ji ber berjewendiyên xwe dikarin her tiştî ji nedîtî ve bê û mijarê nerm bike û heta astekê jî binixûmîne.

Ev aliyeke yê madalyonê ye, aliyê din ê madalyonê jî Erdogan bi vê gotinê hemû rayedarên Iraqê, Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Husên, Fermandariya Iraqê û şahidên bûyerê hemû derewîn derdixe. Dibêje hûn ne rast dibêjin, henekê xwe bi wan dike. Diyar dike ku ew çi bêje rast e. Ev heqaretek mezin li malbatên qûrbaniyan, gelê Iraq, gelên Rojhilata Navîn e.

Encam li holê ye bi temamî dewleta Tirk dixwaze ser mijarê binixûmîne û rastiyan berovajî bike. Divê di serî de gelê Iraqê, taybet Ereb û gelên Rojhilata Navîn rastiya dewleta Tirk a qirker û mêtinger binase û li gorî wê helwest û bertekên xurt raber bike. Helwestên tund nebe, wê Erdogan hewl bide faşîzma xwe li ser hemû herêmê bide avakirin.