Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Ebas: Bêdengiya Iraq û PDK ya li hember êrişên Tirkiyeyê hevkariyê nîşan dide

Çalakvanê Siyasî yê Demokrat a Sûdanê Şîhab Ebas diyar kir ku hikûmeta Iraqê û berpirsyarên Herêma Kurdistanê bi erêkirina êrişên dewleta Tirk qanûn û peymana navneteweyî binpê kirine.

Endamê Fermandariya Tevgera Koş a Nûbiyan (Nubian Kush) û Alîkarê Kordînatorê Giştî yê Parzemîna Afrîkayê Şîhab Ebas di derbarê êrişên dewleta Tirkiyê ya li ser Iraqê û Herêma Kurdistanê bi diyalogeke taybet, ligel ajansa me ANF’ê axivî. 

Şîhab Ebas diyar kir ku, dewleta Tirkiyê ji roja ku Fedresyona Herêma Kurdistanê hatiye avakirin heya niha bi berdewamî destdirêjî û êrişên xwe li ser serweriya herêmê û dewleta Iraqê dike û wiha dewam kir: “Armanca dewleta faşist a Tirkiyeyê ku Serokkomarê wê Erdogan e, tune kirina tevgera rizgarîxwaz û gerîla ye. Dixwazin gelê Kurd bifetisînin.”

ZAGON TÊN BINPÊKIRIN

Ebas destnîşan kir ku hesabên dewleta Tirkiyê ya li ser bakûrê Iraq û Mûsilê dîrokiye û wiha pêde çû: “Bi van êrişên li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê zagon û peymanên navneteweyî têne bin pê kirin û hevkarên van êrişan rêveberên Herêma Kurdistanê ne. Rastgirên Iraqê ku bi rastgirên Kurd ên paşverû re hevalbend in, nikarin li dijî êrişên faşîzma Tirk bibin hêza rizgariya dewleta Iraqê û parastina Herêma kurdistanê bikin.”

Ebas derbarê helwesta lihevkirina welatên Ereb ya li hember êrişan jî wiha nirxand: “Wekî tê zanîn kombûyîna weletên Ereb, vê yekê şermezar dike, lê mekanîzmayê wan a çareserkirina  destwerdana leşkerî ji bo parastina welatên Erebî û sînorên wan nîne. Bertekên welatên Ereb li hember êrişên dewleta Tirk, bi newêrekî û gelek rûtîn tên pêk anîn. Şer di navbera du welatên Ereb de pêk hatibana wê biba rojeva cîhanê û tevahî welatên Ereb wê bertekên xwe nîşan bida. Divê erebên li welatê Iraqê û her wiha welatên din dijîn van êrişan li dijber ax, hebûn û perçeyek laşê wan tê kirin bibînin û xwedî lê derkevin. Ji ber wê Kombûna Ereban weke ku çawa  destwerdana Iraqê li Kuweytê xwedî rol bû li gorî ku welatekî erebî li dijî welatekî ereb bû.”

Ebas diyar kir ku divê ereb li hemberî dagirkirinê li ser xaka Iraqê bibe xwedî helewsteke xurtir û wiha pêde çû: “Ji ber ku Tirkiyeyê dewletekî biyanî ye. Çawa ku dewletên Rojava bi Ukraynayê re alîkar dibe, divê welatên Ereb jî,  ji aliyê aborî û wekî din jî piştgirî bidin têkoşîna Kurdan. Ev jî tevgerên faşîzma Tirk ên li hember gelên Ereb û gelê herêmê yên li Iraq û Sûriyeyê sînordar dike. Erdogana rovî, sûdê ji lawaziya dewletên Ereban û parçebûna navneteweyî digre û ji bo bigihêje xewnên xwe yên terorîstî yên Osmanî li Rojhilata Navîn van êrişan pêk tîne. Her wiha nebûna wijdanek Erebî û serkirdayetiya Erebî û zêdekirina mişteriyan di rêza yekem a rejîmên Erebî de,  bû sedema berfireh bûna hovane ya Tirkiyê li ser axa Ereban, wek ku li Lîbya, Iraq û Sûriyeyê pêk hatî.”    Ebas her wiha destnîşan kir ku bê helwestbûna gelên Ereb li hember dagirkirina dewleta Tirkiyeyê bingeha xwe ji pêşdîtina wan a kêm pêk tê û wiha dewam kir: “Şerê navxweyî ya li Sûriyeyê, Iraq, Lîbya, Yemen û Sûdanê ji bîr kirine. Welatên Ereb seranser nêzî van êrişan dibin. Divê em xwe nespêrin hiqûqa navneteweyî. Ji ber ku ev qanûn tenê ji bo berjewendiyên dewletên rojavayî û hêzên mezin tê bikaranîn.  Weke mînak ji ber kendava Basrayê jêdereke bingehîn a  enerejiyê ji bo welatên Rojavayî ye qanûnên navnateweyî ji bo pêşî girtina li hemberî Sedam were kirin, bikaranîn. Her wiha li dijî Koreya Bakûr, li dijî Venzuwêla, Kuba û yên din pêk tên. Niha piraniya civaka navneteweyî li dijî Rûsyayê ne, ji bo berjewendiyên wan ya aborî û stratejîk li Ukraynayayê heye.  Li gorî hiqûqa navneteweyî ya adil, heke dewletek destwerdana serweriya dewletek din bike , mafê Encumena Ewlekariyê heye ku beşa VII li dijî dewleta êrişkar ferz bike.”

Ebas di dawiya axaftina xwe de got: “Terorîst Erdogan ajanekî diyalektîk yê sîyonîzm, masonî û rojavayî ye û ji bo ku bigihêje xeyalên xwe yên Osmanî wan bi kar tîne. Her wiha dewleta Tirk rêxistina Îxwana El-Mislimîn (birayê Mislimanan) ya navneteweyî jî ji bo êrişa gelên li herêmê  bike û destkeftiyên gel bi dest bixe, bi kar tîne.”