Bi seferberiya qismî re Putîn têkçûn qebûl kir

Eger rêveberên Tirk bi aqil bûna wê ji têkçûna Pûtîn a li Ûkraynayê, ji berxwedana Zap, Metîna û Avaşînê ders derxistibûna û careke din serî li ehmeqiyeke wiha nedaban.

Putîn bi daxuyaniyekê seferberiya qismî îlan kir. Di daxuyaniyê de got: “Ji bo parastina cihên ku niha di bin kontrola me de ne, 300 hezar leşker lazim in.” 
Piştî vê daxuyaniyê jî wezîrê wî yê parastinê Sergey Şoygu qebûl kir ku di vî şerî de 6 hezar leşkerên wan jiyana xwe ji dest dane. Lê li gorî pisporan ev hejmar hê zêdetir e. Lê em wek 6 hezar qebûl bikin. Eger 6 hezar bin jî ev hejmarek pir zêde ye. Ji ber ku hîna 8 meh jî temam nebûye û welê diyar e ku hetanî salekê, wê ev hejmar her ku biçe zêdetir bibe.

Emerîkayê dema Vîetman dagir kir di nava deh salan de 58 hezar leşkerên wan hatin kuştin. Dibe ku zêdetir be, lê em wekî daneya fermî binirxînin, Sowyetan di dagirkirina Efganîstanê de 15 hezar leşkerê xwe winda kir ku ev dagirkirin jî nêzîkî deh salan ajot. Her wiha Emerîkayê 2003’an Iraq dagir kir, di navbera 2003- 2008’an de nêzîkî 4 hezar leşkerê xwe winda kir. Herî dawî jî dema ji Efganîstanê jî derket, 2 hezar 448 leşkerên xwe di dagirkirina 20 salan de winda kir.

Me got ya dibe ku ev hejmar pir zêde bin jî, lê em wekî heyî binirxînin. Eger ev dane rast jî bin, li gorî windahiyên ku niha Rûsya li Ûkraynayê dide, pir pir hindik in. Ji ber ku hemû dagirkirin jî bi salan, bi dehan salan ajotine. Lê ya Rûsyayê hîna salek jî temam nebûye ku em behsa yên birîndar, ên êdî nikarin şer bikin û daçûna wê jî nakin. Dîsa hîna salek  jî tijî nebûye, lê ji niha ve çarenûsa şer diyare.
Rûsyayê di rojên ewilî yên şer de xwe gihandibû paytexta Ûkrayna Kîevê. Bi rastî jî di nava çend rojan de piranî Ûkrayna dagir kiribû, lê piştî bi hemleya artêşa Ukraynayê şûnve neçar ma ku xwe ji çend cihên stratejîk ên wekî Kîev, derdora Kîevê û Harkovê xwe vekişîne. Niha hem pêşda çûyîna artêşa Ûkraynayê didome û hem jî serweriya derûnî di destê artêşa Ûkraynayê de ye.

Dibe ku li vê derê di pêşda çûyîna artêşa Ukraynayê de piştevaniya; siyasî, aborî, leşkerî, dîplomasî, danekirina hêzên kapîtalîst- emperyalîst jî diyarker be. Lê mirov temamî nikare bi wê ve girê bide. Eger bi rastî jî gelê Ûkraynayê bi leşkerên xwe re mil bi mil li dijî artêşa Rûsyayê şer nekiriban, wê Ûkrayna; temamî ji aliyê Rûsyayê ve hatiba dagir kirin.

