Êşa ku min siya xwe lê daniye…

Hiş û sewdaya me hebû, li darê dinê, hiş û dewrana me hebû, welatê ku Xwedê afirand û piştre ji bîr ve kir. Deriyên neweyek, çiyayên kewek xwe fir dide ji hêlînê. Hêlîna ku xerab bû. Tê qesta parsûyên me dike.

Heta û heta ev 'av' xwe berde nava axê. Heta û heta bizane, 'bêhna gulan' payîzan bi ser xwe de bîne, nexşeya Kurdistanê, nexşeya dinyayê veke li ber xwe. Wê serê riman bişon, xwîn xwe dide der. Şervan neçar e ku neçe nêçîrê…

Dizane ka birîndareke çawa ye. Lê zeman melûm e, meyxoş e  zeman, dirinde hene, lepzer hene, Jakaw in, artêşên xwe. Her em hene, ew hene, qesta parsûyên me dikin. Yên hatine em in. Yên li vir jî em in lê berî ku mar, kirasên xwe bihêlin, masî xwe berdin behra kûr.

Wer dikin ku bêhna kavilan jî neyê. Lê niha gul dibarin li çiyayên Xoyê. Gava tu kes nekare qurnefîlan daîne vê kolanê. 

Belkêm, ew wext nebe ku careke din, bikarin, tehm bikin, hêjîrên çiyê. Heyran, hatime bêhna bihan tînim, li rex mêrgeşînê. Birîn hatin alastin. Bejnên bedew ên sedsalan hatin, buhurîn. 

Hiş û sewdaya me hebû, li darê dinê, hiş û dewrana me hebû, welatê ku Xwedê afirand û piştre ji bîr ve kir. Deriyên neweyek, çiyayên kewek xwe fir dide ji hêlînê. Hêlîna ku xerab bû. Tê qesta parsûyên me dike. Zimanê ku me dide, ber devê kêran.

Dê bêje, mirov dikarin, li ber êşên xwe bikevin û li ber rûnin, wek kêlgora lehengekî maçî bike, serê sedsala çûyînên te ne lawiko, pêşengo!

Serê zarokekî miz dide û dihere, vê carê, jineke dilbikul qiseta min dike, paşguh nake kulên ku ji min re dax dike.

Ez û xwedayên payeberz li hev bikin jî, di îmana xwe de neyar û di dostaniya xwe de ne li hev in. 

Dema sewta kûçikan bê min / dema xurucîn stêrk / dema derfetên xwe didim, bo vegerê, bo vê seferê, bo vê evînê/ bo vî welatê ku li roj- bayê…

Wê sûretên bedew li ser pelên dara hinarê bên neqşkirin. Wê xwe bibe, tahma devê me yê ku bêhna simaqê jê tê. Her tişt bo vegerê, keleşkofan bêxe telîsî, kenên xwe bide vê rêkê. Wer difikirim ku kifnikî bûye, qîrîna ku êdî gaziya min nake.

Min jî di tengezariya xwe de destên xwe êsîr dikirin, li pişt Gilîdaxê, li kêleka Asosê, li rex tanqên çolê, dinyaya ku me bihêle û biçe, bi vê sefa û seyranê… 

Xwe vekişîne, di rûpela 45’an de bixwîne vî bar û bîra kûr. Xwe berde cihê ku lê xweda dimirin. Ecele bike, berî ku êşên te baş bibin. Dêya min, bi herfên xwe dixwîne vê Quranê, dêya min hezkirina lawikekî ji bîr kiriye.

Hîna! Şevê didim bendewaran, hîna şevê didim, li dora pevyan. Kirîv bi xwedê, em hîna yên awirekî, yên çiyayekî û yên dareke maziyan in. Evîn keda te ye, kerbela ye çiyayên te. Ka te çend birîn alastin. Qey tu dibêjî; vê esrê dixwîne, wê şevên me spî bike, êşên me jî hênik bike. Bi gotina ku Dostoyevskî dibêje; “Tirsa min ew e ku layîqê êşên xwe nebim“ disa dibêje; nahêlin ez baş bibim. 

Weke ku mirin mîna min e, jiyan li rex min dest pê dike. Hestiyên miriyekî dilê min dişikînin û xistine nav destên min.

Dinyaya ku me dihewîne / carinan dil giran e / carinan jî hêviyên xwe dineqîne. Xaziyên xwe jî aş dike. Wekî xezalekê terikandî ye dora çavên min. Birîn teze, hêviyên xwe geş, di zemanê xwe de digindire her tişt. Di pencereya xewnan de li paşiya xwe dinêre.  Rabihorî jî deftera xwe ya dîrokê ye. Zer in,  şefeqên seferên me, geh hevrêşim in û  geh jî kavilên gewrîn li bîra me dixe. Hespên kehêl derbas dibin di ser eniya me re.  

Keziyên jinekê bi ser asîmanên Sineyê ve tên qusandin. Qîrînên dengên dilxweş hene ku rengên xwe kesk in. Mirin di umrê mij û moranan de maye. Yek derî vedike, yek jî porê xwe hine dike. Çûyîna her lehengekî çavlirê ye. Bijangên min / pêşiya min / hatime destpêka ku bimijim, kuçeyên reş in, naqosên bideng in.

Ax…û wax hene, ji min dirijin tim û tim dilgiran im.  Tehtên ku destên min lê dikevin, rêyên ku min siya xwe lê daniye, keviyên spî, keriyên ewran, diêşînin canê min. Her axa ku me dihewîne wiha dibêje; em bi jiyanê, bi rêya dûr ketine, li pey vê evînê, niha êş hene û ew zeman e, êşa ku min jî siya xwe lê daniye….