TEV-Çand Ewropa li ser gefên li dijî Pinar Aydinlar daxuyaniyek da

TEV-Çand Ewropa êrîşên li ser jinan û bi taybet hunermendan şeremzar kir û got: “ji bo pêşî li êrîş û tehlûkeyan bê girtin di serî de hunermend, jinên demokrat û hemû hêzên demokrat û şoreşger, li dijî faşîzma AKP-MHP û komên nîjadperest têkoşîn bikin."

TEV-Çand Ewropa li ser gefa kuştinê ya li hunermend Pinar Aydinlar daxuyaniyek nivîskî parve kir û êrîşên di serî de li ser goristan û hunermendên Kurd şermezar kirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Êrîş û tehdîtên li dijî hunermendan û bi taybet li dijî jinan têne kirin,encama pergala faşîzma AKP-MHP ne.

Ev pergala nîjadperest û faşîst dixwaze bi kiryarên derî mirovatiyê him emrê xwe dirêj bikeû çavê civakê bitirsîne.

Eger li Tirkiyê û Kurdistanê pêşî li pêla netewperestiya faşîzma AKP-MHP neyê girtin,wê jiyana azad jî nebe para tu kesan û wê tu caran demokrasî jî neyê Tirkiyê.

Li Bakurê Kurdistanê dagirkeriya faîist a AKP -MHP hewqas tengav bû ye,lewma êrîşî nirxên Kurdan yên herî pîroz, gorên şehîdan dike.

Li dijî siyaset û şaredariyan siyaseta qirkirinê bi rêve dibe.

Dîsa ji ber ku pergala dagirker û nîjadperest hebûna jina rêxistinkirî û tevgera wê ji xwe re tehlûke dibîne di her fersendê de êrîş dike.

Ev desthilata netewperest bi êrîşên li dijî jinê û hunermendan di hemû aliyên jiyanê de dijminatiyeke ber bi çav daye destpêkirin.

Îro ji ber va sedemên eşkere, ji hemû kesî zêdetir, pêdiviya civaka Tirkiyê bi hevgirtinê heye. Bi xeta netewa demokratîk heye.

Îro ew kesên bi rêya medya civakî hunermend Pinar Aydinlar tevî zarokên wê bi kuştinê tehdît dikin, nîjadperest û faşîstên ku hêz ji desthilatdariya AKP-MHP digirin.

Belê koka vê raman û zihniyeta zilimkar digihê je îttîhat-terakiyan. Belê îro AKP-MHP jî bi rêya alîgirên xwe li ser kes,sazî û mixalifan va kiryarên qirêj û tehdîtkar birêve dibe.

Em hunermendên Kurd, di bin her mercî de li gel hunermend Pinar Aydinlar in. Êrîş û gefên netewperest û faşîstan şermezar dikin.

Wê tu caran nikaribin pêşî li stran û doza biratiya gelan bigirin.

Belê ji bo pêşî li êrîş û tehlûkeyan bê girtin.Di serî de hunermend, jinên demokrat û hemû hêzên demokrat û şoreşger, li dijî faşîzma AKP-MHP û komên nîjadperest bi hev re têkoşînê bilind bikin.”