'Tifaqa Kurd-Ereb dikare pêşî li êrişkariya dewleta Tirk bigire' -NÛ BÛ

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê Ronî Serdem bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên li Kurdistanê û got, "Osmanîtiya nû û êrişkariya dewleta Tirk bi tifaqa dîrokî ya gelên Kurd û Ereb dikare bê rawestandin."

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê Ronî Serdem, bûyerên li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn diqewimin ji ANF'ê re nirxand.

SERSAXÎ JI BO GELÊ LUBNANÊ

Ronî Serdem di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser teqînên li paytexta Lubnan Beyrûdê û got, "Ji ber felaketa mezin em sersaxiyê ji gelê Lubnanê re dixwazin. Şîfa xêrê ji birîndaran hemûyan re dixwazin. Bi vê wesîleyê em careke din dibêjin ku em bi bajarê bedew û qedîm ê Lubnanê bi Beyrûdê û gelan re ne."

'DEWLETA TIRK LI SER ÎNKARKIRINA GELAN AVA BÛ'

Ronî Serdem destnîşan kir ku dewleta Tirk li ser kavil û xweliya dagirkerî û mêtingeriyê ya Împaratoriya Osmanî weke netewe dewletekê ava bû û got, "Veguherî sîstemekê ku hebûna xwe li ser înkarkirin û tunekirina gelan ava kir. Ji bo netewe dewleteke homojen ava bike, gelên Ermen, Asûr, Suryan, Çerkes, Pontûs qir kir, li dijî gelê Kurd jî bi rêk û pêk qirkirina siyasî, çandî, aborî, civakî û fîzîkî meşand. Dewleta netewe ya Tirk ku xwe weke mîratxurê Osmanî dibîne, ti carî dest ji armancên xwe yên mêtingeriyê yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê berneda, ku van herêman di çarçoveya Mîsakî Mîllî de dibîne.

Rewşeke bi heman rengî ji bo Bakurê Efrîkayê û Lîbyayê jî derbas dibe. Bi armanc û hewldana jinûve dagirkirina vê xakê, ti carî nexwest ku agirê li binê satila Rojhilata Navîn bê vemirandin. Berevajî, ji bo êgir gurtir bike timî êzing xist binî. Dewleta Tirk ku xwe di nava rastiya rêveberiya despotîk a li Rojhilata Navîn nabîne, pêvajoya ku weke 'Bihara Ereb' tê binavkirin, xwest ji bo van armancên xwe bi kar bîne.

Serkêşên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê Erdogan-Bahçelî polîtîkayên xwe yên nîjadperest, olperest, zayendîperest li ser bingeha Osmaniya nû veguherandin polîtîkayên dagirkirinê û ev yek jî weke yekane şertê mayina li desthilatdariyê ji aliyê dewletê ve weke wezîfeyekê li pêşiya wan hate danîn. Dagirkeriya li Sûriye, bi taybetî ya li Rojava û Bakurê Sûriyeyê, Başûrê Kurdistanê, Lîbyayê ji bo pêkanîna vê armancê ye. Bi teşwîq û piştgiriya hêzên navneteweyî ji bo pêkanîna van armancên xwe qadek ji xwe re vekiriye."

POLÎTÎKAYÊN JI BO DAGIRKIRINA LÎBYAYÊ

Ronî Serdem diyar kir ku yek ji armancên êrişên dagirkeriyê yên li ser Sûriye û Iraqê Mîsakî Mîllî ye, lê sedema herî girîng jî hewldana ji bo tunekirina destketiyên gelên Kurd û Ereb e û got, "Di nava her çar netewe dewletên mêtinger de, ji aliyê dijminatiya li Kurdan ve ya herî li pêş, qirker û kujer dewleta Tirk e. Di înkarkirin û tunekirina Kurdan de xwedî polîtîkayeke diyarker e. Dewletên din jî ji bo polîtîkayên dijberiya li Kurdan teşwîq dike û zextê li wan dike.

Eger mirov bala xwe bidin ser wê bê dîtin; piştî ku li welatên Ereb gel rabû ser piyan û heman piştî êrişên DAÎŞ'ê, mîna ku li dijî polîtîkayên hêzên rojavayî yên li ser Lîbyayê ye atmosferek afirand. Lê belê piştî demeke kurt ji bo guhertina desthilatdariyê ya li Lîbyayê, ji bo dagirkirinê bû serkêşê van hêzan, bi roleke wiha rabû. Piştre jî polîtîkayên talankirin û dagirkirina Lîbyayê meşand, ku vê yekê weke parçeyek ji pêkanîna xeyalên Osmaniya nû dibîne. Rê û rêbazên fetihkirina ji nav ve da ber xwe, bi vê têgihiştinê rêveberiyeke hevkarê xwe ava kir û dest bi hewldana rewakirina dagirkeriya xwe kir.

