Şerê Dugirê û bihara Êzidiyan

Şerê Dugirê raxist pêş çavan ku YBŞ hêzeke berxwedêr e ku wê rê nede fermaneke nû. Her wiha nîşan da ku PDK amûra bingehîn a fermana li dijî Êzidiyan e. Bi kurtasî şerê Dugirê kir ku Êzidî hîn bi zelalî pêşiya xwe bibînin.

Ji bo lîstikên ku êrişa DAÎŞ'ê ya 2014'an û vir ve li ser Şengalê, li ser Êzidiyan têne lîstin werin fêhmkirin, bêguman divê mirov bi girîngiya civaka Êzidî ya ji bo dîroka Kurdan û girîngiya stratejîk a cografya Şengalê zanibin. Lê belê fêhmkirina bûyerên ji 18'ê Nîsanê û vir ve diqewimin, her wiha fêhmkirina helwesta hêzên ku tevlî van bûyeran bûne, têra fêhmkirina rewşê dike.

Lewma em bala xwe bidin ser bûyerên ku van hefteyên dawî li Şengalê qewimîn. Çi qewimî, çawa qewimî û kê pozîsyoneke çawa nîşan da?

18'ê Nîsanê ku ti rageşî û alozî tune bû, artêşa Iraqê ji nişka ve avêt ser benda kontrolê ya hevpar a polîsên federal ên Iraqê û Asayîşa Êzidxanê ya li pêşiya nehiya Dugirê ya Şengalê. Ji Asayîşê xwest ku dest ji vê nuqteyê berde û biçe. Ji ber ku asayîşê ev helwest qebûl nekir, ji bo demeke kurt şer qewimî. Lê belê ev şer bi navbeynkariyê qediya û pirsgirêk çareser bû.

Piştî rojekê nîvê şevê saet di 03:00 de artêşa Iraqê vê carê bi wesayitên zirxî yên hummer û çekên giran êriş bir ser nuqteyên li ser rêya navenda Şengalê heta sînorê Rojava -ku nuqteyên li vê qadê nuqteyên hevbeş ên artêşê û YBŞ'ê ne- û ji hêzên YBŞ'ê xwest ku ji van nuqteyan derkevin. Ji ber vê êrişê jî şer qewimî û bi saetan dewam kir. Piştî ku YBŞ'ê îradeya xwe ya berxwedanê nîşan da, ji bo pirsgirêk bêyî şer çareser bibe, alî neçar man ku ji nû ve li dora maseyê rûnên.

Lê belê di dema van hevdîtinan de artêşa Iraqê careke din kete pozîsyona êrişê û xwest berxwedana Yekîneyên Berxwedana Şengalê bişikîne û civaka Êzidî teslîm bigire. Hêzên YBŞ'ê bi tundî bersiv dan vê êrişê jî. Şer li nehiya Dugirê giran bû. Ji ber ku bi êrişa leşkerî nekarîn berxwedanê bişikînin û berxwedan civakî bû, artêş neçar ma xwe vekişîne û hevdîtinan ji nû ve destpê kirin. Aliyan giranî dan ser çareseriyeke dûrî ji şer.

PDK'Ê HEWL DA BI DESTÊ ARTÊŞA IRAQÊ ÊZIDIYAN QIR BIKE

Vê nêzîkatiya aliyan, di serî de civaka Êzidî her kesên alîgirê çareseriyê kêfxweş kir. PDK jî ji nişka ve hêzên xwe yên şerê taybet hemû xiste dewrê û li herêmê dest bi hewldanên provokatîf kir. Bi rêya çapemeniya xwe ya şerê taybet bang li artêşa Iraqê kir ku Şengalê xera bike. Piştî ku ev nebû, vê carê jî bi rêya medya dîjîtal hewl da panîkê li nava gel belav bike û ji bo xelkê Şengalê koçber bibe dest bi çêkirina nûçeyên derewîn kir. Di encama helwesta bi xwînsarî ya Rêveberiya Xweser a Şengalê de ev hewldan jî têk çû. PDK'ê vê carê hesasiyeta xelkê ya ji ber rastiya fermanê bi kar anî û hewl da gel û YBŞ'ê li ber hev rake. Ev jî nebû, vê carê bi serkêşiya fermandarê operasyona Mûsilê ku tê zanîn di bin kontrola wan de ye, şandeyek ava kir û xwest bi navê Şengalê bi Kazimî re hevdîtinê bike. Lê belê sekn û helwesta têgihiştî û zane ya xelkê Şengalê ev hewldan jî pûç kir. Diyar e hewldanên PDK'ê yên ji bo qirkirina Êzidiyan bi destê artêşa Iraqê wê neqede.

