Wênesazê Kurd wêneyê jina berxwedêr a Şengalî xêz kir

Wênesazê Kurd Ribwar Parwîzî, wêneyê dayika şengalî ku li hemberî êrîşên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê bi kevirê destê xwe maşîneyeke zirxî dabû rawestandin xêz kir.

Hêzên çekdar ên hikûmeta Kazimî ku li Sinûnê û Dugirê doh êrîşî bendên kontrolê yên Asayîşa Êzidxanê û YBŞ’ê kirin û ketibû nav hewldanên dagirkirina Şengalê. Li hemberî êrîşan li seranserî welatên Ewropa û Rojhilata Navîn bertek hatin nîşan dan.

Dayika şengalî ku li dijî êrîşên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê bi kevirê destê xwe maşîneyeke zirxî dabû rawestandin jî li ser paltformên medya sanal bû rojev. Wênesazê Kurd Ribwar Parwîzî ku li Hollandayê dijî, wêneyê vê dayikê xêz kir. Parwîzî, vê xebata xwe bi nîşeya "Berxwedan Jiyan e, Jin Jiyan Azadî" li ser hesabê xwe yê medya sanal parve kir.