Di halê hazir de polîtîkayên xwe yên şer û dagirkeriyê yên li ser Rojhilata Navîn, Bakurê Efrîkayê û Kafkasyayê, weke zemîneke girîng a belavkirina hegemonya xwe dibîne. Jê heye ku eger bi ser bikeve wê ji bo bibe hêza hegemon, astengiyeke girîng ji pêşiya xwe rake. Polîtîkaya li Derya Spî û hwd. hemû ji bo vê armancê ne. Bi vê polîtîkaya xwe re ji bo dema kurt hinek encaman werbigire jî, ji bo dema dirêj û pêvajoya bê wê TC'ê bixe nava nerazîbûn, rîsk û polîtîkayên giran.

Ji xwe ji niha ve nîşaneyên vê yekê eşkere bûne. Neçar ma ku li Derya Spî bi paş ve gavê biavêje. Li Lîbyayê neçar ma ku li gorî berjewendiyên Rûsyayê helwestekê nîşan bide. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê berxwedana dîrokî ya gerîlayên azadiyê û piştgiriya gelê me ya ji bo vê berxwedanê ya li dijî dagirkeriyê, hêz da derdorên ku li pêşberî TC'ê dudil bûn û kir ku helwestekê nîşan bidin.

'DESTKETIYA DÎROKÎ TIFAQA KURD Û EREBAN E'

Ronî Serdem bi bîr xist, ku dewleta Tirk hewl dide Lîbyayê ji nû ve ji aliyê leşkerî û aborî ve dagir bike, tevlî xwe bike, jê bixwe û got, "Polîtîka, êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li herêmê bû sedem ku li cografya Ereb eniyeke xurt a dijber ava bibe. Dewlet, rewşenbîr û gelê Ereb bi giranî vê polîtîkayê weke armancên Osmaniya nû dibînin û qebûl nakin. Gelên Ereb ji bo ji Osmaniyan rizgar bibin gelekî li ber xwe dan û azad bûn.

Gelên Ereb bi xwe dît û hat serê wan bê mejiyê Osmanî mafên wan ên çandî, aborî û siyasî çawa jinedîtî ve hat, tune kir. Ti nêteke wan nîne ku rê bide desthilatdariya faşîst a Erdogan-Bahçelî ku zîhniyeta wan ji ya Osmanî jî wêdetir e. Gel û dewletên Ereb kiryarên dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd dibînin û fêhm kirine ku dewleta Tirk amadekariyan dike ji bo êrişî cografyaya wan bike.

Ji ber ku zanin ku ev êriş ne tenê li dijî welatekî ye, lê belê li dijî tevahiya gel û cografya Ereban e, her roj hîn bêhtir helwestekê nîşan didin. Li dijî dewleta Tirk a ku mîrateya dîrokî ya gelên Ereb bi taybetî dewlemendiyên ser û binê erdê tune dibîne, gelên Ereb bi rengekî rewa helwestê nîşan didin.

Ev sekna dijber hem ji aliyê mafên neteweyî hem jî yên navneteweyî ve qanûnî û rast e. Li aliyê din gelên Ereb bi dilgermiyeke mezin nêzî şerê parastinê yê gelê Kurd dibe ku li dijî dewleta Tirk a êrişkar tê meşandin. Vê rewşê rê li ber tifaqa dîrokî ya Kurd û Ereban vekiriye. Em di wê baweriyê de ne ku destketiya herî dîrokî ya li dijî dagirkeriya TC'ê ev yek e. Ya ku pêşî li êrişkariya Tirk û Osmantiya nû bigire dikare tifaqa dîrokî ya gelên Kurd-Ereb be."

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ YÊN LI SER HEFTANÎNÊ

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê Ronî Serdem di dewama axaftina xwe de bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Heftanînê û tevahiya Başûrê Kurdistanê û got, "Her hêza ku li herêmê siyasetê dike û ji bo berjewendiyên xwe têdikoşe, hêza polîtîk a PKK'ê ya li herêmê dibîne. Wekî din ji aliyê her kesî ve bi rengekî vekirî tê dîtin ku yekane hêza ji bo çareseriya pirsgirêkên herêmê xwedî perspektîf û bernameyê ye PKK ye. Ji aliyê hêz û zîhniyetê ve PKK ew hêz e ku herkes dibîne yan jî neçare bibîne. PKK jî çawa ku heta niha kiriye wê ji niha û pê ve jî vê hêza xwe ji bo paşeroja demokratîk û azad a gelan bi kar bîne. Weke rê û hêza sêyemîn.

Ev rewş dibe sedem ku bi gelek hêzan re hem têkiliyê deyne hem jî nakokî kûrtir bibin. Ev rewş ji mantiqê têkilî û nakokiyan ê dema şerê sar, rewş û siyaseteke gelekî cuda ye. Di vir de rola berxwedana gerîlayên Kurd ên leheng û gelê me gelekî girîng e ku bi vê perspektîfê tevdigerin. Li dijî êrişa ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê, ku bi êrişa li ser Heftanînê ji nû ve kete rojevê, helwesta gelê Başûr gelekî girîng e. Rabûna li ber polîtîka û helwesta ku êrişkarî û dagirkeriya TC'ê rewa dikin, ji bo parastina destketiyên Başûr û welatparêziyê pêwîst e.