Di vê navberê de li hemberî hewldanên ji bo dagirkirina Şengalê, li Kurdistanê û her devera cîhanê gelê Kurd li gel dostên xwe rabûn ser piyan, li ber êrişên hikumeta Kazimî û PDK'ê rabûn û eşkere kirin ku wê qebûl nekin ku careke din ferman li Êzidiyan bê rakirin. Rêveberên tevgera azadiyê bang li aliyan kir ku bi berpirsyarane tevbigerin û di heman demê de diyar kirin ku eger êrişên li ser Şengalê dewam bikin wê bêdeng nemînin û piştgiriyê bidin têkoşîna civaka Êzidî ya ji bo parastina jiyana xweser û azad a li Şengalê. Rêveberiya Xweser a Rojava jî destnîşan kir ku li dijî qirkirineke nû ew ê bi gelê Êzidî re bin û bi her awayî piştgiriyê bidin wan.

SEKNA MECLÎSA XWESER CIHÊ PESINDAYINÊ YE

Li aliyê din sekna polîtîk a bi xwînsarî û aqilane, her wiha berxwedana bi biryar a Meclîsa Xweser a Şengalê û Yekîneyên Berxwedana Şengalê cihê pesindayinê bû. Rêveberiya Xweser deriyê dîplomasiyê qet negirt. Ji dewleta Iraqê re ragihand ku çareseriya pirsgirêka Şengalê siyasî ye, ne bi rêyên leşkerî lê belê bi siyasî û diyalogê çareser dibe, di vê çarçoveyê de jî gav avêt. Ji bo pirsgirêk bi vî rengî bê çareserkirin kete pozîsyoneke welê ku dewletê teşwîq bike.

Xelkê Êzidî û Hêzên Xweparastinê yên Şengalê bi vê sekn û berxwedana xwe hem moral da, hem jî nîşanî wan hêzên ku hewl didin qirkirineke nû bikin, di nava hewldanên bêkêr de ne. Di heman demê de rê û rêbaza jiyaneke azad jî destnîşan kir. Biryardarî û berxwedana YBŞ û Asayîşa Êzidxanê çiqasî bê qalkirin, wê têrê neke. Şerê rojekê bi rengekî eşkere nîşanî artêşa Iraqê û yên ku dixwazin êrişî Şengalê bike da, ku wê li çi rast bên.

XETA TÊKNEÇÛNÊ YA APOYÎ NÎŞAN DA

Şer rojekê dewam kiribe jî şerekî giran bû. Artêş û leşkerên Iraqê bi gotina 'Allah û Ekber' bi dehan tank, bi sedan hummer û bi hezaran leşkerî êriş birin ser Dugirê û Sinûnê. Nehiya Dugirê bi çekên giran; tank, top û fuzeyan hate bombekirin. Ciwanên Êzidî jî li dijî van çekên giran, bi çekên ferdî bersiv dan û nehiştin ku artêş ji vê qadê derbas bibe.

Êrişa dawî ya li ser Şengalê û berxwedana li dijî êrişê gelekî dişibe êrişa DAÎŞ'ê û berxwedana li dijî DAÎŞ'ê. Her wiha gelekî dişibe berxwedana gerîla ku niha li Zap û Avaşînê li dijî her cûre teknolojiya artêşa Tirk a mêtinger tê meşandin. Bêguman ne tiştekî matmayî ye ku herdu berxwedan dişibin hev. Hem Yekîneyên Berxwedanê yên Şengalê hem jî gerîlayên PKK'ê xwe ji çavkaniyeke manewî xwedî dikin; îdeolojî, jiyan û rêbaza têkoşînê ya Apoyî. Bi van herdu berxwedanan hate nîşandan ku ev xet têk naçe û berxwedan wê teqez bi ser bikeve.

ENCAMÊN ŞERÊ DUGIRÊ

Şerê Dugirê encamên gelekî girîng bi xwe re anî. Nîşan da ku YBŞ hêzeke berxwedêr e ku wê rê nede fermaneke nû. Raxist pêş çavan ku PDK amûra bingehîn a fermana li dijî Êzidiyan e û ispat kir ku hikumeta Kazimî jî bi piştgiriya DYE'yê di nava plana qirkirina Kurdan a sîstema mêtinger a Tirk de ye. Eşkere kir ku di serî de Êzidî tevahiya gelê Kurd ji bilî şerê ji bo azadî û rûmeta xwe rêyeke din li pêşiya xwe nîne. Dawiya dawî şerê Dugirê kir ku Êzidî hîn bi zelalî pêşiya xwe bibînin.