Weşanxaneya Meyman 4 pirtûkên nû çap kir

Weşanxaneya Meyman di dema Newrozê de çar pirtûkên nû weşand.

DERSÊN PARTIYÊ YÊN SALA 36'AN

Weşanxaneya Meyman vê mehê pirtûka 'Dersên Partiyê yên Sala 36'an' a ji du bergan weşand. Pirtûk ji qeyda dersên ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Dûran Kalkan pêk tê ku di navbera salên 2013 'u 2014'an de li çiyayên Kurdistanê da.

DILÊ MIN JI BO ÇIYÊ LÊ DIDE

Halîl Ûysal (Dag) şoreşgerek bû ku hem bi nivîsê, hem bi wêneyan, hem bi nûçeyan hem jî bi fîlman bi şênberî qala gerîla dikir. Weşanxaneya Meyman ji pirtûkên Halîl Ûysal pirtûka bi navê 'Mein Herz schläg für die Berge' (Dilê min ji bo çiyê lê dide' bi zimanê Elmanî weşand.

JI ÇIYÊ Û DERYAYÊ RE

Sal 2013, zindana Çewlikê. 19 girtiyên PKK'î biryareke mezin dan. Fîrar. Xeyala her kesên dîlgirtî ye ku fîrar bike. Û dest bi kolandina tunelê kirin. Xwestin ku ya nepêkane pêk bînin. Ji bo vê jî wê her bedel bidan. Di destê wan de tenê çend amûrên ji parçeyên biçûk ên hesin hebû. Dest bi kolandina tunelê kirin û 2 mehan bi kêreke ko bi 61 metreyî kolan. Ew roj hat û 18 girtiyan fîrar kirin, berê xwe dan çiyê. Bi zor û zehmetî xwe gihandin çiyê, lê belê ji ber bêplaniyê û bêtedbîriyê hatin girtin.

Hemû jî hatin sirgûnkirin. Lê belê hesreta çiyê ya di dilê wan de qet kêm nebû. Ji bo propagandaya dijmin têk biibn careke din planeke fîrarê çêkirin û li zindana Amedê dest bi çalakiya tunelê kirin. Tevî komek ji hevalan destpêkê plana tunelê amade kirin, lê belê dema dîtin ku kolandina tunelê nepêkane vê carê plan kirin ku xwe di ser têlan re çeng bikin û fîrar bikin. Amadekariyên xwe jî li gorî vê kirin. Bi rojan xebitîn, diviyabû di her gavê de astengî ji ber xwe rakiribûna. Plan bi hemû detayan bi cih anîn û ji zindana Amedê reviyan. Piştre jî berê xwe dan çiyê. Pirtûka 'Ji çiyê re, ji deryayê re - çîroka fîrarê' ya ji 523 rûpelan qala wê demê dike.

ROJNIVÎSKA BERMAL KARDELEN

Bermal Kardelen (Sacîde Kara) di Tebaxa 2002'an de li Zapê şehîd bû. Pirtûka 'Rojnivîska Kardelen' a li ser jiyan û rêwîstiya wê ya ber bi gerîla ve ji aliyê rojnameya Newaya Jin ve hate amadekirin. Di pirtûka ji 233 rûpelî de helbest, nivîs û nameyên Bermal Kardelen ên ji bo hevalên xwe hatin weşandin.

Ji malpera înternetê ya pirtukxane.net ev pirtûk û gelek pirtûkên din ên Weşanxaneya Meyman dikarin bêne peydakirin.