Tirkiyê îhaleya fuze betal kir?

Tirkiyê îhaleya fuze betal kir?

Hat hînbûn, Wezareta Parastinê ya Tirkiyê biryar da îhaleya li ser kirîna sîstemên parastina hewayê dirêj bike. Ev yek weke; betalbûna îhaleya ji Çînê re hatiye dayîn, hat şîrovekirin.

Rojnameya "Vedomostî" ya Rûsyayê li gorî agahiyên ji çavkaniyekî nêzî Wezareta Parastine ya Rûsyayê wergirt ragihand, ku îhaleya kirîna sîstema fuze ya ji 12 fuzeyên menzîl kin û dirêj, ji bo 31'ê Cotmehê hatiye dirêjkirin.

Ev yek weke; betalbûna îhaleya HQ-9-Sîstema Parastina Hewayê ya Çînê, hat şîrovekirin.

Li hemberî peyaman bi Çînê re, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û NATO'yê bi awayekî zelal nerazîbûn nîşan dabûn.

Profesorê têkiliyên navneteweyî ya Zanîngeha Lehîgh û yek ji pisporên tirkiyê Henrî Barkey da xuyakirin ku rêveberiya Obama ji helwesta hikûmeta Tirk a di protestoyên Parka Gezî de gelekî bêzar e û bibîr xist ku di mijara Sûriyê de jî bi taybetî ji ber El Nûsra tengezarî heye.

Barkey mijar ji rojnameya Milliyetê re nirxand û diyar kir ku eger îhaleya bi Çînê re temam bibe dê krîzeke gelekî mezin rû nede, lê belê divê kes ne li bendê be ku Washîngton di vê demê de jestên mezin ji Enqereyê re bike.

Komîteya Îcra Pişesazî ya Parastine ku bi lîderiya Serokwezîr Erdogan di hefteya bihurî de kom bû, ji bo îhaleya sîstema parastinê ya fuzeyên menzîl dirêj kargeha CPMIEC ya Çînî hilbijartibû dest bi hevdîtinên li ser peymanê kiribû.