TEV-ÇAND: Li dijî dagirkeriyê em banga berxwedanê dikin

TEV-ÇAND Ewropayê, li dijî êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek weşand û got, “Roj roja berxwedanê ye. Roj roja ku her kes li cihê lê ye rabe ser piyan e.”

TEV-ÇAND Ewropa, li dijî êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Dewletên mêtinger û çeteyên hevkar-xayin careke din dixwazin li dijî têkoşîna azadiya Kurdistanê komplo pêk bînin. Bi vê armancê dewleta Tirk a mêtinger; Dewleta Iraqê û xeta xayin a PDK-Barzanî da aliyê xwe û êrîşa herî berfireh a dagirkerî û tinekirinê ya dîrokê li dijî Beşûrê Kurdistanê da destpêkirin. Ji bo temamkirina qirkirina Kurdan hemû dewlemendiyên madî û manewî, xweza û civaka welêt bênavber talan dike. Bi bikaranîna çekên kîmyewî re, serî li her şêwe rê û rêbazên neqanûnî û neexlaqî dide û êrîşî nirxên azadiyê yên gelê Kurd dike. Hewl dide Kurdistanê îlhaq bike. Li ser vê bingehê bi sûd girtina ji hevkar-xayinên Kurdan re, hewl dide bi destê rayedarên PDK’ê, rola nebaş a ku di dîrokê de li ser van koman lîstiye careke din bi awayekî xerrabtir pêk bîne. Ev hewldana îlhaqkirinê ya ku bi awayekî vekirî ji aliyê PDK û dewleta Iraqê ve tê destekkirin û bi hezaran çeteyên DAÎŞ'ê û cerdevan tê de cih digirin, ti carî divê ji rêzê neyê destgirtin. Careke din dixwazin têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi komployê têk bibin û qirkirina gelê Kurd û neteweya Kurd pêk bînin.”

EM Ê BI HEV RE LI BER XWE BIDIN

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, “Em bi awayekî zelal û vekirî vê dibêjin: Rayedarên PDK û malbata Mesûd Barzanî siyaseteke dijminane li dijî gelê Kurdistanê dimeşînin û berjewendiyên xwe yên malbatî yên teng û desthilatdariya xwe bi temamî ji dewleta Tirk re vedihewînin. Hema hema her bihostek deşt, çiya, dar û berê Başûrê Kurdistanê, ji dagirkeriya leşkerî ya dewleta Tirk re hate vekirin. Weke kedkarên çand û hunerê yên Kurd, em ê vê rewşê bi ti awayî qebûl nekin û bi hemû hêz û rêbazan em ê li dijî vê derkevin. Em ê xiyanet û komployan li her derê teşhîr bikin û berdêla wê çi dibe bila bibe em ê li cem gelê xwe bin û li refên herî pêş bin.

Weke kedkarên çand û hunerê yên Kurd em bang li gelê xwe, dostên gelê Kurd, hemû sazî û hunermendên çand û hunerê yên li Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê dikin: Em li dijî van êrîşên dagirkerî û tinekirinê yên dewleta Tirk a mêtinger derkevin û nerazîbûnên xwe yên demokratîk raber bikin. Em li gel şervanên azadiyê û gelê xwe bin. Roj roja yekîtî û berxwedana li dijî êrîşên dagirkerî û tinekirinê ye. Roj ew roj e ku li her qada em lê ne li dijî dewletên mêtînger û çeteyên xayin ên ku mêtîngeriyê li welatê me dikin derkevin e. Roj roja misogerkirina yekîtiya me ya neteweyî û seferberiya azadiyê ye."