Wê pêşangeha ‘Dengê Azadiyê’ li pênc bajarên Elmanyayê bê danîn

Ji bo piştevaniya bi girtiyên siyasî re, wê pêşangeha “Dengê Azadiyê” li pênc bajarên Elmanyayê bê danîn.

Ji bo piştgiriya ji bo girtiyên siyasî, wê pêşangeha “Dengê Azadiyê” li pênc bajarên Elmanyayê bê danîn. Pêşangeh, hefteya çûyî li bajarê Kolnê hat danîn.

Pêşangeh wê bi hewildana rêxistina jinan a Jina Nû, dor bi dor li bajarên Oberhaûsen, Hambûrg, Ûlm, Nurnberg û Frankfûrtê bê danîn.

Wê di pêşangehan de gotûbêj bi nivîskar Adil Okay ku avakerek ji avakerên kolektîfa “Hatiye Dîtin” e, re bê kirin. Kolektîfa Hatiye Dîtin û Koma Redwêne, di vê pêşangehê de wê wêneyên 50 girtî û 50 wênesazan, pêşkêş bikin.

Bajarên ku pêşangeh lê bên danîn û dîroka wan wiha ye:

28-29’ê Cotmehê Oberûrsel

4-5’ê Mijdarê Hambûrg

11-12’ê Mijdarê Ûlm

13’ê Kanûnê Nurnberg

19’ê Kanûnê Frankfûrt