Di nav eniya desthilatdaran de tiştekî nû tune

Pergala ku 6 partî dixwazin, berê jî hebû û bi dehan salan desthilatdar bû. Nikaribû pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike berevajî wê pirsgirêk kûrtir kir. Ev pergal niha piçekî were biriqandin jî wê nikaribe tu tiştî rizgar bike.

Adnan Menderes ê ku yek ji serokwezîrê Tirkiyeyê bû û gelekî jê dihat hezkirin û trajideyeke gelekî giran hate serê wî, dema ku wî dibin dar ve bikin serbazên li ba wî jê pirsîne “Ezbenî pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê çi ye?” Adnan Menderes ê ku digotin beriya darvekirinê heb daqurtandibû, xwestibû xwe bikuje û ligel ku sihheta wî ne li cih bû hatibû darvekirin, gotiye ‘Doza Kurdan.’

Serokwezîrê Necmettîn Erbakan ê ku ew jî li Tirkiyeyê xwedî islûbeke xweser bû û tiştekî wekî ya Menderes hate serê wî, ji bo çareseriya doza Kurdan name ji Serokê Dewleta Sûriyeyê Hafiz Esad re şandiye. Erbakan li Çewligê di axaftineke xwe de gotibû ‘Heke tu bibêjî ez Tirk im, ez serbilind im û jîr im, wê yekî din jî derkeve bibêje ez Kurd im, serbilindtir im û jîrtir im’ û wê sonda nijadperest a li dibistanan rexne kiribû. Bi hinceta ‘Trîlyonên winda’ Necmettîn Erbakan jî ji ber sedema nêzikbûna wî ya li doza Kurdan, kete rewşeke ji darvekirinê xerabtir. 

Di 28’ê Sibatê de ya ku dîroka darbeya post-modern e ya ku Necmettîn Erbakan ji desthilatdariyê hate xistin, CHP û pênc partiyên mûxalefetê yên ku diyar dikin ew li ser xeta Menderes û Erbakan in, civîneke hevpar li dar xistin, metneke hevpar a bi navê ‘Pergala parlementer a xurtkirî’ ya ku jê re digotin ‘Tirkiyeya siberojê’ îmze kirin û îlan kirin ku ew ê ‘Pergala seroktiyê’ ya ku tifaqa AKP û MHP’ê rêxistin kiriye, biguherînin. Bi vî awayî ji dêvila desthilatdariya AKP û MHP’ê diyar kirine ew ê bibin namzetên desthilatdariya Tirkiyeyê.

Menderes û Erbakan diyar kiribûn pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê ‘Doza Kurdan e’ lê van partiyan qala van tiştan nekirine. Nûnerên her şeş partiyan ku teksta ‘Pergala parlementer a xurtkirî’ xwendine, dema dest bi axaftinê kirin gotine ‘Ji şer re na’  diyar kirine ew li dijî şerê li Ukraynayê ne lê derbarê şerê ku dewleta ku ew dixwazin bi rê ve bibin li Kurdistan, Sûriye û Iraqê dikin jî tiştek negotine û çavê xwe jê re girtine. Pê re jî piştî îmzekirina tekstê ji bo rakirina parêzbendiya parlementera HDP’ê Semra Guzel tevî AKP û MHP’ê gotine ‘Erê.’ Wekî di 2’ê Adara 1994’an de pênc parlementerên ku bi tenê ji ber ku Kurd bûn li Meclîsa dewleta Tirk parêzbendiya wan hatibû rakirin, a niha jî parêzbendiya parlementera HDP’ê Semra Guzel hatiye rakirin. Dema ku mirov bala xwe dide van tiştan, ji bo teksta ku di 28’ê Sibatê de şeş partiyan îmze kiriye, mirov dikare bibêje ‘Di eniya desthilatdaran de tiştekî nû tune.’

Di teksta ‘Pergala parlementer a xurtkirî’ de ya ku CHP, Îyî Partî, DP, Deva, Gelecek û Saadetê îmze kiriye ji xeynî mafên jinan tiştekî nû tune. Tiştên li ser mafên jinan jî xumamî ye, dûrî rewşa şênber e, ji ber vê ne zelal e wê çawa were pêkanîn. Tekst li ser pergala îdarî û rêveberiya dewletê ye. Bêguman ji ‘Pergala seroktiyê’ ya rêveberiya AKP û MHP’ê cihêtir e, li gorî wê cihê û nû ye, lê wekî berhevoka pergala îdarî ya beriya ‘Pergala seroktiyê’ ye, ji ber vê jî kevn e û ne nû ye. Ji ber ku ew jî dizanin wisa ye û ew ê li ser vî esasî were rexnekirin, wan bi israr bal kişandine ser vî tiştî û gotine ‘Em vegera li demên berê red dikin’. Lê ew qaşo red bikin jî cewhera wê kevn e û ev gotin tiştekî naguherîne.

Di tekstê de gotineke gelekî bi îddîa a bi navê ‘Tirkiyeya azad û demokratîk’ hatiye bikaranîn. Lê ji xeynî parvekirin û rêveberiya sermaye û dewletê tiştekî din tê de tune. Beşa ‘maf û azadiyên demokratîk’ giştî ye û ji bo Tirkiyeyê tu aliyekî wê yê nû tune. Di wê tekstê de civak tune, beşên cihê yên civakê tune, pirsgirêkên li ber çav ên Tirkiyeyê û rêyên çareseriyê tune, di tekstê de Kurd ên ku hêmana avakar a Komarê ne û civakên neteweyî yên din tune. Qala azadiya dîn û wijdanê hatiye kirin lê tew qala Elewiyan jî nehatiye kirin.  Karker û kedkar, başkirina jiyana xebatê û sînordarkirina serdestiya sermayeyê tê de tune. Ji ber vê jî di vê tekstê de pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê û rêyên wê yên çareseriyê tune.

