Yahoo ji ber ku agahî neda NSA bi cezakirinê hatiye tehdîtkirin

Yahoo ji ber ku agahî neda NSA bi cezakirinê hatiye tehdîtkirin

Ajansa Ewlekariya Neteweyî ya DYA (NSA), ji ber ku Yahoo'yê agahiyên hin bikaranînerên xwe nedayê, bi cezayê 250 hezar dolarî gef lê xwariye.

Li gorî dokumanên dadgehê yên ji hezar û 500 rûpelî ku li blogên înternetê hatin weşandin, Yahoo'yê li hemberî daxwaza dayîna agahiyên bikaranînerên xwe de, doz vekir. Di doza ku Yahoo'yê winda kir de derket holê ku Yahoo'yê qebûl nekiriye tevlî bernameya şopandinê ya NSA ya bi navê Prîzma bibe û ji ber vê yekê jî gefa cezayê 250 hezar dolarî lê hatiye xwarin.

Parêzerê sereke yê Yahoo'yê Ron Bell der barê bernameya ji aliyê Edward Snowden ve hat aşkerakirin de daxuyanî da û destnîşan kir ku belge nîşan didin ku Yahoo di her gavê de çawa li dijî NSA radiweste.

Li gorî belgeyan NSA li gorî qanûnenek di sala 2007'an de ji aliyê rêveberiya DYA ve hat derxistin, agahiyên hin bikaranînerên Yahoo xwestiye. Yahoo'yê jî li dijî vê, bi sedema ku daxwaz li derveyî destûra bingehîn e û zêdegaviya erkê ye, serî li dadgehê da û xwest ev daxwaz bê redkirin. Lê belê kargeha Yahoo hem dadgeh winda kir hem jî doza temyîzê.

Piştî ku dadgeha temyîzê li hemberî kargehê biryar da, gef li Yahoo'yê hat xwarin ku di berdêla her roja Yahoo daxwazên NSA bicih nîne de 250 hezar cezayê pereyan bide.

Ron Bell diyar kir ku ji bo temamiya belgeyên dadgehê bên weşandin, têkoşîna wan a hiqûqî dewam dike.