Her çiqas gel bixwe şer îlan nekiribe jî, ev şerê ku tê kirin ne şerê wî be jî, di vî şerî de tu berjewendiyên wî tunebin jî, lê ji bo ku welatê wî nekeve bin dagirkeriyê şer kir. Yanê ji bo rûmeta xwe şer kir. Ango ne ku welatê wî/ê pir demokratîk bû, azadî, wekhevî hebû, wek însan dihat dîtin, di nava xweşguzariyê de jiyan dikir, lewma li dijî artêşa dagirker a Rûsan şer kir, şer dike. Yanê ne ku Zelenskî demokratîk e, Putîn dîktarore. Her du jî wekî hev in. Her du jî ji bo berjewendiyên xwe, ji bo kariyera xwe, ji bo desthilatdariya xwe vî şerî didomînin. Ango ev şer ne şerê gelê Ûkraynayê ye û ne jî ya Rûsan e. Berjewendiyê her duyan jî di vî şerî de tuneye. Lê yê di vî şerî de tê kuştin jî her du ne, zarokên wan bixwe ne. 

Çawa ku têkçûyîna Emerîkayê ya li hember Talîbanan ji bo dewletên xwe di eynîka dêwan de dibînin peyamek bû, têk çûyîna dewleta Rûs jî ji bo dewletên xwe wekî dêwan dibînin û gelan jî biçûk dibînin peyamek e.

Niha dewleta Tirk a dagirker jî bi wî çavî li Têkoşîna Azadiyê mêze dike, bi wî çavî li Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dinêre. Difikire ku wê hefteyekê an jî  di mehekê de Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê dagir bike. Nabêje gelê Kurd ji kêmasî û nebesiyên Efrîn, Serêkanî û Girê Spî rûdan ezmûn derxistiye. Wê bi hêzên xwe yên ewlehiyê re li dijî dagikeriyê, mil bi mil şer bike û dewleta Tirk a faşîst di Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê de têk bibe û nafikire ku wê tenê gelê Kurd li hember wî şer neke; bi gelê Kurd re wê hemû pêkhateyên Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê jî li hember wî şer bikin.

Wê bi hev re xaka xwe ji dewleta qirker mêtînger re bikin goristan. Nafikire ku niha dijmin li Zap, Avaşîn û Metînayê di sendromê de ye û li wê derê jî wê bikeve sendromê. Çawa ku serketina Kobanê bû destpêka têkçûyîna çeteyên DAÎŞ'ê, wê têkçûyîna dewleta faşîst a li ser Rojava Bakur Rojhilatê Sûriyeyê jî bibe destpêka hilweşandinê.

Ji xwe bi qasî dewleta Tirk a faşîst di nava 5 mehan de windahî dan, di dîroka xwe de ewqas windahî nedane. Li gorî daneyên wan ên fermî di şerê qaşo Rizgariya Neteweyî de jî li hemû eniyan, 11 hezar windahî dane. Dîsa li gorî daneyên fermî ev windahî di nava 3 sal, 3 meh û 21 rojan de, hatiye dayîn. Yanî di nava 3 salan de 11 hezar windahî didin. Di dagirkirina Koreya Bakur de jî 900 windahî didin. Ev şer jî 4 sal dewam dike. Dewleta faşîst idia dike ku di şerê li hember PKK’ê de jî di navbera 1984- 2008’an de 6 hezar 482 windahî dane. Bi tu awayî ne raste, lê em wek rast qebûl bikin jî, ev windahiyên ku di van 5 mehan de dan ji bo dewleta faşîst hêzîmetek pir mezin e. Ji ber ku li gorî bilançoya HPG’ê 2 hezar û 132 windahî dane ku ev jî yên hatin tespît kirin in, yanê yên nehatin tespît kirin ve hê zêdetir in.

Li gorî daneyên wan ên fermî wê di şerê 24 salan de 6 hezar û 482 windahî bidin, lê wê di êrîşa 5 mehan de jî 2 hezarî zêdetir windahî bidin û ev hêzîmet ne bes e, dixwaze li hember Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê jî hêzîmetek din bibîne. Bi rastî eger bi aqil bûna, aqlê xwe bi nan û penêr nexwariban, wê ji vê têk çûyîna Pûtîn a Ûkraynayê û vê berxwedana Zap, Metîna û Avaşînê ders derxistiba û carek din serî li ehmeqiyê wiha nedaban.