Ax pê zane, li cihê ku gerîla pê lê dike kulîlk şîn dibe*

Axa ku dibe stargeh ji her cûre zindiyan re, bi dilxwazên xwe zane. Pê zane ku li cihê gerîla gavê lê diavêje kulîlk şîn dibe.

Em bi rojane dimeşin. Eger bê pirsîn bê li nava gerîla tişta ku naqede çi ye? Bersiva min ew e ku destpêkê baweriya gerîla ya bi şoreşê ye, piştre jî meşa wan e. Meş ji bo gerîla êdî ne tenê wezîfeyeke ji neçarî ye, di heman demê de rêbazeke jiyanê ye. Min gelek gerîla nas kir ku piştî çend rojan li cihekî ma gotin 'heval lingên min diêşe, ez zanim ku dermanê min meş e'. Li pey komeke bi vî rengî ya gerîla, em dimeşin.

Em li cihekî navbereke kurt didin meşa xwe ya bi dorê. Tevî ku 10, 20, 30 sal in li van çiyayan şer dikin jî her roj ji bo wan destpêkeke nû ye, serketin jî bawerî û hêviyeke nû ye. Ew milîtanên mirovê zane ne ku zane jiyan li aliyê wan e.

Piştî ku li cihê lê bêhnê vedidin karekî berfireh hate kirin, ji keşf û êrîşên bi kobrayan em fêhm dikin ku li qadê operasyonê destpê kiriye. Li cihê ku kobra êrîş dike, agir bi qadê dikeve. Cihên ku neşewitîne jî bi topên ji agir an jî balonên agir têne şewitandin. Xaka Botanê ya ku li ber dagirkeriyê radibe niha her der dişewite. Xak dişewite, dar dişewite, heywan dişewite, atmosfer di bin dû de maye. Eger zimanê çiyayên Kurdistanê hebûya, gelo wê çi ji vê hovîtiya dewleta Tirk re negota. Eger zimanê axê hebûya, mîna dayikên Kurdistanî wê nifir li terora dewleta Tirk bianiya û bigota ku hebûna vê dewletê naxwaze.

Du roj in ji ber operasyonê em nikarin bi rê bikevin. Li ser rêya goleke biçûk a avê, ku du roj in em diçin wê derê û tên, tiştek li ber çavê min ket. Ya rast, tişta ku bala min bir ser, meşa gerîlayeke jin bû. Bi kulîlkeke li ber lingê wê şîn bûye, hesiyam. Di vê demsala payîzê de ku giha hemû zer bûne, beriya du rojan bi vê kulîlkê hesiyam. Weke ku min got, ne ku min dît, meşa gerîlayeke jin kir ku bibînim.

Xwezaya axê ne mîna xwezaya mirov e ku ketiye binê serweriya qanûnan. Ew bi xwe biryarê dide ku li ku derê, kengî, çawa û bi kê re şînı bibe. Xwezaya ku tê xwestin bi destê mirovan bê guhertin, timî bûye qada berxwedanê. Ew; ya bi berxwedanê wê mîna dayikekê hembêza xwe li hemû zindiyan veke, yan jî weke teslîmbûnê wê bi xwe re hemû zindiyan tune bike.

Me got, xwezaya wê berxwedan e. Axa Kurdistanê ku ev berxwedan da gelên xwe, berxwedêran bi berxwedanê xwedî dike. Yek ji kelehên van berxwedêran jî axa Botanê ye. Axa Botanê li gel hovîtiya dewleta Tirk, li gel talan û wêrankirinê jî xwe nû dike. Li xwezaya xwe ya nûbûyî, li ser rêya ku gerîla lê dimeşe kulîlkan dide şînkirin. Ax bi xwe zane ku kulîlkan ji bo kê şîn bike.

*Yek ji nivîsên Jiyan Amargî yên beriya şehadetê.