Aktorên rastîn ên fermanê dîsa derketin holê - HATE NÛKIRIN

Hevkariya PDK û Tirkiyeyê ya bi hikumeta Kazimî re bi zêdebûna êrişên dagirker re xurttir bû. Êrişên ku di 18’ê Nîsanê de dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dabûn destpêkirin ne dûrî êrişên li ser Şengalê ne.

Di demên dawîn de êrişên li ser Şengalê û propagandaya reş zêdetir bû. PDK û artêşa Iraqê ya ku bêyî fîşekekê biteqînin Şengal teslîmî DAÎŞ’ê kirin, wisa xuya dike ji encama fermanê ne razî ne û 8 sal in zext, zextên lokal û propagandaya dijber yên li ser Şengalê didomînin. Dema ku qirkirina di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi ser neket, aktorên veşartî derketin holê. Ji bo êrişên bi dizî yan jî eşkere dihatin kiri, di 9’ê Cotmeha 2020’an Hewlêr û Bexdayê li ser Şengalê peymanek îmze kirin û qilifekî qanûnî ji van êrişan de peyda kirin. Peyman di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de pêk hat. Dewleta Tirk diyar kir ew heta dawiyê piştgiriyê dide vê peymanê û ji bo pêkanîna wê çi hewce bike wê bikin. Her kes dizane ku ji bo qetlîama ku DAÎŞ’ê nekarî temam bike, ji bo ku ew temam bikin dewleta Tirk di çarçoveya qilifên qanûnî de ji ser PDK’ê tevlî vî tiştî dibe. Armanca wan a ji qirkirinê ev bû ku heke ji destê wan were civaka Êzidî qir bikin, wan ji Şengal û çiyayan derxînin, jinên ku xeta sor Ezdatiyê ne qir bikin û di nav civaka Êzidî de şikestineke baweriyê pêk bînin.

GERÎLA BERSIV DA KESÊN HESABÊ QIRKIRINÊ DIKIN

Li hemberî kesên ku wê li ser Êzidiyan qirkirinê bikin, roja fermanê şokek hate kirin. Roja ku ferman pêk hat, koma gerîla ya ku ji 12 kesan pêk dihat, destûr nedabûn ku bi hezaran Êzidî têkevin destê DAÎŞ’ê û çiya kiribûn qada berxwedanê. Korîdora mirovî ya ku gerîlayên HPG û YJA Starê û şervanên YPG û YPJ’ê vekiribûn û berxwedana li çiyayan di dîrokê de qehremantiyek çêkir. PDK ji bo diziya vê qehremaniyê dixwaze sûdê ji her firsendê bistîne û ji bo keysê qet nakeve dudiliyê.

ÇÎROKA REVÊ YA PDK’Ê

Heke em pozîsyona PDK’ê ya piştî fermanê bînin bîra xwe PDK ji bo ku cihê PKK’ê ya di nav dilê civaka Êzidî de bişkîne, hê demeke zêde ji ser hevkariya wê ya bi DAÎŞ’ê derbas nebû dîsa serî li vî tiştî da. Korîdora mirovî ya ku ji ber êrişên zêde yên DAÎŞ’ê hatib vekirin, dîsa hate girtin. Ji ber provokasyona PDK’ê korîdor demeke dirêj girtî dimîne û ev rewş bandoreke dijwar li ser gel dike.  Gerîla û şervan careke din ji bo ku korîdorê vekin pêngavekê didin destpêkirin. PDK ji bo vê pêngavê pûç bike, peymana xwe ya bi DAÎŞ’ê re dixe dewrê, bêyî ku fîşekê biteqîne vê derê ji DAÎŞ’ê distîne. Ji xeynî Xanesorê PDK li Bakurê Şengalê bi cih dibe. Başûrê Şengalê jî ji DAÎŞ’ê re tê hiştin. Gel wekî vê rewşê wekî îspata peymana di navbera PDK û DAÎŞ’ê de dibîne.

