Tîma Hêza xelata nû diyarî Denîz Firat kir- NÛ BÛ

Ji Portekîzê xelateke din ji bo belgefîlma Hêza ya ku derhêneriya wê Derya Denîz kiriye hat dayin. Denîz xelata xwe ya Don Kîşotê di şexsê Denîz Firat de diyarî hemû xebatkarên çapemeniyê yên di şerê li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bûne kir.

Li bajarê Melgaço ku weke bajarê herî zêde li dijî faşîzma Salazar a ku ji sala 1933 heta 1974’an li Portekîzê dom kir, li ber xwe daye tê zanîn, Festîvala Belgefîlman a MDOC’ê bi mijara hafize, nasname û sînoran, hat lidarxistin.

Festîvala ku di navbera 1-7’ê Tebaxê de hat lidarxistin de, ji 25 welatan 42 belgefîlm ên kurt û dirêj beşdar bûn.

Festîvalê ku têde bi dirêjahiya hefteyekê hem belgefîlm hatin nîşandan û hem jî atolyeyên nîqaşê hatin lidarxistin, diyarî nivîskar û rexnegirê sînemayê yê Fransî Jean Loûp Passek hat kirin.

Di festîvalê de “Xelata Don Kîşot” ji belgefîlma Hêza ya bi derhêneriya Derya Denîz re hat dayîn.

Di merasîma dayîna xelatê ya ji bo Hêza de ev gotin hatin ziman: “Tiştê ku fîlma Hêza hêjayî xelatê dike, ne tenê ew e ku bi başî hatiye nivîsandin, şîrovekirin û kişandin, di heman demê de bi rêya dîmenên bibandor û dengek balkêş ê fîlmê ve dikare temaşevanan bigihîne kûrahiya dramayên ku lehengê jiyan kiriye ye. Pesnê hêza jinên ku li dijî zehmetiyan bi lehengî têdikoşin dide.”

Afat Baz ku li ser navê tîmê xelat wergirt, behsa têkoşîna rojnamevan Denîz Firat ê ku di sala 2014’an de li Mexmûrê di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bû kir, di şexsê Firat de xelat diyarî hemû xebatkarên çapemeniyê yên di şerê li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bûne kir.

Xelata Don Kîşot wekî xelatek ku di Festîvalên ku ji aliyê IFSS - Federasyona Navnetewî ya Komeleyên Fîlman ve tên hilbijartin de tên dayîn, xwedî girîngî ye.