Dewleta Tirk ya dagirker her sal bi navekî cuda li dijî hêza parastina rûmeta gelê Kurd li çiyayên Kurdistanê operasyonekê dide destpêkirin. Li kêleka van operasyonan jî li dijî xweseriya Rojava, Şengal û Mexmûrê êrîşên hovane dide meşandin. Dewleta Tirk van êrîşan ne bi hêza xwe, bi erêkirin û derfetên ku NATO ji bo wî dabîn dike, pêk tîne. Artêşa dagirker herî dawî di Nîsanê de bi hevkariya PDK’ê operasyoneke dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê da destpêkirin. Ev operasyona dagirkeriyê li ser hesabê, qaşo operasyona dawî ya ji bo tunekirina gerîlayên azadiyê da destpêkirin. Lê hesabê wê û dewletên ku ev rol dane Tirkiyeyê û PDK’ê negihiştin encamê û bi ser neket. Bi dijwariya van êrîşên dagirkeriyê re, gelê Kurd di çarçoveya pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ li her qadê têkoşîna xwe bilind kirin. Gerîla li qada leşkerî bi gerîlatiya prefesyonel, taktîkên nû û bi îradeya xwe bersiv dan êrîşên hovane yên dewleta Tirk. Di demeke wisa de ku sîstema van dewletên qirker têk çûye û li her çar aliyên cîhanê di her alî de kaos û krîz daye avakirin de, xitimandineke mezin dijî. Rola dewleta Tirk di vê xetimandinê de jî mezin e. Di pêvajoya giran a ku bi giştî cîhan tê re derbas dibe de, gelê Kurd bi têkoşîna xwe gihiştiye asta aktorekî sereke ku êdî li herêmê çi pêngav werin avêtin, çi hesab werin kirin bêyî Kurd nebe, nikare bi cih were.
Niha li çiyayên Kurdistanê li hemberî gurzê gerîla artêşeke tarûmar heye. Artêşeke bê hêz ku hemû rêyên hovane bi kar anî û bi ser neketî heye. Artêşeke ku nizane çawa gav paşde biavêje û vekişe heye. Di 20’ê Tîrmehê de dewleta Tirk a dagirker bi zanabûn geştiyarên Ereb yên li Zaxoyê kir hedef. Di encama topbarana dewleta Tirk de 9 geştiyaran jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn. Dewleta dagirker a Tirkiyeyê ev ne cara yekem e ku li Herêma Başûrê Kurdistan û Iraqê komkujiyên bi vî awayî pêk tîne. Bêguman eger ku hikûmeta Iraq û bi taybet jî hikûmeta Başûrê Kurdistanê li hemberî van êrîşan helwestên cidî negirin wê komkujiyên hêj mezintir pêk werin.
Komkujî di asta Iraq û dewletên herêmî û navnetewî de bêyî ku dewleta Tirk sûcdar bikin bi daxuyaniyan hat şermezarkirin. Piştî komkujiyê li seranserê Iraqê xwepêşandan û nerazîbûn çêbûn. Parlementoya Iraqê li ser rewşê bi awayek lezgîn civiya. Di kombûnê de her çiqasî hinek biryarên weke; girtina hinek navendên serlêdana vîzeyê yên Tirk, kişandina balyozê Iraqê yê li Tirkiyê û li Iraqê boykotkirina malên Tirkiyeyê hatibin dayîn jî, ji her du hikûmetan helwesteke ciddî derneket holê. Ya ku parlementoya Iraqê bi awayek lez û bez dayî komkirin û ev biryar pê da girtin jî ev helwest û hêza birûmet ya gelên Iraqê bû. Ji derveyî helwesta gelê Iraqê, li beramberî komkujiyê helwesta herî tund û bi wate ya Tevgera Azadiya Kurdistanê raber kir.
Êrîşa li gundê Perex ya girêdayî Zaxo mirov dikare di gelek aliyan de bigire dest. Bêguman eger ku mirov vê êrîşa li ser gelê herêmê ji PDK’ê qut bigire dest wê di gelek aliyan de kêm bimîne. Bi rewşê ve girêdayî êrîşên dewleta dagirker li ser Rojava, Şengal û Mexmûrê mirov nikare ji dewletên Rojavayî ku xwe li herêmê di bin navê ewlekariyê de bicih kirine, qut bigire dest. Bi taybet êrîşên hewayî û hemû êrîşên li ser van herêman bêyî agahiya van hêzan nayên pêkanîn. Hemû weke xeleka zincîrê bi hev ve girêdayî ne. Bi taybet êrîşkirina li ser geştiyarên Ereb. Armanc, xirabkirina yekîtiya gelên Kurd, Ereb û Sûryan her wiha sorkirina gelên herêmê li beramberî hebûna gerîla ya li herêmê ye. Ji bo bikarin planên xwe yên qirêj hîn zêdetir li herêmê berfirehtir bikin armanc tirsandin û valakirina xelkê sivîl a ji herêmê ye ku ev yek metirsiya êrîşa li ser Rojava zêdetir dike. Armanc tunehesibandina serweriya xaka hikûmeta Iraq û Hikûmeta Federal ya Başûrê Kurdistanê ye. Lê di destê wan de teqiya.
