Dixwest mîna Simko Serhildan şer bike

Senger Pola yê HPG'î ku 11'ê Tîrmeha 2018'an li Amanosê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû, yek ji bi hezaran lehengan bû ku mohra xwe li dîroka têkoşînê ya gelê Kurd xist.

Dema Senger Pola (Cemal Hesennejad) li şoreşgerên vê xakê dinêre ku li ser çiyayan ji bo azadiya vê niştîmanê canê xwe feda dikin û bi ruheke fedayî li hemberî neyarên Kurdistanê mil bi milê hevrêyên xwe di çeperan de şer dikin; ji xwe re dibêje: “Çima ez li vir rûniştime û ji bo vê xaka ku bindestê dagirkeran e şer nakim, ma qey xwîna min ji xwîna wan binirxtir e, ma qey ez jî wek wan xwîna vî welatî di damarên min de nîne? Wate pêwîste ez jî ji bo çavkaniya xwîna xwe ji bo welatê xwe yê hatî dagirkirin şer bikim.” Wijdana Cemal ew ne wekheviye qebûl nekir û biryar da ku ew jî biçe nava xwezaya Kurdistanê û li rex ciwanên şoreşger ên li ser xaka xwe li hemberî dagirkerên Kurdistanê şer bike. Cemal dizanîbû ku cihê ew bixwaze vê têkoşînê têde birêve bibe çiyayên azad ên Kurdistanê û Partiya Karkerên Kurdistanê ye. Cemal dema ku destpêkê PKK nas kir fêm kir ku PKK tevgereke cidî ye û tevgereke mirovatiyê ye ji bo hemû mirovên azadîxwaz. Li ser vê bingehê sala 2015’an tevlê nava refên gerîla dibe. Ew hesta ku wê demê pêre hebû ku êdî dikare di xwezaya rengîn a Kurdistanê de li rex hevrêyên xwe li hemberî dijminê xwînxwar di çeperekê de têbikoşe bû sedem ku navê xwe bike Senger Pola û weke çepereke polayî li hemberî dijminên xaka xwe sînga xwe bike mertal û rê nede ku ji wê zêdetir mafê gel û xaka wî binpê bike.

FELSEFEYA APOYÎ DERYAYEKE

Dema navê PKK’ê dihate ser zimanê wî, kenek veşartî li ser lêwên wî rûdinişt ku bi behskirina derbarê PKK’ê re ew kenînok dibû ken û ew ken jî ji bo her demê li ser lêwên wî mayînde dibû. Senger ev jiyana nû ji bo xwe jiyaneke bê hempa didît û hevaltiya ku di nava PKK’ê de dîtî ew hevaltî bû ku di nava civakê de qet nedîtibû. Ev hevaltî bû sedem ku Senger zêdetir evîndarê jiyana gerîlatî û hevaltiya bêhempa ya hevrêyên xwe bibe. Fedayîbûna ku ji hêla hevrêyên xwe ve didît di wî de jî kesayeteke fedayî ava kir. Wêrekî û hêza ku di gerîla de didît, êdî hêdî hêdî di xwe de jî pêş xist û wisa dikir ku tirsek wî ji ti dijminî nebe û bi xwe spartina gelê xwe di jiyana şoreşgerî de gav diavêje. Hêviya ku di vê tevgerê û gelê Kurd de didît, dibû sedem ku di serketinê de bi israr be û ji bo misogerkirina wê zêdetir xwe pêş bixe. Senger wiha behsa hestekî xwe ya li pêşberî PKK û PKK’bûyînê dike, “Mirov dikare behsa PKK’ê û PKK’bûyînê bike, lê nikare bi giştî vê hestê ya ku di hundirê de heye vebêje. Ger bi salan jî biaxivî nikarî mezinbûna PKK’ê, jiyana PKK’ê û rastiya PKK’ê bikeyî. Felsefeya Apoyî deryayeke; mirov çiqasê behsa wê bike jî nikare heta behsa dilopek ji wê behrê bike. Bi felsefeya Apoyî û armanca ku ji bo wê şer dikin, ti astengiyan nas nakin û li kuderê pêwîstî hebe emê li wê derê têkoşîna xwe bidomînin. Weke şehîd Qazî Mihemed gotî: ‘Ger seriyek ji bo azadî be, bila hezar serî qurba be’. Li ser vî bingehî em jî têdikoşin û xwe pêş dixin.”

