Di sala 24'an de têkbirina komployê

Niha dor hatiye ku komplo bi temamî bê têkbirin û azadiya Rêber Apo û Kurdistanê bê misogerkirin. Armanca Kurdan û dostên wan a di di sala 24'an a têkoşîna dijî komployê de ev e.

Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku ji aliyê sîstema dewlet û desthilatdariyê ya cîhanî ve li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin dikeve sala 24'an. Kurd û dostên wan li çar parçeyên Kurdistanê û çar aliyên cîhanê li ser piyan e. Êrişa komployê ya cîhanî ku armanca wê îmhakirina Rêber Apo bû şermezar dikin û xwedî li Rêber Abdullah Ocalan derdikevin. Çalakiyên li her qadê bi pêşengiya jin û ciwanan têne lidarxistin. Bi vî rengî li ber sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê radibe û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê kirin.

Weke ku tê zanîn êrişa komployê ya navneteweyî 9'ê Cotmeha 1998'an dest pê kiribû û armanca wê tunekirina Rêber Abdullah Ocalan bû. Hêzên komploger zêdeyî çar mehan li ser vê bingehê êriş kirin û ji ber ku nekarîn ji aliyê fîzîkî ve Rêber Apo tune bikin, vê carê 15'ê Sibata 1999'an dan dewleta Komara Tirkiyeyê û xwestin Rêber Apo bê darvekirin.

Piştî ku lêgerîna darvekirinê jî hate têkbirin, vê carê bi sîstema tecrîd û êşkenceê ya li Îmraliyê xwestin birizîne û ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve têk bibin. Gava ku polîtîkaya rizandinê jî hate têkbirin, vê carê hewl dan ku bi girankirina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê hewl dan tolê hilînin.

Niha bi şêweyê tecrîda Îmraliyê ya girankirî vê êrişa tolhildanê û komployê dewam dikin. Tecrîd li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê belav bûye û bandorê li tevahiya cîhanê dike. Bi vî rengî li dijî komploya ku êrişeke cîhanî û paşverû ye, têkoşîna demokrasî û azadiyê jî cîhanî bûye.

Diyar e ku hêzên komploger ên cîhanî bîst û çar sal û nîv e êrişên xwe yên ji bo tunekirinê dimeşînin, lê bi pêşengiya Rêber Apo gelê Kurd û dostên wan jî li dijî komployê ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin.

Vê têkoşînê heta niha encamên gelekî mezin afirandiye. Bala xwe bidinê; di nava bîst û çar nîv salên derbasbûyî de îmha hate pûçkirin, pêşî li îdamê hate girtin, polîtîkaya rizandinê hate têkbirin, êrişên tasfiyekirinê li bin hate xistin, li dijî êrişên ji bo tolhildanê berxwedaneke bi lehengî hate nîşandan.

Planên êrişê yên komployî gelek caran hatin pûçkirin û têkbirin. Niha dor hatiye ku komplo bi temamî bê têkbirin û azadiya Rêber Apo û Kurdistanê bê misogerkirin. Armanca Kurdan û dostên wan a di sala bîst û çaran de li dijî komployê bi vî rengî ye.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di nava şert û mercên Îmraliyê de yek ji şoreşên herî mezin ên zîhniyetê ya dîroka mirovahiyê pêk anî, bi Fikrê xwe yê Modernîteya Demokratîk rêya azadî û rizgariyê nîşanî gelên bindest bi taybetî jî jinan da.

Bi vî rengî ji sînorên neteweyî derbas bû û xwe kir rêberê bindestan hemûyan. Li ser vê bingehê dîwarên Îmraliyê parçe parçe kir, armancên komploya navneteweyî bi temamî têk bir.

Bi kurtasî di têkoşîna dijî komployê de Rêber Apo yek ji serketinên herî mezin bi dest xistiye. Niha dor dora me ye, bi şikandina tecrîd û êrişên komploger divê em serketina xwe biafirînin.

Baş e, em ê vê çawa bikin? Eşkere ye ku bi fêhmkirina her aliyên rastiya komploya navneteweyî û bi têkoşîna serketî ya li dijî komployê em ê karibin bikin. Ji bo vê jî beriya her tiştî divê em hêzên komploger baş nas bikin û armancên wan fêhm bikin.

Gelo ev hêzên komploger kî ne? Bêguman me ev pirs gelekî ji xwe pirsî û di nava bîst û çar salan de gelek bersiv dan. Lê divê em careke din biprisin û bersivê bidin.

Ji bo hêzên komploger ji bîr neke û baş nas bike divê em vê bikin. Ji ber ku aqlê mirovan li ser meyla ji bîrkirinê ye û mîna ku dua bike eger em timî bi bîr neynin, hingî metirsî heye ku em komplogeran ji bîr bikin. Ji jibÎrkirinê jî wêdetir, metirsî heye ku ji komplogeran bikevin nava hêviyê. Dema ku em li derdora xwe binerin, em ê bibînin ku ev rewşa metirsîdar çiqasî li holê ye.

