Wê 2019’an du Xelatên Wêjeyê ya Nobelê were dayîn

Akademiya Swêdê ragihand ku e wê sala 2019’an du Xelatên Wêjeyê ya Nobelê bidin. Ji van xelatan yek ji bo sala 2018’an ew ê were dayîn.

Weqfa Nobelê ku xelatan parve dike sala derbasbûyî dayîna xelata weşeyê qedexe kiribû. Ev biryar piştî sûcên êrîşên zayendî, tacîz û destavêtina têkildarî hevjînê endamê Akademiyê helbestvan Katarîna Frostenson, Jean-Claûde Arneûlat hatibû girtin.

Wênegir Jean-Claûde Arnaûlt yê 72 salî welatiyê Swîsre ku bi eslê xwe Fransiye sala derbasbûyî ji ber sucê tecawûzê 2 sal û nîv cezayê girtîgehê hatibû dayîn.

Skandala ku di nîva sala 2017’an de derket holê, li Akademiya Swêdê bûbû sedama îstifayan. Ji wê dîrokê ve Akademî ji bo endamên nû û xelatan komîteya hilbijartinê diyar kiribû.

Serokê Akademiyê Anders Olsson ji rojnameya Dagens Nyheter re axivî û got; “Ew ê du xelatên Nobelê were dayîn.” Yên ku hêjayî xelatê werin dîtin ew ê meha Cotmehê werin eşkere kirin.