Ji ber nêzika gel PDK neçar dimîne tevlî nav pêngava azadkirina Şengalê bibe. DAÎŞ li ser malpera xwe peymana bi PDK’ê ya ku tevî pêngava azadkirina Şengalê dibe, tîne bîra wê. Ji PDK’ê re dibêje heke tu venekişî em ê peymanê eşkere bikin. Ji ber ê PDK a ku hewl dida qehremaniyeke sixte bike, ji Şengalê vedikişe. Ji bo ku dîsa îtîbara wê têk neçe komeke biçûk a pêşmergeyan dihêle. Ji bo ku ser reva xwe ya duyemîn bigirin Serokê PDKê Mesût Barzanî diçe çiyayê Çilmêra û diyar dike Şengala ku hê ji DAÎŞ’ê nehatiye paqijkirin rizgar kiriye. Di referandûma sala 2017’an de ya ku encameke neyînî jê derket jî bendên xwe yên li bakurê Şengalê berdide û ji hêzên Haşdî Şebî re dihêle.

PDK’ê ligel hemû derewan nekarî di çavê civaka Êzidî de xwe ji navê îxanetê rizgar bike. PDK ji gel re dibêje ‘Min di nav rastiya pratîk de nebîne lê guh bide axaftina min’ ango dibêje ‘Ji derewa min bawer bike’.

TIFAQA ŞER A PDK Û DEWLETA TIRK

Bi awayekî şênber planên PDK û hevkarên wê AKP û MHP’ê di sala 2014’an de dest pêkir. Heke hesabê wan ê di sala 2014’an de pêk bihata wê Şengal di nav xwe de par ve bikirina. Wê bakurê Şengalê ji dewleta Tirk û PDK’ê re bimaya, başûrê Şengalê jî wê teslîmî Ereb û DAÎŞ’ê bikirina. Hesabê ku dewleta Tirk li ser bakurê Şengalê dike ya ku di nav sînorên Mîsak-i Mîllî de ye, temam dike. Tevî çiyayên Şengalê Nînovayê dide ber xwe û heta Rojava dirêj dibe. Xeyalên Erdogan ên ji bo Mûsûl û Helebê ji Şengalê derbas dibe. Ji ber vê wê DAÎŞ’ê bakurê Şengalê bida PDK’ê lê dema ku hesabê wan li hev derneket û ji xwe re hesabekî din kirin. Ji bo ku hesabê wan hev bigire Iraq ji xwe re kirin şirîk. Bi zordestiya Iraqê wê Şengalê bê îrade bikin, ev tişt him dihat hesabê PDK’ê û him jî dihat hesabê dewleta Tirk. Beriya hikumeta Kazimî tu hikumetê piştgiriyeke xurt nedan plana PDK û Tirkiyeyê ya li ser Şengalê lê beşeke hikumeta Kazimî tevlî vê plana li ser Şengalê bûn. Peymana di 9’ê Cotmeha 2020’an de hate îmzekirin li hemberî projeya Şengala Xweseriya Demokratîk, encama vê hevkariya tifaqa şer a eşkere bû.

Armanca sereke ya îtîfaqa 9’ê Cotmehê, tasfiyekirina hêzên parastinê yên ji aliyê Êzidiyan ve hatine avakirin bû. Hate hesabkirin ku ger parastina ku stûna sereke ya sîstema Xweseriya Demokratîk a Şengalê ye bê hilweşandin, wê sîstem hilweşe û Şengal bikeve rewşa beriya fermanê, ango PDK-Iraqê. Ev senaryo ji bo hesabên KDP-TC jî minasib bû. Piştî wê pêşî hat xwestin ku Êzidxan Asayîşê bê fesihkirin û ji bo vê jî her cure zext hatin kirin. Bi rastî jî hewl hat dayîn ku derdora Şengalê bi têlan û blokên betonê were dorpêçkirin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji ber ku planên heyî dizanibû, ji aloziyê dûr ket û israr kir ku pirsgirêkên xwe yên bi hikûmetê re bi diyalogê çareser bike.

ÊRÎŞÊN DAGIRKIRIN Û QIRKIRINÊ

Her ku êrîşên dagirkeriyê li Iraq û Başûrê Kurdistanê belav bûn, hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk a bi hikûmeta Kazimî re her ku diçe zêdetir bû. Êrîşên 18’ê Nîsanê yên li ser Şengalê, ji êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst bi hevkariya PDK’ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ne cihê ne. Di 18’ê Nîsanê de dema ku artêşa Iraqê li gundê Dugur ê girêdayî bajarokê Sinûnê êrîşî nuqteya Asayîşa Êzidxanê kir û xwest noqteyê dagir bike, şerekî demkurt derket. Li ser daxwaza dewletê ya hevdîtinê, wê şevê pirsgirêka Dugurê bi qismî hat çareserkirin û hêzên artêşê yên girêdayî Kazimî bi fermî ragihandin ku atmosfera aloz ji holê rabûye. Lê di heman şevê de li başûrê Şengalê li dijî nuqteyên YBŞ’ê jî êrîş pêk hatin. Şerek ku 2 saetan dewam kir derket û di şer de endama YJŞ’ê Feraşîn Şengalî şehîd bû.

