"Wêneçêkirin hesteke hundirîn e"

"Hin kes jiyana gerîla bi nîvîsê, hinek bi helbestan, hinek bi stran û hinek jî bi dengbêjiyê vedibêjin. Ez jî bi wêneyan vedibêjim."

Gerîlayê HPG'ê yê bi navê Rêbaz Çîçek Gabar, di zaroktiya xwe de dest bi wêne çêkirinê dike û diyar kir ku çêkirina wêneyan, îfadeya cîhana xeyalên wî yên zarokatiyê ye. Gabar got: "Hin kes jiyana gerîla bi nîvîsê, hinek bi helbestan, hinek bi stran û hinek jî bi dengbêjiyê vedibêjin, ez jî bi wêneyan vedibêjim."

Gerîlayê HPG'ê Rêbaz Çîçek Gabar di sala 1991'ê li bajarê Dêrîka Hemko ji dayik dibe û di sala 2008'an de beşdarî tevgera azadiyê dibe. Çîçek heta dibistana seretayî li gund dixwîne û piştre tevî malbata xwe derbasî bajarê Dêrîka Hemko dibin.

Çîçek Gabar da zanîn ku malbata wî bi eslê xwe koçer e û got: "Beriya malbata min derbasî Derikê bibe, me li gund jiyan dikir. Malbata min bi xwe ji çanda koçertiyê tê. Jiyana malbata min bi xwedîkirina ajalan derbas bûye. Malbata min dev ji çanda xwe ya koçertiyê bernedabû. Piştî em çûn Dêrîkê jî malbata min derbara xwe bi xwedîkrina ajalan dikirin."

"WÊNE HESTEKÎ DI HUNDIRÊ MIN DE BÛ Û PÊWÎSTBÛ BÊ HERIKANDIN"

Gerîla Çîçek Gabar diyar kir ku ew hîne di temenekî gelek biçûk de fêrî wêne çêkirinê dibe û wiha berdewam kir: "Min dema dest bi refa yekem a dibistanê kir, bala min wêne çekirin kişand. Ez hînê biçûk bûm lê dema ez çûm dibistinê û fêrî bikaranîna pênûsê bûm, pênûsa min rê da ku ez hestên xwe yên ku di wî temenî de berhev bûbûn di wêne de biherikînim. Bê guman, baldariya min a ji bo xwendin û nivîsandinê jî gelekî zêde bû.

Min gelek caran di nava dersên dibistanê de hişê xwe dibir ser çêkirina wêneyê, yanî ez dikarim bêjim wêne hestekî di hundirê min de bû û pêwîstbû bê herikandin. Heta gelek caran min ji mamosteyên xwe hişyar digirtin ku ez ji bo bala xwe bidim ser dersên xwe. Mamosteyên min digotin tu çima li dersê guhdarî nake lê tiştê ku min zanebûn dikir nebû, berevajî min xwe ji bîr dikir û ez bi wêne çêkirinê re diçûm."

"MIN BÊRÎKIRINA XWE YA JI JIYANA GUND RE HER TIM DI WÊNEYAN DE BILÊV DIKIR"

Çîçek Gabar li ser heskirina xwe ya ji wêneyan ev tişt anî ziman: "Min ewqas ji wêne hez dikir êdî li ser hemû lênûsên min wêne hebûn, min li ser pirtûkên dixwend jî wêne çêdikirin. Min çiqas wêne çêdikirin ewqas min hêza xwe ya  wêne çêkirinê dît. Min ji xwe bawer kir ez dikarim bibim wênevan. Pênûsa min di çêkirina wêneyan de  gelekî bi lez bû, bi taybet dema ku min tiştek bikira serê xwe min bi lez çêdikir. Min piraniya wêneyên xwe bi hêza xeyalên xwe çêdikir.

Bê guman çêkirina min a wêneyan çavkaniya xwe ji malbata min digrt. Di malbata min de birayê min yê mezin û xwişka min a biçûk wêne çêdikirin. Ez dikarim bêjim me weke malbat ji hunera wêneyê hez dikir. Ji ber ku min pir di temenekî biçûk de dest bi wêne çêkirinê kir, ew kêliyên min destpêk ê jiyan e, baş nayên bîra min. Lê ez dizanim min ji çi hez bikira min wêneyê wî tiştî çê dikir. di zaroktiya xwe ve min ji çukan pir hez dikir lewra wêneyên herî zêde min çêdikir wêneyên çûkan bûn. Wekî din min herî zêde wêneyên gundê me û xwezayê çêdikir. Bi taybet piştî em ji gund derketin min bêrîkirina xwe ya ji jiyana gund re, her tim di wêneyan de bilêv dikir." 

