Wênesazên Kobanê: Hêviyên xwe ji xwe re bikin armanc

Wênesazên Kobanê diyar kirin, ku di her tabloyekê de hêviyek veşartiye û gotin, ji bo piştgiriya serhildana li Rojhilatê Kurdistanê bikin, wan jî biskên xwe birîne û danîne ser wêneyê Jîna Emînî.

Pêşangeha Wêneyan a Sêyemîn ku di 22’ê Kanûnê de li Eywana Firatê ya li Kantona Kobanê, bi pêşengiya Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido destpêkiribû, doh bi dawî bû.

Di pêşangehê de ku bi dehan wêne û berhemên wênesazan hatin nîşandan, eleqeyeke mezin jê re hate nîşandan.

Wênesazên jin ên ku bi berhemên xwe nîşan dan, diyar kirin ku ew bi saya paradîgmayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine vê astê.

Wênesaz Sîham Şêxo da zanîn ku xeyalê wê ew e ku bibe wênesazek pispor û got, "Di tabloya xwe ya destpêkê de min wêneyê Radyoyê xêz kir. Ji ber radyo yekem amûra ragihandinê ye ku xwe digihîne civakê. Her tabloyek ku tê çêkirin, xwedî bîrekê ye. Ji nifşên siberojê re peyamekê dihêle. Bi saya ramanên Rêber Apo jin haya xwe ji hebûna xwe, ji pergala koletiyê çêbûye û bi altarnatîf û afrîneriya xwe vê pergalê ji holê radikin. Divê jin hemû hêviyên xwe ji bo xwe bikin armanc."

Wênesaz Hêlîn Ehmê Ebas destnîşan kir, ku ji bo balê bikişîne ser koçberiya gel a ber bi Ewropayê ve wêneyê mirovên ku di nava deryayê de dixeniqin xêz kiriye û got, "Ev şer û koçberî divê bi tabloyan jî em îfade bikin. Civaka mirov hebûna mirovan e. Divê her kesî ji bo hêviyên xwe hewl bide."

Wênesaz Cîhan Şehîn diyar kir, ku wê xwestiye bi tabloyên xwe, kesayetên Kurd bi bîr bîne yên weke Seyîd Riza, Qadî Mihemed, Yilmaz Guney û Jîna Emînî. Cîhan Şehîn got, "Xwesteka min ew bû ku ez kesayetên Kurdî bi bîr bînim. Her wiha porên xwe jêkirin û bi tabloya Jîna Emînî ya ku bi rengekî hovane hate qetilkirin ve kir. Jîna Emînî bi rengekî hovane hate qetilkirin. Em keçên Kurd tevahî Jîna Emînî ne, Jîna Emînî em in û em Jîna Emînî ne. Em bang li tevahî jinên Kurd dikin ku her kes bi karê xwe rabin ser piyan."