Qada ku artêşa faşîst lê asê maye

Textê lehengan ê li çiyayên Zapê ji bo artêşa dagirker bû ew dever ku lê asê ma.

Eger di şer de li ser hejmara axaftin tê kirin, hingî li wî welatî manewiyat bi destê dewletê ji holê tê rakirin. Gelek leşkerên Tirk ên hatine kuştin di nava faşîzma Erdogan de tenê weke hejmarekê tê bilêvkirin. Ev rewş işaretê bi rewşa çete û leşkerên dagirker ên li çiyê dike. Di heman demê de têkçûna artêşa faşîst radixe pêş çavan.

Artêşeke ku bi 'eşqa milet, welat' welatekî din dagir dike, niha bi rêya pereyan, berjewendiyên aborî, erk, mal û milkê leşkeran dişîne şer. Dewleta Tirk bi giranî çeteyên profesyonel, kujer, bikarhênerên narkotîkê, Kurdên ji rastiya gelê xwe dûr ketine û yekîneyên bi taybetî hatine amadekirin, dişîne çiyayên Kurdistanê. Çiyayên Zapê ew cih e ku artêşa Tirk hatiye û lê asê maye. Artêşa Tirk a di nava xelfetê de, jê hebû ku wê li textê lehengan, li Zagrosan, li çiyayên Kurdistanê sax bimînin û bi hêsanî karibe lê tevbigere. Lê ev cih ji bo wan bûye ew dever ku lê çikiya ye, lê asê maye.

Salên derbasbûyî piraniya leşkerên Tirk ên dihatin kuştin cenazeyên wan dibirin bajarê ku lê ji dayik bûne, bi merasîmeke mezin bi felsefeya 'lehengiyê' ciwanên nû ji mirinê re amade dikirin û al bi wê alê ve dadiliqandin. Lê niha ji bo her leşkerên têne kuştin dibêjin, ya bi qezayê yan jî bi şaşitî miriye. Cenazeyên wan ya di hundirê kîsekî de ji zinaran têne avêtin, ya li gora berê hatiye kolandin tê binaxkirin, yan jî li naverastê tê hiştin.

Ji xwe artêşa Erdogan ê faşîst li şûna taktîk, wêrekî û hunera leşkerî, kete nava şerekî bi teknîkê. Gotinên, 'Droneyên me yên herî baş, keşfên me yên serketî, balafirên me yên F-15 û F-16, çekên pêşketî yên me ji Emerîkayê standine, çekên ji madeyên kîmyewî yên me ji Rûsyayê standine, bi piştgiriya dewletên derve, bi piştgiriya NATO'yê' her tim têne bilêvkirin.

Leşkerên artêşa dagirker ku digotin 'leşkerî dilxwazî ye', niha di her kêliya şer de sixêfan li dewletê, artêşê û serkêşê dewletê dikin. Artêşeke welê ye ku dest ji jêhatîbûn û mantiqê leşkerî berdaye û tenê bi şerê psîkolojîk, şerê taybet li hemberî gerîla şer dike.

Dîmenên li ser gorên berê hatin kolandin ku di medya dîjîtal de hatin weşandin, nîşaneya şênber a vê xusûsê ye ku em dixwazin balê bikişînin. Dibe ku hîn li gelek deverên din gelek gorên bi vî rengî ji berê ve hatine kolandin hebin. Leşkerên ku li çiyayê Kurdistanê digerin, gorên wan berê hatine kolandin.

Ev tiştên em qalê dikin, rewşa artêşa Tirk radixin pêş çavan. Artêşa Tirk li bin guhê serketin û hêza gerîla ket û asê ma. Li pêşiya tivinga gerîla ye. Êdî çîrokên 'lehengiyê' ji bo wan nîne. Êdî gelekî welê nîne ku bi gotina 'bila serê welêt sax be' radizê. Êdî gelekî welê heye ku nan jî bi destê nakeve, gelekî xizan heye.

Êdî taktîka xwe nîne, ji ber ku faşîzma stratejîk fûriya ye. Ji ber ku serweriya taktîkê ya gerîla heye ku keşfê têk dibe, ji ber ku serweriya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê heye ku balafiran pûç dike, helîkopterên Kobra, Skorsky dixîne.

Dema ku mirov li van difikire, gelo ne diyar e ku kî ji niha ve bi ser ketiye, kî derbasî nava dîroka mirovahiyê bûye?