"ROLA DAYIKA MIN DI PÊŞXISTINA WÊNEYAN DE DIYARKER E"

Gerîla Rêbaz Çîçek Gabar got ku ew ti caran fêrî jiyana bajarê nebû û wiha pêde çû: "Rola dayika min di pêşxistina min a wêneyan de diyarker bû. Dayika min gelekî pêşiya min vedikir û ji wêneyên min çêdikir gelekî hez dikir. Eleqedarbûna dayika min a bi min re hişt ku ez wêneyên dayik û keçan jî gelekî çêbikim. Dema ez li gund bûm min herî zêde wêneyên ajalan çêdikirin. Bi taybet ajalên dihatin kedîkirin yê weke wêneyên bizinan, kevokan çêdikirin. Ji xwe min bi xwe kevok xwedî dikirin û min ji wan gelekî hez dikirin. Min bi caran wêneyên kevokên xwedî dikirin çêdikirin. Jiyana min a li malê giranî bi wan kevokan re derbas dibû. 

Ji ber ku malbata min di aliyê aborî de pir ne baş bû, bi qasî ku derfet dest bida min wêne çêdikirin. Derfetên min di aliyê teknîkê da pir nebûn ez wêneyan çêbikim.  Ev rewşa malbatê ya heyî bû sedem ez di nava sînorekî diyarkirî de hunera xwe ya wêneçêkirinê pêşbixînim. Tişta herî zêde li ser pêşxistina min a wêneyan cihê ez mezin bûm xwezayi bû. Di nav derdora me de, bandora pergalê tinebû. Rewşeke xwe ji aliyê çandê ve parastî bû."

Çîçek Gabar diyar kir ku ew ti carî fêrî jiyana bajar nebû û got: "Ez demekê li bajarê Dêrîkê mam û der basî Şamê bûm. Jiyana bajar min qet nedikişand. Bandora jiyana bajar di aliyê neyinî de, li ser xeyalên min ên der barê hunera wêneyan de gelekî da çêkirin. Min demekê li Şamê wêne çênedikir. Min li Şamê demek dev ji wêneçêkirinê berda, ji ber ku min nedikarî ez hestên di jiyana xwe ya gund de jiyane bijîm. Min ti caran nedixwest ez dev ji çêkirina wêneyan berdim lê rewşa heyî dest nedida ku ez hunera ez pê ve girêdayî me dewam bikim. Heta ku hatin nava refên gerîla."

"MIN DI NAVA GERÎLA DE CAR DIN DEST BI WÊNE ÇÊKIRINÊ KIR"

Çîçek Gabar da zanîn beriya ew beşdarî gerîla bibe wateyek mezin nedaye wêneyan û got: "Min di temenê xwe yê zarokatiyê de dest bi wêne çêkirinê kir lê, min wateyek mezin li wêne barnekiribû. Ez piştî beşdarî gerîla bûm, di sala xwe ya destpêkê de min careke din giraniya xwe neda wênevantiyê û ez pêre eleqeder nebîm. Piştî ez demek di nav jiyana gerîla de pijiyam, ez gihîştim rastiya maneyê û min got; wêne dikare gelek tiştan îfade bike; û min carekî din dest bi wêne çêkirinê kir.

Min di nava gerîla de dît ku gerîla çiqas wate dide çand û hunera civakan. Ev nêzîkatî di min de baweriyek ava kir. Bi taybetî piştî ku min nirxandinên Rêber APO, yên di der barê çanda Kurdî de û li ser sembolên Kurd xwendin, bandorek mezin di fikir û hestên min de çêkir û kûrbunek di min de ava kir. Êdî di min mêzandineke felsefîk û maneyê hate avakirin. Mirov dema di dîroka mirovatiyê de dimeyizîne rastî gelek wêneyan tê. Di dîroka mirovatiyê de wan wêneyan rê û resma jiyana xwezayî îfade kiriye. Bi taybetî jî li Kurdistanê şopên vê rastiyê gelekî zêde ne."

"MIN XWEST DI NAVA GERÎLA DE RESMÊ RÊBER APO ÇÊBIKIM"

Rêbaz Çîçek Gabar di dawî de diyar kir ku ew di nava jiyana gerîla de dikare her tiştî bi wêne îfade bike û got: "Hunera wêne ji bo paşeroja civakekî bermahiyek bi maneye. Min di nava gerîla de piştî dest bi wêne çêkirinê kir, wêneyê destpêkê min dixwest resmê Rêber APO, hevalên şehîd bûn çêbikim. Min gelek caran di xwe de mafê wêneyê Serok çêbikim nedidît. Lê çêkirina wêneyên Rêber APO her tim ji bo min hesta min a bêrîkirinê manîdar dikir. 

Min di nava gerîla de xwest ez xweza gerîla tê de dijî û çiyayên Kurdistanê biresimînim. Bê guman di nava gerîla de mirov dikare resmê her tiştî çêbike. Li gorî min hemû bedewiyên di nava gerîla de xwedî nirxên giranbuha ne û pêwîste ji dîrokê re bibin mîrate. Hinek kes jiyana gerîla  bi nîvîsê, hinek bi helbestan, hinek bi stran û hinek jî bi dengbejiyê vedibêjin, ez jî bi wêneyan vedibêjim. Ez dikarim bêjim ku piştî min têkoşîna PKK'ê nas kir hezkirina min a ji wêne re ji ber deh qet zêde bû. Ez ê ti carî dest ji çêkirina wêneyan bernedim û her tim hewl bidim ku her kêliya li van çiya dijîm, her kêliya bi rêhevalên xwe re dijîm bi wêne manîdar bikim."

...