Bêhurmetiya PDK'ê ya li Başûrê Kurdistanê

Medyayên PDK’ê, dibêjin ku PKK ji bo xaka Herêma Kurdistanê bûye cihê metirsiyê û ji Hikumeta Herêm re rêz nagire. Ew di demekî de ye ku PDK bi xwe rêzê ji Hikumeta Herêm re nagire û metirsiya herî mezine li ser ezmûna Başûrê Kurdistanê.

Pir caran dibihîzîn ku PDK dibêje PKK rêzê ji Hikumeta Herêm re nagire, gelo ew e PKK ye ku rêzê nagire yan PDK bi xwe ye?

Li wir dixwazim qala çend xalan bikim ku li gorî wan eşkere dibe ku PDK bi ti awayî rêzê li ezmûna Herêma Kurdistanê nagire û bi hemû şêwazî heqaretê li wê dike.

1- Peymana 50 sale ya petrolê ku heya niha ti dezgehekî yê hikumetê jê haydar nîne û tenê di navbera PDK û Tirkiyê de hatiye çêkirin.

2- PDK’ê bê rêzî li parlementoyê kir û 12.10.2015’an rê neda ku Serokê Parlementoyê derbasî Hewlêrê bibe û parlementoyê bicivîne.

3- Ragihandina daxuyaniyekê ku tu dezgehekî hikumetê ji wê haydar nînin û tenê helwesta hizbî ya PDK’ê ye ku li ser navê hikumetê dide.

4- Bi karanîna hêzên pêşmerege bêyî agahiya wezareta pêşmerge, mînak şandina hêz ya ji bo herêmên Zînî Wertê û Çemankê.

5- Asayîş ku pêkhateyekî yê desthilatê ye, lê di destê PDK’ê de ye û li gorî kêyfa xwe wê bi kartîne.

6- Girtina rojnamevan û çalakvanan bêyî agahiya dadgeh û aliyên fermî, her wiha girtin û êşkencekirina wan bêyî ku rêzê ji yasayê re bigrin.

7- PDK ji yasa Iraqê re rêz nagire û astengiyan ji bo Tevgera Azadî Komelgeya Kurdistanê derdixe ku partiyek fermî yê Iraqê ye. Nahêle ku navendên xwe hebe û hemû endamên wê jî destgîr dike.

8- Bêyî raya hikumetê li ser pirsgirêkê niştîmanî mîna ku me li Şengalê dît bi Iraqê re lihekirinan çêdike.

9- PDK li ser navê asayîşa giştî daxuyaniyan dide, di demekê de ku ji 5 endamên rêveberiya asayîşê 3 endam girêdayî YNK’ê ne.

10- PDK’ê berpirsiyartiya giştî malbata partiya Baas’ê girtiye ser milê xwe û li cihên herî baş ên Hewlêrê de cih daye wana.

11- Bi dehan baregeh û navendên MÎT’ê li herêmê di bin kontrola PDK’ê de ye hene, ew di demekê de ye ku Tirkiye Herêma Kurdistanê weke nav jî qebûl nake û jê re dibêje Bakurê Iraqê.

12- Mîna Tirkiyê mafê parlementeriyê ji parlementeran digre, çawa ku me hemûyan dît PDK’ê parlementeriya Soran Omer jê betal kir.

13- Li mamoste û xwepêşanderên nerazî xistin ku li kolanan bi şêweyekî aram daxwaza mafên xwe dikirin.

Ji bilî wan xalên ku me li jor hejmart, ji destpêka sala 2020’an heya niha PDK bi hemû şêwazî êrîşê PKK’ê dike û ji bo derxistina şerê navxweyî hemû rêbazan diceribîne. Ji şandina hêz ji bo herêma Zînî-Wertê, sîxurîkirin û dayîna îstîxbaratê ji bo dewleta Tirk, heta gihiştiye astekî ku PDK dest ji hemû qeyranan berde û li dijî PKK bi Iraqê re li hev bike. Tevî ku piraniya rayeyên Hikumeta Herêma Kurdistanê di bin kontrola PDK’ê de ye lê di hemûyan de jî binketiye, qeyrana aborî, tendirustî, perwerde, berhemê navxweyî û giştî qadên din.

Di wir de û di nava wan hemû qeyranan de PDK’ê bera xwe daye Bexda û li dijî PKK’ê peymanan çêdike, ji bo derb li PKK’ê bide amade ye ku bi Tirkiyê re li hev bike û hemû qurbaniyekê bike, lê amade nîne ku ji bo aramkirina rewşa herêmê û dermankirina wan qeyranan serê xwe biêşîne. Ew hemû hewldanên ku dide jî bê sûd in û ji niha ve hêz biriye û dixwaze yekser pêşengî ji şerê birakujî re bike. Di nava çend rojên derbasbûyî de hin çekdarên xwe şandin qadên di bin kontrola gerîlayan û dixwest bi vî rengî lîstokekî mîna ya 16’ê Cotmehê ku bi temamî îxanetê li ser xwe rake û bi rêya ragihandinê zextê ser milê YNK’ê çêbike, lê ew yek pêk nehat. Ji ber ku hemû partî û aliyan, heta wezareta pêşmerge û parlementoyê jî rastî û bervajîkirinên PDK’ê eşkere kirin.

LI HERÊMÊN DI BIN KONTROLA PDK’Ê DE ÇI DIQEWIME?

