Tûrneya Ewropayê ya Don Kîxot ji Berlînê destpê kir

Tûrneya Ewropayê ya Don Kîxot ji Berlînê destpê kir. Ji lîstikvanan Berfîn Emektar diyar kir ku şovalyeyên Kurd ên vê serdemê, jinên Kurd e.

Şanoya Bajêr a Amedê, berhema bêhempa ya Cervantes Saavedra Don Kîşot kir Kurdî û bi navê Don Kîxot dest bi tûrneya Ewropayê kir.

Di çarçoveya tûrneyê de 9'ê Nîsanê lîstika Don Kîxot li Şanoya Gorkî ya Berlînê hate nîşandan û gelekî hate hezkirin. Di destpêka lîstikê de dema ku sonda destpêkirina şovalyetiyê hate xwarin strana 'Ez Xelef im' hate gotin. Piştre jî stranên 'Lawikê Metînî, Bavê Fexriya, Mîro' hatin gotin. Temaşevanên Kurd, Tirk û Elman bi baldarî lê temaşe kirin.

Di lîstika Don Kîxot de Ozcan Ateş, Şahabettîn Dag, Berfîn Emektar, Dîcle Guneş Yavûz, Ozkan Şeker û Şîlan Alagoz hunera xwe pêşkêş dikin.

Şahabettîn Dag bi karakterê Sanço Panza rabû. Sanço yê zikmezin û fêlbaz, bi giranî sist e û ji aliyê xwarin û vexwarinê ve kes bi qasî wî nîne. Başiya Don Kîşot dixwaze, lê carna ji ber rewşên neyînî yên ku Don Kîxot dixe navê, poşman dibe.

Lîstikvan Ozcan Ateş jî di lîstikê de bi karakterê Don Kîxot radibe. Ozcan Ateş bi çanda Amedê û karakterê Don Kîxot digihîne hev û bi performansa xwe gelekî bal kişand.

Ji lîstikvanên Don Kîxot Berfîn Emektar jî dema ku lîstikê şîrove dike, dibêje ku Don Kîxot ên vê serdemê jinên Kurd e.

Lîstika Don Kîxot di çarçoveya tûrneya xwe ya Ewropayê de 10'ê Nîsanê li Hambûrgê, 12'ê Nîsanê li Essenê, 14'ê Nîsanê li Kolnê, 15'ê Nîsanê li Frankfûrtê, 16'ê Nîsanê li Antwerpenê û 17'ê Nîsanê jî wê li Amsterdamê bê pêşandan.