Weke ku tê zanîn, komploya navneteweyî ya ji bo îmhakirina Rêber Apo ji aliyê rêveberiya DYE'yê ve hate plankirin, biryar li ser hate danîn û hate meşandin. Di serî de Îsraîl û Îngilistan bi piştgiriya Misir, Rûsya, Fransa, Elmanya, Yewnanistan û Kenyayê ev kirin.

Mirov dikare bêje ku piştgiriya pêwîstî pê didît ji dewletên ku dixwest bi hêsanî wergirt. Roja Qirkirina Kurdan 15'ê Sibatê ji aliyê van hêzan ve hate afirandin û sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê jî dîsa bi destê van hêzan hate avakirin. Sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê niha jî ji aliyê van hêzan ve tê meşandin.

Divê em vê rastiyê ti carî ji aqlê xwe dernexînin û ji bîr nekin. Mîna ku tesbîhê bikişîne divê em vê rastiyê her roj bînin ser ziman. Divê em bi vî rengî bikin ku dost û dijminên xwe nas bikin, tevlîhev nekin. Em hêzên ku komplo kirine ji bîr nekin. Li dijî komployê bibin xwedî sekneke rast, têkoşîneke serketî. Di dema têkoşînê de dema ku hin zehmetî derkete pêşiya me divê em hedefê şaş nekin. Diyar e şertê destpêkê yê têkoşîna serketî ya li dijî komployê ev e.

Şertê duyemîn jî ew e ku armancên hêzên komploger baş zanibin û ti carî ji bîr nekin. Baş e armanca komployê û hêzên komploger çi bû? Eşkere ye ku îmhakirina Rêber Apo, tasfiyekirina PKK'ê û li ser vê bingehê qirkirina Kurdan bû.

Ji ber ku li pêşiya qirkirina Kurdan PKK dibe asteng û dike ku siyaset û zîhniyeta qirker a li ser azadiya Kurdan bê têkbirin. Tevî van hemû êrişan nedikarîn PKK'ê tasfiye bikin. Ji ber ku Rêber Apo li pêşiya tasfiyekirina PKK'ê dibû asteng. Wê demê ji bo qirkirina Kurdan, ji bo tunekirina PKK'ê û ji bo serxistina vê yekê diviyabû Rêber Apo îmha bikirana.

Stratejiya komploya navneteweyî bi vî rengî hatibû avakirin û hêzên komploger jî li ser vê bingehê êriş kirin. Berê van êrişan hemûyan dan Rêber Apo û xwestin bi vî rengî encamê bi dest bixin. Bêguman ev êriş hemû ji aliyê Rêber Apo ve hate têkbirin. Rêber Apo daxwazên komplogeran pûç kir.

Baş e Rêber Apo ev yek çawa kir, çawa bi ser xist? Eşkere ye ku ne bi jibîrkirina komplo û hêzên komploger, ne bi hêvîkirin û bendewariya ji wan kir.

Baş e çawa kir? Eşkere ye ku bi naskirina komplo û komplogeran, bi analîzkirina rastiya wan a dîrokî, bi fêhmkirina wan, bi têgihiştina armancên wan, bi pêkanîna şoreşa herî mezin a dîrokê ya wijdan û zîhniyetê sîstema komploger ji holê rakir, sîstema jiyaneke nû danî holê û li ser vê bingehê li dijî komployê teorî, bername û stratejî ava kir, wêrekî û fedakariya têkoşînê destnîşan kir. Li ser bingeha van hemûyan bi îradeyeke mezin, bi hêviyeke bênavber têkoşiya.

Wê demê eger em jî dixwazin komployê têk bibin divê em jî mîna Rêber Apo bikin. Jİ bo vê jî beriya her tiştî divê em nekevin nava hewldanên wê yekê ku xwe bi sîstema komploger bidin ecibandin û bidin qebûlkirin. Yanî divê em xwe lêgerînên welê vegirin ku nekevin nava sîstema komploger û di nava sîstemê de li çareseriyê negerin.

Gelo feraset û helwestên bi vî rengî hene? Belê, gelekî hene. Eger em li dora xwe binerin em ê bibînin ku feraset û helwestên bi vî rengî gelekî zêde ne.

Diyar e ku komplo û hêzên komploger bi hêviya ji wan nayê têkbirin. Berevajî, bi analîzkirin û têkbirina zîhniyet û siyaseta komploger, bi avakirina zîhniyet û siyaseteke nû, li ser vê bingehê jî bi meşandina têkoşîneke serketî li dijî siyaset û zîhniyeta komploger, komploya navneteweyî bi temamî dikare bê têkbirin.

Wê demê divê em di dil û mejiyê xwe de hemû nîşaneyên komployê ji holê rakin, xwe bi temamî ji komployê qut bikin, li dijî wê têkoşîneke rast û bi bandor bimeşînin. Ev feraset û helwest wê me li dijî komployê bi ser bixîne. Mîna berxwedêrên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin'.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA