Yek ji amûrê ku carinan tevlî şîn, şahî, xemgînî û kêfxweşiya civakê dibe jî tembûr e. Tembûr êş, hezkirin û azarên civakê tîne ziman. Ev amûr bi taybetî di baweriya Elewîtiyê de xwedî cihek girîng e. Di baweriya Elewîtiyê de yek ji bivênevê ya îbadetê tembûr e. Eger kes nizanibe lê bixe jî li dîwarê her malê daliqandiye.
JI ZAROKATÊYÊ VE TEMBÛRÊ LÊDIXE
Li navçeya Battalgazî ya Meletiyê Dogan Koşan (55) ê ku ev 20 sal in hostetiya tembûrê dike û got ew bi eşqeke mezin vê pîşeya xwe dike. Koşan, di atolyeya xwe ya biçûk de hem giyanê dide daran û hem jî dersên tebûrê dide nîştecihên Meletiyê. Koşan dibêje, ew ji gundê Akçadag ê Meletiyê ye û got: “Xwedê rehma xwe li bavê min bike wî jî tembûr lêdixist. Ji ber ku bavê min tembûr lê dixist û herêma me jî girîngiyek mezin dide tembûrê ez jî vê amûrê ne dûr bûm. Ez hîna di pola pênçemîn ya dibistana seretahî de bûm min xwest ez dest bi tembûrê bikim û di vî temenî de ez hînî tembûrê bûm. Di baweriya me de hema bêje dema ji zarokatiyê û pê de her kes xwe hînî tembûrê dike.”
‘TEMBÛR HEVALEK XWEŞ Û QEDÎM E’
Koşan da zanîn ku ew êş, hezkirin, kêfxweşî û azarên civakê bi tembûrê tîne ziman û bi taybetî ji bo herêma wan tembûr xwedî girîngiyek mezin e. Koşan, tembûrê weke hevalê xwe yê herî qedîm binav dike û dibêje: “Tembûr ji bo min gelek girîng e û xwedî cihek taybet e. Tembûr dost û hevalek qedîm e, her demê bi mirovan re ye. Carinan mirov pê re diaxive û carinan jî êş û kedera xwe pê re par ve dike. Carinan ez bi tembûrê re dikenim, carinan jî pêre digrim. Tembûr hevalek xweş û qedîm e.”
‘RÊYA HEQIYÊ’
Koşan, di Elewîtiyê de behsa girîngiya cihê tembûrê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Tembûr di baweriya Elewîtiyê de weke qûrana bi têl derbaz dibe. Baweriya Elewîtiyê di pirtûkan de nehatiye nivîsandin û veşartî hatiye hiştin. Civaka Elewî ji ber zilm, zordestî û polîtîkaya çewisandinê ya dewletê, bi rêya tembûrê û vegotinê baweriya xwe anîne ziman. Ev ji veguherandine şeklê îbadetê. Di baweriya Elewîtiyê de mirov bi muzîkê nêzî heq dibe. Dibe dad-dîdar. Îqrarî çêdibe. Cem û civat çêdibe. Rêya heq, civakîbûna Elewîtiyê û muzîk têkildarî hev in. Dema ku mirov li dengê tembûrê guhdar dike, dibîne ku ji bo mirovan rêya heqiyê nîşan dide. Ji bo vê yekê cihek taybet û girîng yê tembûrê di baweriya Elewîtiyê de heye.”
AKADEMIYA MUZÎKÊ
Koşan diyar kir ku demek gelek dirêj wî tembûr lê xist û nêzî 20 salan e jî dest bi hostetiyê kiriye û ev tişt got: “Ev parçeyek çanda me ye. Bi salan e vê çandê me heta îro aniye. Ji bo vê divê em xwedî derkevin. Berî 20 salan min dest bi hostetiyê kir. Ez li vir giyan didim daran û zarok, ciwan, jin û mêran hînî tembûrê dikim. Vir ne tenê atolyeye di heman demê de akademiya muzîkê ye.”
‘BÎRA CIVAKIYÊ YE'
Koşan destnîşan kir ku piştî teknolojî li pêş ketiye û bi çêkirina fabrîkasyonê re qalîteya karê wan ketiye û tembûrvanî karek dildarî ye û divê ji nava dilê mirov were hem lê bide û hem jî çê bike. Tembûr di heman demê de awayekî rêxistinbûyînê ye. Zakir li ber tembûrê, bîra civakiyî, êşên civaka elewî, berxwedana wê nifş bi nifş vediguhêzînin. Lewra tembûr şahid, bersûc û mehkûmê her serdemê ye. Ji ber ku bandoreke wê ya zêde heye, di dema Osmaniyan de ji bo qedexekirina wê fitwe hatine dayîn. Di her demê de zextên giran li ser baweriya Elewiyan hatiye kirin.”
‘NASNAMEYA ME YA CIVAKIYÎ YE'
Koşan bilêv kir ku hemû taybetmendiyên baweriya Elewîtiyê di tembûrê de bi awayekî sembolî hene û wiha got: “Hevalek me yê siyasetmedar berî çendîn salan tembûr lêdixist û di nava siyasetê de rastî gotinên nexweş hat û bû hedefa desthilatdariyê. Lê bersivek wî yê pîr xweş hebû û got, ‘ez tişa lê dixim dibêjim, lê tiştên ku hûn lêdixin hûn dikarin bibêjin.’ Ev gotinek gelek bi bandor û bi wate dar bû. Ji bo vê yekê ez jî dibêjim tambûr nasnameya civakiyî ya baweriya elewîtiyê ye."