‘Azadiya Kurdan wê krîzên li Rojhilata Navîn çareser bike’
Azadiya Kurdan di serî de li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê wê rewşa bi krîz û nakokî çareser bike û pêşiya vî tiştî veke ku krîza li herêmê û şer biqedin.
Azadiya Kurdan di serî de li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê wê rewşa bi krîz û nakokî çareser bike û pêşiya vî tiştî veke ku krîza li herêmê û şer biqedin.
Hefteya borî li Başûrê Kurdistanê sê êrîşên girîng hatin kirin. Yek jê li dijî Şengalê bû ku hate ragihandin du şervanên YBŞ’ê şehîd bûne. Êrîşa duyemîn li dijî Mexmûrê bû, di vê êrîşê de jî fermandarê milîsên Botanê û pêşengê gel Ebûzed Abdullah hate qetilkirin. Êrîşa sêyemîn jî li bajarê Kifrî hate kirin û yek ji pêşengê gel ê Başûr Mamosta Şemal hate qetilkirin.
Êrîşên yekemîn û duyemîn bi awayekî eşkere ji aliyê dronên bi çek ên Tirk hate kirin. Êrîşa sêyemîn jî wekî ku berê li Silêmaniyê hatibû kirin, bi tarza sûîkastê hate kirin. Li gorî ku tê zanîn sûîkastên li Silêmaniyê ji aliyê MÎT’a Tirk tê kirin, mirov dikare bibêje ku sûîkasta li Kifriyê jî ji aliyê MÎT’a Tirk hatiye kirin. Tê zanîn ku MÎT di van êrîşan de çeteyên Tirkmen rêxistin kiriye û wan bi kar tîne.
Aliyê balkêş ev e ku dema ev êrîşên cînayetê hatine kirin, li Bexdayê krîza siyasî zêde bûye, di navbera koma Sadrê û dijberên wê de şerekî çekdarî çêbûye. Divê mirov nebêje ku çi eleqeya cînayetên ku dewleta Tirk li Mexmûr, Kifrî û Şengalê kiriye bi krîza siyasî û şerê li Bexdayê heye. Di nav van tiştan de têkilî heye, him jî têkiliyeke mezin heye. Bi qasî ku şerê li Bexdayê provaya şerekî navxweyî ye, êrîşên ku TC li Mexmûr, Kifrî û Şengalê dike jî provaya şerekî navxweyî ye. Girêdayî krîz û şerê navxweyî yê li Bexdayê, dewleta Tirk li dijî qadên Kerkûk û Mûsûlê jî provayên dagirkeriyê dike.
Encama van tiştan çi ye? Gelekî zelal e ku krîza ku li Bexdayê kûr dibe û rewşa şer, herî zêde ji aliyê dewleta Tirk tê sorkirin. Ji ber ku şer û krîza li Bexdayê herî zêde xizmeta desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê dike. Herî zêde kî sûdê ji wê bûyerê werdigire, bi îxtîmaleke zêde wê ev bûyer daye destpêkirin. Li gorî ku herî zêde desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê ji krîza siyasî û şer sûdê werdigire, mirov bi rihetî dikare bibêje ku herî zêde faşîzma AKP û MHP’ê vê krîz û şer sor dike. Bi kurtasî muessîbê yekemîn ê krîz û şerê li Bexdayê desthilatdariya AKP, MHP û dewleta TC’yê ye.
Bi heman awayî ne hewce ye mirov bibêje ku muessîbê yekemîn ê krîz û şerê li Sûriyeyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê û dewleta TCyê ye. Ji ber ku tu kes nemaye ku bi vê rewşê nizane û ev rewş qebûl nekiriye. Dewleta Tirk herêmên Îdlîb, Efrîn, Bab, Cerablûs, Til Ebyad û Serêkaniyê yên Sûriyeyê dagir kiriye. Ji Minbîc û Kobanê heta Dêrikê jî her roj herêmên sînor bombe dike. Him çeteyên li nava Sûriyeyê rêxistin kiriye û him jî çeteyên ku ji her çar aliyên dinyayê kom kiriye, sewqî van qadan kiriye û dewleteke çete ava kiriye.
Bêguman sedemên global û li gorî Rojhilata Navîn ên krîzên li Iraq û Sûriyeyê hene. Ji ber vê ev krîz û şer eleqeya xwe bi hêzên herêmî û global heye. Berpirsyariyek giran a van hêzan heye. Bi esasî jî krîza kûr û kaosa pergala modernîteya kapîtalîst herî zêde li Rojhilata Navîn bandora xwe dide jiyîn. Zelal e ku krîz û şerê li Iraq û Sûriyeyê jî parçeyekî vî tiştî ye. Mirov bi rihetî dikare bibêje ku krîzên herêmî û şer herî zêde li van deran zêde ne.
