Weşanxaneyên Kurd zext şermezar kirin

Înîsîyatîfa Weşanên Kurd got “Li ser gelek weşanger û nivîskaran sûcdariyên giran hene” û diyar kir ku wê bi ji ya xwe danekevin xwarê.

Înîsîyatîfa Weşanên Kurd li dijî zextan daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku polîtîkayên zext û zilmê li ser çand û zimanê Kurd didome û got ku, “Li ser gelek nivîskar û weşangeran sûcdariyên giran hene. Ev polîtîkayên zextan berê jî hebû û a niha jî heye. Li hemberî vî tiştî nivîskar û weşanger xebatên xwe didomînin. Gelek weşanxane tên girtin û li ser wan êrîşên giran hene.

Heta niha li nivîskar Feratê Dengizî 10 sal, li Bahadîn Robar 8 sal, li Mîrza Ronî 7 sal, li Adil Başaran 7 sal ceza hatiye birîn. Nivîskar Azad Zal, Nesrîn Şanli û Adil Ercan hatine girtin, nivîskar Îbrahîm Xelîl Taş, Mehmet Devîren, Suphî Îzol û Ayşe Kara jî hatine destgîrkirin û derbarê wan lêpirsîn hatiye destpêkirin.”

Aram, Ar, Aryen, Azad, Dara, Ekîn, J&J, Kurdistan, Morî, Na,Ronak, Rosan,Tevn, Wardoz, M, Sîtav û Sor di nav Înîsîyatîfa Weşanên Kurd de cih digirin.