TC bi wê têgihiştinê tevdigere ku bi êrişa dijî PKK'ê re destketiyên Kurdan dike hedef, eger PKK tasfiye bibe wê bêbandorkirina hêzên din hêsantir be. Ji ber vê yekê helwesteke xurt a gel, rewşenbîr û welatparêzên li Başûr a li dijî vê dagirkeriyê gelekî girîng e. Di hedefa TC'ê de ne tenê PKK heye, ew dixwaze Başûr dagir bike. Ji ber ku PKK li ber dagirkirina Başûr radibe, ji ber ku li her cihî mafên Kurdan bi rengekî serketî diparêze û pêşî li qirkirina Kurdan digire, TC êrişî PKK'ê dike.

TC dijminê Kurdan hemûyan e û ji ber ku PKK rûmet, paşeroja Kurdan diparêze, ji bo ewlekirina vê paşerojê têdikoşe, TC êrişî PKK'ê dike. Pêwîste gelê Kurd û hin hêzên li Başûr vê rastiyê bibînin, li gorî vê tevbigerin û ji bo vê planê pûç bikin hîn bi xurtî têbikoşin. Piştî ku dagirkerî kete rojevê û ji ber kuştina sivîlan a ji aliyê hêzên şer ên Tirk raya giştî nerazîbûn nîşan da, li Parlamenta Başûr hin komîsyon hatin avakirin û van komîsyonan têkildarî operasyonên dagirkeriyê yên TC rapor amade kirin. Ya girîng ew e ku ev rapor bi çi rengî ji aliyê hikumetê ve bên nirxandin.

'DIVÊ PARLAMENT HELWESTEKE ZELAL LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ NÎŞAN BIDE'

Bendewariya bingehîn ew bû ku parlament helwesteke zelal li dijî dagirkeriyê nîşan bide û bang li Kurdan hemûyan bike ku li ber dagirkeriyê rabin. Lê belê di metna pêşnûmeyê de ya hate amadekirin, şermezarkirineke bi vî rengî, bangekeke wiha nayê dîtin. Divê parlament karibe li dijî dagirkeriya Tirk helwest û berxwedaneke neteweyî nîşan bide. Kêmasiyeke mezin e ku hîn jî nayê dîtin ku dewleta Tirk êrişî destketiyên Kurdan hemûyan dike, dixwaze bi temamî tune bike û hîn jî helwesteke neteweyî li dijî vê nehatiye nîşandan.

Ya rast gelê me yê Başûr vê dibîne, haya hin rêxistin û partiyan jî ji vê heye lê belê dikin nakin xwe ji fikrê teng, ji polîtîkayên berê yên hevseng nikarin rizgar bikin û gavê biavêjin. Hîn jî bi polîtîkaya salên 1990'î ji wan heye ku bi têkiliyên bi welatên cîran re wê xurtir bibin. Lê belê dem guheriye, armanca Tirkan guheriye, siyaseta navneteweyî guheriye û ya herî girîng jî destketî û berjewendiyên Kurdan ji bingeha lawazkirina hev derbasî siyaseta xurtkirina hev bûne. Siyaseteke Kurd a ku van guhertinan hemûyan rast naxwîne, li dijî dagirkeriyê helwesteke zelal nikare nîşan bide. Bendewariya me ew e ku Hikumeta Başûr vê yekê bibîne û bêyî ku hincetan ji dagirkeriyê re peyda bike, helwestê nîşan bide."

ÎDÎAYÊN LI SER 'ÇÛYÎNA HEYETEKÊ JI BO QENDÎLÊ'

Ronî Serdem di dawiya axaftina xwe de îdîayên li ser çûyîna heyetekê ji bo Qendîlê nirxand û got, "Me jî ji çapemeniyê şopand. Hinekan li gorî xwe şîrove lê zêde kir û xwest rojevê biafirîne. Dewleta Tirk şerê li dijî mirovahiyê û qirêj ê ku li dijî gelê me û destketiyên gelê me dimeşîne, bi fermana faşîst Erdogan li ser bingeha 'jin, zarok her kes di hedefê de ne' dimeşîne. Êrişa dagirkeriyê ya li ser Başûrê Kurdistanê jî bi heman mantiqî tê meşandin. Hem pîvanên navneteweyî ji nedîtî ve tê hem jî li dijî mirovahiyê sûc dike. Bûyerên kuştina sivîlan a ji ber van êrişan car carna dikeve rojeva raya giştî ya dinyayê.

Herî dawî êrişa balafirên şer ên Tirk ên li ser sivîlan li Kunamasî û Şêladizê, hîn bêhtir bal kişandiye ser vê mijarê. Heyeta ku tê gotin çûye Qendîlê di çarçoveya karekî bi vî rengî de çûye. Yanî hevdîtin bi gelê sivîl ê li wir re kiriye, agahî ji wan wergirtiye. Tê gotin ku heyet heyeteke navneteweyî ye. Ti têkilî û pêwendiya xwe bi tevgera me re nebûye. Hevdîtin jî nekiriye. Em jî li pêşiya heyetên sivîl ên ku dixwazin komkujiyên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî sivîlan bibînin, nabin asteng. Ji xwe wan têkilî bi mirovên sivîl re danîne û bi rêya wan çûne."