Zanîngeha Rojava bi hemû zaravayên Kurdî cejn pîroz kir -NÛ BÛ

Desteya Rêveberiya Zanîngeha Rojava cejna zimanê Kurdî bi daxuyaniyekê pîroz kir. Desteyê bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî, Soranî, Hewramî, Kelhûrî, Lekî û Lorî peyama pîrozbahiyê weşand.

Desteya Rêveberiya Zanîngeha Rojava bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyamek li ser malpera xwe ya înternetê weşand.

Peyam bi hemû zaravayên Kurdî; bi Kurmancî, Kirmanckî, Soranî, Hewramî, Kelhûrî, Lekî û Lorî hate weşandin.

Peyam wiha ye:

"Ziman, gewherê ku xwe daye der û bûye deng, riste û hevok e. Ziman, rengdayîna gewher e. Ziman baxê çand û hunerê ye. Ziman hêlîna dîrokê ye. Lewre her gel û civak bi zimanê xwe tên nasîn. Lewre ziman hebûn û nasname ye.

Zimanê Kurdî jî yek ji kevintirîn zimanê cîhanê ye. Yek ji wan zimana ye ku kevintirîn çanda cîhanê di şaneyên xwe de vedişêre. Tevî hemû êrîşên helandin û bişaftinê jî, vê dewlemendiyê xwedî dike û li ser piya ye. Em jî weke Desteya Rêveberiya Zanîngeha Rojava ku zanîngeheke Kurdî ye û di nava berxwedaneke dîrokî de şîn bûye, dibêjin ku hebûna me nîşaneya têkbirina pergala bişaftinê ye.

Di vê roja dîrokî de em dibêjin ku ji kûrahiya dîrokê heta Elî Herîrî û Baba Tahir, ji Ehmedê Xanî û Nalî û Mewlewî heta Gîv Mûkiryanî û kovara Hawar û roja me ya îro hemû kedkarê Zimanê Kurdî û Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Bangewaziya me; 'li gewher û zimanê xwe xwedî derkevin'…"