Piştî aloziya 18’ê Nîsanê, di navbera dewlet û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê de muzakere dest pê kir. Artêş û îstixbarat beşdarî hevdîtinan bûn. Ji muzakereyan tu encam derneket. Sedema nêzîkatiya hikûmeta Kazimî ya li ser muzakereyan û zexta li ser Şengalê ya bi rêya artêşê ew e ku pirsgirêkên Şengalê dixe nava çarçoveyeke leşkerî û di nêzîkatiyeke ku projeya Şengalê ya Xweseriya Demokratîk taloq dike.

Di encama muzakereyên bêencam ên piştî Çarşema Serê Nîsana, 2’ê Gulanê hat jiyîn. PDK-Tirk ku di 9’ê Cotmehê de hesabên xwe yên li ser Şengalê kom kir, artêşa Kazimî seferber kir, êrîşî bajarokê Sinûnê yê Şengalê û gundê Dugurê yê girêdayî wê kir. Hêzên derbekar ên bi navê hêzên zêrîn ên artêşê bi saetan bi çekên giran cihên niştecihbûnê bombebaran kirin. Li hemberî hêza ku hat şer, tankan li dijî panzerên, YBŞ-YJŞ- Asayîşa Êzidxanê û çeperên berxwedanê yên gel li ber xwe dan. Hêzên Parastina Şengalê ya Xweseriya Demokratîk û dayikan li hemberî hovîtiya hêzên hatin, ne tenê li dijî artêşê, li dijî planên PDK-Tirk ên ji bo Şengalê jî bi hevkariya hikûmeta Kazimî li ber xwe dan. Berxwedaneke ku polîtîkaya wan a tinekirina Şengalê pûç kir, hat nîşandan. Berxwedana ku danê sibehê dest pê kir heta piştî nîvro berdewam kir. Bîlançoya şerê ku bi saetan dewam kir, windahiya artêşa Kazimî ji ber pir giran bû, ket zehmetî ji hêzên parastina Şengalê ya Xweseriya Demokratîk banga agirbestê kir. Piştî pevçûna 2'ê Gulanê agirbesta bi awayek fîlî dest pê kir û ev rewş hê jî didome. Piştî vê rewşa rastîn, hevdîtin dîsa hatin kirin. Di heman demê de PDK’ê bi zilamên xwe Haydar Şeşo û Qasim Şeşo re dest bi propagandayeke reş kir ku wê rê li ber pêlek koçberiyê ya mîna serdema fermanan li Şengalê veke. Ev pêngava PDK’ê ya li Şengalê, weke pêngava şerê taybet a êrîşa 2’ê Gulanê tê pênasekirin. Malbatên hin eşîrên endamên tîma Şeşo ji bo ku Şengal vala bide ragihandin di kampê de konên vala raya çapemeniyê dan. Gelê ku di fermanê de çi jiyane ji bîr nekir, dîsa berê xwe da çiyayan. Piştî rojekê li çiyê, vegeriya mala xwe.

Di encama şer de êrîşa artêşa Iraqê ya li dijî civaka Êzidî ya ku bi fermana ceribandî bi hêzên xwe yên derbekar, ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve nehat qebûlkirin. Iraq xwedî argumanek nîne ku êrîşên xwe yên li ser Şengalê ji gelên cîhanê re vebêje, ku Iraq di warê siyasî û exlaqî de bide zorê. Ev yek bandorê li perspektîfa cîhanê ya li ser Iraqê dike. Her wiha, berxwedana ku geş dibû, polîtîkayên mêtingeriyê yên li ser Şengalê li ber çavên raya giştî derxist holê. Hevaltiya Kazimî ya bi Erdogan re ku dixwest bi darê zorê li Şengalê bixe, dema ku Erdogan telefonî Kazimî kir û piştî pevçûnan xwesteka xwe ya ji bo berdewamiya hevkariyê anî ziman, careke din piştrast bû. Ev jî nîşanî me dide ku Kazimî hem erê kir û hem jî piştgirî da êrîşa Erdogan a li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê ku bigihêje sînorên mîsak-i millî.