VEDENGA DILSOZBÛYÎNA BI NIŞTÎMAN Û GEL JI DENGÊ WÎ DIHAT

Senger dengê xwe yê xweş belavî nav kêliyên bêdengiyê yên xwezayê kir û bi dengê xwe yê bi êş xwezaya Kurdistanê tije awazên xweş kir. Dema ku dest bi strîna stranan dikir, xwezaya rengîn a Kurdistanê dicoşand û bi dengê xwe yê xweş guhê hevrêyên xwe û zindiyên xwezayê êmin dikir. Di melodiya dengê heval Senger de ku mîna awazeke bêhempa di xwezayê de deng vedida, me hemû hest û xweşiyên di nav dilê wî de hîs dikir û vedenga dilsozbûyîna bi niştîman û gel ji dengê wî dihat. Vê vedengê hemû hişên heyî mestê xwe dikir.

XEYALÊ WÎ EV BÛ KU LI CIHÊ KU DIJMIN TEXMÎN NAKE DERBEYAN LÊ BIDE

Senger kesayetiya şoreşgerê mezin û Egîdê Rojhilat şehîd Simko Serhildan ji bo xwe kiribû bingehê şoreşgerî û jiyana rast. Dixwest di rêya ku heval Simko têre derbas bibû de bimeşe û biçe herêmên Dêrsim û Behra Reş; da ku mîna heval Simko di dilê gelê wê herêmê de cihê xwe veke û ji bo wî gelî şer bike. xeyalê wî ev bû ku li cihê ku dijmin texmîn nake ku gerîla lê heye, derbeyan lê bide. Dixwest vê yekê bi dijminê dagirker îsbat bike ku PKK wiha ye ku gerîlayeke Rojhilat tê û bi hevrêyên xwe di nava çeperekê de li herêma di bin serweriya te de derbeyan li te dixe û ev yek bi xwe li dijî wî dijminî şerekî herî mezine. Bi wê sekna xwe dixwest vê jî îsbat bike ku Kurdistan yek parçe ye û ew amade ye ku ji bo azadiya Kurdistanê li her beşek a Kurdistanê erkê xwe yê şoreşgerî pêk bîne. Heval Senger li ser pêşniyara xwe sala 2017’an derbasê eyaleta Amanos bû û li wir têkoşîna xwe ya şoreşgerî domand. Çûyîna herêma Amanosê hesteke xweş di nav dilê wî de çêkir. Bi wî hestî ve ket ser rêya dijwar û zehmet ê Amanosê, heta ku gihîşte xwezaya rengîn a Amanosê. Li wir bi hestê tolhildana hemû şehîdên rêya azadiyê û bi kîna li hemberî dijminê dagirker têkoşîna xwe domand û bi ruheke fedayî di xebatên şoreşgerî de erkê xwe bi cih anî.

JI BO HETA HETAYÎ DI NAV DILÊ HEVRÊYÊN XWE YÊ ÇEPERAN DE MAYÎNDE BÛ

Senger zanîbû ku di nava PKK’ê de mirin tune ye, asta herî dawî ya gerîlayan eve ku bi serfirazî digihîjin dereceya bilind a şehadetê ku Senger şehadet jî weke jiyaneke nû didît. Dizanîbû ku di nava PKK’ê de piştî şehadetê jî wê di dilê hevrêyên xwe û dîroka ku bi hevrêyên xwe ve nivîsandiye her tim zindî dimîne. Senger di 11’ê Tîrmeha 2018’an de li Amanosê di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de tevlê nava karwanên nemiran dibe û mohra xwe li pirtûka dîroka têkoşîna gelê Kurd da û ji bo heta hetayî di nava dilê hevrêyên xwe yên çeperan de mayînde bû û weke ku bi xwe jî dizanî heta ku şoreşgereke Kurdistanê bimîne wê Senger timî jiyan bike.