Serokê Hikûmeta Federal ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî nerazîbûnên tund yên gelên Iraq û girtina hinek biryarên parlementoyê bi awayekî ji nişkan ve çû Bexdayê û bi gelek rayedarên payebilind yên Iraqê re hevdîtin pêk anî. Balkêş e ku piştî vê hevdîtina Mesrûr Barzanî ya li Bexdayê bertekên rayedarên hikûmetê li dijî êrîşên Tirkiyê sist bûn. Piştî hevdîtinên Barzanî yên bi rayedarên Iraqê re jî heman herêm careke din ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hat topbarankirin. Êrîş ji aliyê Tirkiyê ve hat înkarkirin û ji aliyê herdu hikûmetan ve weke êrîşek ji rêzê hat dîtin. Barzanî li şuna biçe bi hikûmeta Bexdayê re li ser derxistina vê hêza dagirker bicive û di vî warî de helwest dayne, dagirkerî parast û Tevgera Azadiya Kurdistanê sûcdar kir. Li vê derê diyar dibe ku armanca seredana Mesrûr Barzanî ya Bexdayê çibû, qasidê k êye û navbeynkariyê ji çi re dike.
Berpirsê karên derve yê Iraqê Fuad Huseyîn ku di heman demê de parlementerê PDK’ê ye li New York’ê tevlî rûniştina Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bû. Fuad Huseyîn di rûniştinê de bi çar xalan biryarên hikûmeta Iraqê pêşkêşî konseyê kir. Hisên, di rûniştina Konseyê de da zanîn ku ‘ti lihevkirinek wan bi artêşa Tirk ya li ser ketina nav xaka Iraqê re tuneye’. Baş e em jî dipirsin li herêmên dibin serweriya PDK’ê de tenê di 6 mehên borî de bi dehan baregehên leşkerî ku hatine çêkirin bi destûra kê hatine avakirin? Ji bo vekirina rêyên asê û avakirina qereqolan destûra karkirina bi dehan makîneyên kar ji aliyê kê ve hate dayîn? Çend caran bi belgeyan îspat bûye ku pêşmergeyên PDK’ê û leşkerên Tirkiyê bi hev re li ser xaka Kurdistanê şer dane meşandin? Ma yên ku ev rê ji bo leşkerên dagirker xweş kirin û pêşî li wan vekirin ne PDK’ê bû? Ev helwesta PDK’ê ya li beramberî derxistina leşkerên Tirkiyê gumanan di serê mirovan de avadike. Tirkiye û PDK’ê nekarîn bi hêza leşkerî gerîlayên azadiyê tine bikin û ji xaka Başûr derbixin. Niha jî dixwazin vê xwesteka xwe bikin rojeva hêzên navnetewî û wisan bigihin armanca xwe. Lê ji bîr dikin ku PKK’ê hêza gel e û li ser xaka xwe li dijî dagirkeriyê şerê nasnameya xwe dike. Tu qanûnên navnetewî jî nikarin vê rastiyê berovajî bikin.
Dewleta Tirk li hember berxwedana Rêber Apo ya li Îmrali, berxwedana gerîlayên azadiyê û têkoşîna gelê Kurd têk diçe û demên xwe yên dawî dijî. Di heman demê de bi rêveberiya xwe ya heyî re jî êdî nikare di siyaseta xwe ya hindir û derve de berdewam bike û welatê xwe bi rê ve bibe. Bi her awayî rêveberiyekî ku herêm ber bi xirabeyekî mezin ve biribe, nikare berdewam bike. Ji ber wê sedemê yan wê deriyê Îmralî ku mifreya çareseriya hemû pirsgirêkan e veke, Tirkiye û heremê ber bi çareseriyeke mayînde ve bibe, yan wê di siyaseta xwe ya heyî de israr bike, welat û herêmê ber bi kaosên hîn mezintir ve bibe.