Niha li bajarê Hewlêrê ku wek bajarekî di bin kontrola PDK’ê de tê nasîn, bi dehan belge hene ku nîşan dide rêveberên partiya Baas’ê û neviyên wan li cihê herî baş ê wê bajarê dijîn û dixwînin. Bi dehan malbatên MÎT’a Tirk bi awayeke eşkere li wê bajarê niştecih bûne û heta nevendên xwe yên taybet jî hene. Bi dehan kesayet yên ku li Iraqê hatine cezakirin û divê werin radestkirin hene ku bi rengekî eşkere di nava vî bajarî de dijîn. Ya ku nikare li wê navçeyê di bin kontrola PDK’ê de bijî tenê aliyên demokratîkxwazin ku eger li her kolanekî yê bajêr dengê xwe derxînin wê werin dastgîrkirin.

Tevî ku PDK di dîrokê de weke aliyekî xayîn hatiye naskirin, niha jî bi awayek eşkere îxanetê dike û şanazî jî pê dike ji radestkirina Şengalê ji DAÎŞ’ê re, Kerkûk û herêmên bi nakok ji Iraqê re bigre heya digihîje dizîna bi mîlyonan dolar ji pereyên petrola Herêmê ku heya niha jî parlementoya wê nizane bê ka dahata wê ya petrolê çi qase û ew perê tê dizîn jî weke bi dehan mîlyon dolar tê xemilandin. Bi wan re jî sînordar namîne, êrîşê PKK’ê dike û wê tawanbar dike ku ew cihê metirsiyê ye ji bo Herêma Kurdistanê.

HEYA NIHA PKK’Ê JI BO HERÊMA KURDISTANÊ ÇI KIRIYE?

PKK’ê ji destpêka avabûna xwe heya hatina wan a Herêmên Parastina Medyayê her tim di nava hewldana parastina Herêma Kurdistanê de bûye û ew ezmûne wek destkeftek ji bo Kurdan pênase kiriye. PKK’ê her tim sînorên Başûrê Kurdistanê parastiye û bi hemû hêza xwe ve nehiştiye dewletên dagirker êrîş bikin û wê navçeyê dagir bikin. Dewleta Tirk her tim hewl daye ku wê navçeyê bixe bin kontrola xwe û tê de komên tundrew bi cih bike. Lê ya îro ew hewldanane vala derxistiye tenê û tenê PKK ye.

GERÎLA JI BO BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JÎ TÊDIKOŞE

Di çarçoveya şerê li dijî DAÎŞ’ê de dema PKK bi şerê li Bakur ve mijûl bû, beşekî mezin ji hêza wê li Bakur bû û beşa din jî li Rojavayê Kurdistanê. Di dema ku metirsî hate ser Başûrê Kurdistanê û Hikumeta Herêm nekarî sînoran ji DAÎŞ’ê biparêze, heta bêyî ku fîşekekî biteqîne bi hezaran welatiyên Şengalê radestî DAÎŞ’ê kir û hêzên xwe vekişand. Di wir de PKK’ê xwe berpirsiyar dît û hêz şande Şengalê û tevahî Şengal ji çeteyên DAÎŞ’ê paqij kir û karî hemû dîlên di destê DAÎŞ’ê de rizgar bike. Di demekî de ku herêma Kurdistanê hewara xwe bir PKK’ê û daxwaz kir ku PKK alîkariya wan bike û mil bi milê wan herêma Kurdistanê biparêzin, PKK jî bê dudilî hêza xwe ya li Bakur kişand û şand Başûrê Kurdistanê, di hemû eniyên şer de amade bûn û serketinên mezin li Başûrê Kurdistanê tomar kir.

Dema DAÎŞ’ê êrîşî Helwêrê kir û dixwest bi tavahî Hewlêrê dagir bike, PKK’ê hêz şande sînorên Hewlêrê û bi berxwedaniyek bêhempa ve li hemebrî wê êrîşê sekinî. Di wir de Mesûd Barzanî bi xwe ji bo sipasiya gerîlayên PKK’ê bike çû serdana wan û ji wan sipasî kir, her wiha sipasdar bû ku gerîlayan nehişt Hewlêr ji aliyê DAÎŞ’ê ve dagir bibe. PKK beşdarî hemû xweşî û nexweşiyên Herêma Kurdistanê bû û heta ji dîrokê re îsbat kir ku ji bo lidarxistina kongreya netewî û yekgirtina hêzên aliyan ya ji bo bi yekrêzî li hemberî dijmin rawestin, hemû hewldanên xwe daye, lê yê ku heya niha razî nîne PDK ye. Ne tenê razî nîne belku ji bo yekîtiya netewî pêk neyê hemû hewldan daye.

Ya ku pêwîste di dawiyê de bê gotin ew e ku gelo PKK li Başûrê Kurdistanê weke ku PDK behs dike têkder e? Ji Hikumeta Herêm re rêz nagire? Yan jî ew PDK bi xwe ye ku ji Hikumeta Herêm re rêz nagire û hewl dide şerê birakujî sor bike. Hemû takên Başûrê Kurdistanê bersiva wan pirsan dizanin û şahidiya wê yekê dikin ku PKK di dîrokê heya roja îro herêma Başûrê Kurdistanê parastiye û ji Hikumeta Herêm re jî rêz girtiye.