Tîma fîlmê ‘Dema Dirîreşka’: Em xelatê qebûl nakin

Tîma Fîlmê 'Dema Dirîreşkan' xelata festîvala fîlman a Silêmaniyeyê red kir.

Ekîba Filmê ‘Dema Dirîreşka’ ragihand ku wan weke helwesta li ser filma ‘Ji bo Azadî’ filma xwe ya ‘Dema Dirîreşka’ ji Festîvala 5’an a Navneteweyî vekişandine. Lê derket holê ku festîvalê xelat daye fîlmê. Ekîba fîlm ragihand ew xelatê qebûl nakin.

Daxuyaniya Ekîba Fîlmê Dema Dirîreşkan wiha ye.

“Wekî ku tê zanîn, Komîna Film a Rojava beriya 4 rojan dabû xuyakirin ku Filmê ‘Dema Dirîreşkan’ ji Festîvala Silêmaniyê ya filman a Navneteweyî paş ve kişandiye. Ji bo ku fîlmê Ji bo Azadiyê ji hêla rêveberiya festîvalê ve hatiye astengkirin ev helwest hatiye nîşandan.

Îro me bihîst ku di merasîma xelatdayînê ya Festîvala Silêmaniyê de, filmê me ‘Dema Dirîreşkan’ xelata baştirîn Sînematografî bi dest xistiye! Tevî ku rêveberiya festîvalê dizanî ku fîlm ji festîvalê hatiye kişandin jî,  dîsa rewşeke wisa derket. Em ekîpa film, vê xelatê qebûl nakin.

Neqebûlkirina vê xelatê jî ji ber ku ji devereke filmê ‘Ji Bo Azadiyê’ asteng kiriye, hatiye. Em vê yekê wekî helwesta xwe ya hunerî bi raya giştî re parve dikin. Em naxwazin tu festîvalên Kurdî tawanbar bibin lê tu filmên Kurdî jî gerek li tu festîvalên Kurdî, neyên asteng û qedexe kirin! Ev rexne û helwesta me ya hunerî ye.”