Şagirtên li pênc malên perwerde û çandê yên Şaredariya Peyasê perwerdeyê dibînin, di çalakiya dawiya salê de li hev kom bûn. Di çalakiyê de li 120 zarokên Kobanêyî yên qursa Kurdî dibînin karne hatin belavkirin.
Di kombûna li Navenda Çandê ya Cegerxwîn de namzeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel, Alîkara Hevşaredarên Peyasê Nesrîn Keskîn, şagirt û malbatên wan amade bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, fîlmek li ser xebatên salekê yên pênc malên perwerde û çandê, hat nîşandan.
'XIZMETÊN ME WÊ DEWAM BIKIN'
Keskîn li vê derê peyivî û got, "Xebatên me yên perwerdeyê ku bi kirêkirina qehwexaneyekê destpê kirin, bi ked û hewldaneke mezin îro em li pênc malên desteka perwerdeyê dimeşînin. Weke Şaredarî, xizmeta me ya ji bo mirovên dezavantajî wê li her qada jiyanê dewam bike."
Demîrel jî anî ziman ku Şaredariya Peyasê bi xebatên xwe yên li qada perwerdeyê re serketineke mezin nîşan daye û destnîşan kir ku bi taybetî hînkirina ziman û çanda Kurd gelekî girîng e.
Di kombûnê de, li 120 zarokên Kobanêyî yên ji ber şer neçar man koçî Amedê bikin û li malên desteka perwerdeyê qursa Kurdî dîtin, karne hatin belavkirin. Di çalakiyê de koroya ji şagirtan hunera xwe pêşkêş kir.
BI WÊNEYAN BERXWEDAN Û AZADÎ
Pêşangeha wêneyên zarokên Kobanêyî xêz kirin, li vê derê bal kişand. Zarokan di wêneyên xwe de şer, koçberî, berxwedan û xeyalên azadiyê xêz kirin.