Krîza siyasî û ekonomîk a giran û ekonomîk û şerê li Tirkiyeyê divê mirov li vê rewşê zêde bike. A rast ne hewce ye mirov li ser vê meseleyê tiştekî zêde bibêje û li îspatan bigere. Ji ber ku her tişt li ber çavan e, faşîzma AKP û MHP’ê nikarin vê rewşê veşêrin û neçar mane li xwe mikur werin. Li Tirkiyeyê pere bêqîmet bûye, mirov ji birçîbûn û hejariyê nikarin bijîn. Faşîzma AKP û MHP’ê dike hilweşe û nikarin rêveberiyê bikin. Kurd û jin di serî de li ser civakê qetlîam û zext gelekî zêde ne. Hemû mûxalif xistine zindanan û her roj ji zindanan cenazeyê girtiyan ên tên qetilkirin derdikevin.
Gelekî zelal e hêza ku li Tirkiyeyê krîz û şer çêdike, avadaniya dewletê û dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê ye. Hêza yekemîn a ku li Iraq û Sûriyeyê krîz û şer ava kiriye jî, dewleta Tirk û desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê ye. Bêguman hêzên herêmî û global jî hene ku krîz û şerê li Iraq û Sûriyeyê ava dikin. A rast krîz û şerê li Tirkiyeyê parçeyekî krîza herêmî û global e.
Gelo çima dewleta TCyê û desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê krîz û şerê li Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê diafirîne? Gelekî zelal e ku ji ber feraset û siyaseta xwe ya dijminatiya Kurdan dike, ji ber siyaset û feraseta xwe ya qirker ku dixwaze gelê Kurd tune bike. Li ser vî esasî ji ber êrîşên qirker û dagirker ku li ser her sê parçeyên Kurdistanê dike. Nexwe Tirkiye, Iraq û Sûriye di serî de berpirsyarê yekemîn ê krîz û şerê li Rojhilata Navîn dewleta TCyê û desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê ye. Ji ber ku xwediyê feraset û siyaseteke qirker û mêtinger e ku dijminatiya Kurdan dike, van tiştan dikin.
Hêzên herêmî û global ên derveyî dewleta Tirk û desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê çima bandorê li krîz û şer dikin? Gelekî zelal e, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, Fransa û Îngîltereyê nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn çêkiriye ku di vê nexşeyê de Kurdistan kirine parçe û gelê Kurd tune dihesibînin. Dewleta Tirk, faşîzma AKP û MHP’ê xwe dispêre vî tiştî, êrîşên qirker û dagirker ên li ser gelê Kurd didomîne.
Nexwe sedema yekemîn û herî sereke ya krîz û şerê li Rojhilata Navîn, feraset û siyaseta qirker û dagirker e ku dixwaze gelê Kurd tune bike. Vê rewşa ku navê wê kirine ‘Pirsgirêka Kurdan’ li Rojhilata Navîn û dinyayê krîz û şer ava dike. Tişta ku îro ji rewşa herêmê berpirsyar ev e.
Nexwe berevajî vê rewşê çareseriya doza Kurdan wê krîz û şerê li Rojhilata Navîn ji holê rake. Azadiya gelê Kurd wê rewşa krîz û şerê li Rojhilata Navîn çareser bike. Azadiya Kurdan di serî de li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê wê rewşa bi krîz û nakokî çareser bike û pêşiya vî tiştî veke ku krîza li herêmê û şer biqedin. Asta geşedanê ya têkoşîna azadiyê ya ku bi pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê gelê Kurd dike, vê rastiyê bi eşkere nîşan dide. Bi geşbûna azadiya Kurdan re, herêm demokratîktir dibe û ev jî çareseriya pirsgirêkan bi xwe re tîne.
Lê ev têkoşîn bi hêsanî pêk nayê, azadiya Kurdan bêyî xwîn û şer çênabe. Bi têkoşîna tolhildana şoreşgerî mirov dikare kesên krîz û kaos ava kirine, bêbandor bike û bi vî awayî gelê Kurd tê rêxistinkirin. Heke tola zarokên welatparêz ên wekî Ebûzed Abdullah û Mamosta Şemal were stendin wê baweriya Kurdan a bi xwe zêdetir bibe. Ji ber vê jî teqez e wê gelên Başûr û Mexmûrê xwedî li bîranîna pêşengên xwe derkevin û tola wan bistîne.
Li ser vê bingehê di şexsê Ebûzed Abdullah û Mamosta Şemal em hemû şehîdên azadiya Kurdan bi bîr tînin û bawer dikin wê ciwanên Kurd zêdetir xwedî li şehîdên xwe derkevin û têkoşîna tolhildana şoreşger geştir bikin.
*Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka