Xelata baştirîn belgefîlmê dan belgefîlma 'Hêza'

Belgefîlma Hêza ku behsa serpêhatiyên jineke Êzidî ya ku piştî êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê dîl tê girtin û piştre ji destên wan rizgar dibe û weke şervanekî li dijî DAÎŞ’ê şer kir dike, di Festîvalê de xelata belgefîlma herî baş wergirt.

Belgefîlma “Hêza” ku çîroka jineke Êzidî ya ku di dema qirkirina Êzidiyan a di encama êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an a li ser Şengalê jiyana wê bi tevahî diguhere vedibêje, di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Bodenê de xelata belgefîlma herî baş wergirt.

Belgefîlma "Hêza" ya ku derhêner û berhemhêneriya wê Derya Deniz kiriye û kişandina wê salekê domkiriye, li Şengal, Rojava û Reqayê hatiye amadekirin.

Belgefîlm behsa serpêhatiyên Hezayê ku piştî ku di dema qirkirina gelê Êzidî ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve tê dîlgirtin û piştre ji destê DAÎŞ'ê rizgar dibe û weke şervanekî têdikoşe dike.

Muzîkên ku di belgefîlmê de hatine bikaranîn ji aliyê Mehmûd Berazî ve hatine amadekirin.