Xelata Wêjeyê ya Nobelê dan Kazûo Ishîguro

Xelata Wêjeyêya Nobelê ya îsal dan Kazûo Ishîguro.

Nivîskar û senarîst Kazûo Ishîguro bû xwediyê Xelata Wêjeyê ya Nobelê. Ishîguro wê xelata pereyan a 1,1 milyon dolar jî bistîne.

Romana Ishîguro ya bi navê Never Let Me Go (Tu carî min neterikîne) a ku di sala 2005’an de nivîsandibû, ji aliyê kovara Tîmeyê ketibû nav 100 romanên baş. Pirtûk di sala 2010’an de bû fîlm.

Ishîguro li Japonyayê li bajarê Nagasakiyê di sala 1954’an de ji dayîk bû û hê 5 salî bû tevî malbata xwe bar kir Îngîlistanê.

7 roman, lîstik û kurteçîrokên wî yên çapbûyî hene.