Xelata Mezin a Hunerê ya Berlînê dan nivîskarê Kurd

Xelata Mezin a Hunerê ku ji sala 1971’ê û vir de ji aliyê Akademiya Hunera Bedew a Berlînê ve tê dayîn îsal hêjayî nivîskarê Kurd Şerko Fettah hat dîtin.

Xelata Fettah ji aliyê serokwezîrê eyalat Berlînê Mîchael Muller û ji rêveberiya akademiyê Klaus Taeckh ve hat dayîn.

Merasîma xelatan ya duh êvarê ji aliyê akademiyê ve hat lidarxistin de ‘Xelata Mezin a Hunerê’ dan Şerko Fettah.  Di daxuyaniya ku ji aliyê Juriyê ve hatiye dayîn de hat gotin ku di  wêjeya Fettah de girîngiya acîliyeta polîtîk cihekî girîng digire û ev jî rastiyeke ku kêm tê dîtinê ye. Di çarçoveya Xelata Mezin a Hunerê de 15 hezar euro jî dan Şerko Fettah.

Yek ji 6 ‘Xelatên hunera biçûk’ dan  hunermend Marta Popîyoda yê ji Belgradê.  Ji aliyê akademiyê ve di beşên mîmarî, muzîk, wêje, lîstikvaniyê de xelat hat dayîn.

Xelatên ku ji sala 1971’ê heta niha tên dayîn  ji bo bîranîna Şoreşa Adara 1848’an ji aliyê Senatoya Berlînê ve xistibûn jiyanê.

ŞERKO FETTAH KÎ YE?

Şerko Fettah di 1964’an de kurê bavekî ji Başurê Kurdistanê û dayikek Elman li Rojhilatê Berlînê hat dinê. Malbata Fettah di 1975’an de diçe Viyanayê û ji wir koçî Rojavayê Berlînê dike. Li vir di qadên huner û felsefeyê de perwerdeya zanîngehê girt.

Yekem romana Fettah a bi navê  Im Grenzland (li herêma sînor) di 2001’an de hat weşandin û herî dawî  romana wî ya bi navê ‘Der letzte Ort (bajarê dawî)’ di 2014’an de derket.