Bi her cûreyî çekên kîmyewî têne bikaranîn

Artêşa Tirk 5 meh in ji bo dagirkirinê êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Di van êrîşan de jî her cûre çekên kîmyewî diceribîne. Dema dawî giranî daye ser gaza Klorê.

Êrîşa dagirkeriyê ya ku artêşa Tirk di 14'ê Nîsana 2022'an de li Zap, Avaşîn û Metînayê li ser gerîla da destpêkirin, 5 mehan li pey xwe dihêle. Hêzên gerîla ji destpêkê ve texmîna vê êrîşê dikirin, lewma gelek amadekariyên pêwîst kirin û plana dagirkeriyê ya rejîma Erdogan-Bahçelî yên faşîst ji roja destpêkê ve têk birin. Plan ew bû ku di demeke kurt de bi taybetî Zap bê xistin. Bi pêleke êrîşê ya berfireh hesab dikirin ku di nava mehekê de Zapê bixînin û hêzên gerîla yên li vê qadê ya bi temamî îmha bikin ya jî teslîm bigirin. Hesabê li Enqereyê li Zapê pêk nehat. Gerîlayên HPG û YJA Starê ji kêliya destpêkê ve bi îradeya xurt a xeta fedaî ıya Apoyî bersiv dan artêşa Tirk. Ev îrade gihandina asta herî bilind.

Di nava şevekê de bênavber bombardûman li qadên berxwedanê kir û bi hezaran ji hêzên leşkerî û kontra li ser tunelên şer danî. Bersiva ku di kêliyên destpêkê de hate dayin, nehişt ku pêla êrîşê bigihêje armanca xwe. Taktîka herî sereke ya êrîşa dagirkeran ew bû ku ji roja destpêkê ve li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar anî.

Weke ku tê bîra mirovan artêşa Tirk a dagirker di şerê par de çekên kîmyewî yekser nexist dewrê. Piştî derbên giran ên di rojên destpêkê yên şer de xwar, hingî dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kir. Lê belê di şerê îsal de hîn ji kêliya destpêkê ve çekên kîmyewî bi kar anî. Sedema vê yekê jî ew bû ku dixwest di demeke kurt de konsepta tunekirinê ya topyekûn pêk bîne. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di nava 5 mehên êrîşên li ser hêzên gerîla de hezar û 762 caran bombeyên nukleer ên taktîkî û çekên kîmyewî bi kar anîn. Hêzên gerîla heta niha tespît kirin ku di van êrîşan de 5 cûreyên kîmyewî yên ji reng û tehma cuda hatine bikaranîn. Herî dawî di 9'ê Îlonê de bi gaza klorê êrîş li ser tunelên şer ên hêzên gerîla hate kirin. Bi piştgiriya dewletên Ewropayê û NATO'yê her roj sûcekî li sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê zêde dike. Ji bêdengiya hêzên navneteweyî hêzê werdigire.

BI HER CÛREYÎ ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR TÎNE

Artêşa Tirk di şerê qirêj ê dijî gerîla de bi salan e çekên kîmyewî bi kar tîne. Lê belê bi qasî şerê du salên dawî bi kar neanî. Bi her cûreyî çekên kîmyewî bi kar tîne, weke; jehrên sinirê mirovan xera dike (Tabun, Sarin, Soman, Vx), madeyên sotebar ên kîmyewî (Mustard, Mustard a bi Azotê, Lewisit), Madeyên kîmyewî yên bandoreke giran li pişikê dikin (Fosgen, Difosgen, Klorpikrin), jehrên bi sîstemî (Hidrojen Siyanür, Hidrojen Sülfür ), madeyên kîmyewî yên kapasîteyê xera dike (BZ, LSD), Madeyên kîmyewî yên tevlîheviyê kontrol dike (Madeya ku çavan dişewitîne: CN,CS,CR, Dide verişandin: DM), Madeyên kîmyewî yên nebatan hişk dike (2, 4-D, 2, 4, 5-T, Kakodilik asit, Pikloram) û gelek cûre madeyên din ên kîmyewî. Bi taybetî madeyên kîmyewî yên bêhnê diçikînin û sîstema sinir felç dike, têne bikaranîn. Bikaranîna van madeyan hemûyan jî dikeve ber sûcên li dijî mirovahiyê.

Yek ji sûcên li dijî mirovahiyê yên ku rejîma Erdogan-Bahçelî yê faşîst ji bo qirkirina Kurdan kir, 9'ê Îlonê bikranîna gaza Klorê ya qedexekirî li ser tunelên şer bû. Di daxuyaniya HPG'ê ya 9'ê Îlonê de hate ragihandin ku gaza Klorê li hemberî gerîla hatiye bikaranîn û gerîlayan jî ev yek bi şênberî tespît kirine.

YEKEMÎN ÇEKA KÎMYEWÎ YA KONVANSIYONEL E Û QEDEXE YE

Her kes vê gazê dikare ji rêzê bibîne, lê belê gaza Klorê li gorî qanûnên navneteweyî yekemîn çeka kîmyewî ya konvansiyonel e û qedexe ye. Weke ku tê zanîn hemû çekên li derveyî çekên nukleer ên taktîk û stratejîk, dikevin ber çekên konvansiyonel. Bikaranîna vê gazê ku ji gazên bêhnê diçikîne, li gorî qanûnên navneteweyî qedexe ye. Berê jî gerîlayên li çeperên şer ên li girê Şehîd Berxwedan ê li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn qala vê gazê kiribûn. Her wiha fermandarê fedaî yê Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn Şehîd Bager diyar kiribû ku di encama bikaranîna vê madeya kîmyewî de madeyek ji rengê kesk û zer derketiye holê û bêhna dermanê şuştina kincan jê dihat. Ev gaz ji xwe li ber destê artêşa Tirk gelek e. Ev gaz ji ber ku weke çekeke tunekirina girseyî tê bikaranîn, qedexe ye. Balkêş e ku mîna hemû çekên din ên qedexekirî hebûna vê gavê di destê artêşa Tirk ji bo kesî nabe xem.

Artêşa Tirk a dagirker bi rêya çete, kontra, leşkerên ji bo pereyan şer dikin û endamên artêşê yên taybet xwest ku gerîla biqedîne, lê belê her ku gav bi gav derbên giran ji gerîla xwar, dest bi bikaranîna her cûre çekên kîmyewî kir.

DEWLETÊN ROJAVAYÎ JÎ ŞIRÎK IN

Artêşa Tirk li pêş çavên cîhanê sûcê li dijî mirovahiyê dike. Di serî de saziyên navneteweyî yên ji bo pêşîgirtina li bikaranîna van çekan hatine avakirin, hemû dewletên Rojavayî çi bi bêdengiya xwe çi jî bi piştgiriya xwe dibin şirîkê vî sûcî. Gel divê li ber vê yekê rabin. Barê vê têkoşînê li gel gerîla her wiha bi her ferdekî Kurd re ye. Divê her kes zanibe ku ev êrîşên dagirkeriyê û sûcên şer ne tenê li dijî gerîla ne. Li ser bingeha qirkirina tevahiya gelê Kurd têne kirin. Eger hêzeke gerîla heye ku ji bo hebûn û rûmeta gelê Kurd bi rengekî fedaî li ber xwe didin, hingî mafê kesî nîne ku xwe ji têkoşînê vegire.