Heke em ji heta 12’ê Îlona 1980’an bibêjin ‘Serdema yekemîn a Komarê’ û ji serdema Evren, Gureş û Erdogan re jî bibêjin ‘Serdema duyemîn a komarê’, wê ‘Pergala parlementer a xurtkirî’ ya ku şeş partiyan li ser wê li hev kirine jî bibe ‘Serdema sêyemîn a komarê’. Jixwe qala avakirineke nû tê kirin. Lê teksta ‘Pergala parlementer a xurtkirî’ ne teksta avakirina komareke nû, Komareke Demokratîk û ya serdema sêyemîn e, berevajî wê teksta ‘Serdema yekemîn a komarê’ ya ku ya ku hatiye komkirin. Hemû sazî û dezgehên ku qala wê kirin û esasên wê aîdî serdema yekemîn e.

Zelal e ku em dema mirov qala rewşa neyînî û bêkêrbûan ‘Pergala seroktiyê’ bike, nayê wateya ku pergala ku şeş partiyan li hev kirine rast e û wê bi kêr were. Pergala ku 6 partî dixwazin, berê jî hebû û bi dehan salan desthilatdar bû. Nikaribû pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike berevajî wê pirsgirêk kûrtir kir. Ji ber vê pergal hate guherandin û derbarî ‘Pergala seroktiyê bûn’. Pergala ku berê jî nikaribûye tiştekî çareser bike, a niha piçekî were biriqandin jî wê nikaribe tu tiştî rizgar bike.

Sermesele ‘Pergala parlementer a xurtkirî’ di warê îfadeya teorîk de baş hatiye sererastkirin û ji bo pêkanînê guncav e. Lê bi tena serê xwe tu pergal ne bêkêmasî ye û nikaribûye serkeftinê bîne. Di vî warî de ji pergalê zêdetir, feraset û tarza ku pergalê bi rê ve dibe, girîng e. Di teksta hevpar a şeş partiyan de, derbarê feraset û tarzê tiştek tune. Sermesele li Kurdistanê şer heye, dewlet li Sûriye û Iraqê şer dike. Ev rewş ji ber doza Kurdan, feraset û siyaseta ku li ser gelê Kurd qirkirinê pêk tîne, çêbûye. Lê gelo fikra li ser şerê li Kurdistanê ya van şeş partiyan çi ye? Heke şer ji holê ranekin wê teksta ku ava kirine, çawa têkeve meriyetê. Ji bo ku şer bi dawî bikin wê doza Kurdan çawa çareser bikin? Ma ne berê jî ji ber ku doza Kurdan nehatibû çareserkirin û şer bi dawî nebûye, pergala parlementer nehate hilweşandin ku nikaribû tiştekî bike? Gelekî qala ‘Serdestiya hiqûqê’ tê kirin, gelo ev hiqûq wê li Îmraliyê jî pêk were? Heta ku bersiva van pirsan tunebe, tiştên di tekstê de hatine gotin wê ne mumkun be ku pêk werin û watedar bin.

Wisa xuya dike ku her şeş partî di warê feraset û siyasetê de AKP û MHP’ê ji xwe re kirine esas, bi guherandina hin tiştên pergalî, dixwazin polîtîkayên heyî, qirkirina Kurdan û şer bidomînin û plana wan li ser vî tiştî ye. Nexwe çima di warê doza Kurdan de, evqasî bi înkar tevbigerin û doza Kurdan tune dihesibînin? Rojek piştre, hê hubra îmzeya wan ziwa nebûye, tevî AKP û MHP’ê ji bo rakirina parêzbendiya parlementer Semra Guzel dengê ‘Erê’ dane. Ev tişt fikara me rast derdixîne, fikr û hesabê wan jî datîne holê.

Bêguman ev pergal girîng e û divê mirov li ser wê bisekine. Lê tişta girîngtir jî feraset û tarz e ya ku pergalan bi rê ve dibe. Heke pergaleke rast a ‘Seroktiyê’ pêk bihata, wê di warê çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê de rolek pêk bianiya. A niha pergala ku her şeş partiyan li ser wê li hev kirine, beşa wê ya li ser maf û azadiyên li ser demokratîk dikare were geşkirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê rolekê dikare bi cih bîne. Hêzên demokratîk ên radîkal, him li ser pergalê nîqaş bikin , him jî wê bi rê ve bibin dikare rolekê pêk bînin. Ji bo vê jî divê tifaqa demokrasiyê û ‘Komara Demokratîk’ were zelalkirin.

Eşkere ye ku AKP û MHP û pergala ku her şeş partiyan li ser wê li hev kirine, wê nikaribe pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike û wê nikaribe Tirkiyeya demokratîk ava bike. Ew nûnerên serdemên yekemîn û duyemîn ên komarê ne û dema wan derbas bûye. Divê serdema sêyemîn bibe ‘Tirkiyeya demokratîk’ û ‘Komara demokratîk’. Ev tişt jî bi rêxistinkirina hêzên demokrasiya radîkal dikare pêk were. Nexwe divê rêxistinkirina tifaqa sêyemîn a bi navê ‘Tifaqa demokrasiyê’ bi derengî neyê xistin û ev tifaq bi navê pergala serdema sêyemîn, plansaziya pergala ‘Komara demokratîk’ bike û pêşkêşî raya giştî bike. Berevajî wê, ew ê civak ji alternatîfa demokratîk bimîne û neçar bimîne ku ji her du pergalên ku dema xwe qedandine, yekê tercîh bike. Divê ev enî li ser esasê azadiya Kurdan û xwerêveberiyê projeya Tirkiyeya Demokratîk ava bike û pêşkêş bike.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka