Xelata Wêjeyê ya Nobelê radestî helbestvana Emerîkî Gluck hate kirin
Helbestvana Emerîkî Loûîse Gluck hêjayî Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya sala 2020'an hate dîtin.
Helbestvana Emerîkî Loûîse Gluck hêjayî Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya sala 2020'an hate dîtin.
Akademiya Swêdê xwediyê Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya sala 2020'an eşkere kir.
Serokê Akademiyê Mats Malm diyar kir ku xelata îsal ji helbestvana Emerîkî Loûîse Gluck re hatiye dayin.
Beriya Xelata Wêjeyê, xwediyên Xelatên Tip, Fîzîk û Kîmyayê jî hatibûn eşkere kirin. Roja Înê saet di 11:00 de wê Xelata Aştiyê ya Nobelê bê eşkerekirin.