Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

TEV-Çand Ewropa: Em ê tola şehîdên xwe bi hunera şoreşê re rakin

TEV-Çand Ewropa êrîşa çekdarî ya li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya şermezar kir û got, “Em ê tola şehîdên xwe bi hunera şoreşê re rakin.”

Daxuyaniya TEV-Çand Ewropa wiha ye: “Weke ku tê zanîn bi destê dewleta Tirk a faşîst duh, êrîşeke hovane li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hate kirin û hevalên me Evîn Goyî (Emine Kara), Hunermend Mîr Perwer û Apê Abdurahman Kizil şehîd bûn. Di serî de em bi rêzdarî û minetdarî hevalên me yên ku di êrîşa terorê ya dewleta Tirk de li paytexta Fransa Parîs’ê, şehîd bûne bi bîr tînin û soza xwe girêdanbûna bîranînên wan û tolhildanê dubare dikin.

Ji her sê hevalan yek jî hunermendê Tevgera Çand û Hunerê ya Kurdistanê Hozan Mir Perwer bû. Mîr Perwer, gelek salan li Bakurê Kurdistanê hunera şoreşê bi deng, awaz û bi tembûra xwe pêk anî. Ji ber vê jî ji aliye dewleta Tirk a dagirker ve 5 sal cezayê zîndanê lê hat birîn. Piştî ku gihişt azadiya xwe, ji bo ku hunera xwe bide domandin berê xwe da Ewropayê û 2 salên xwe yên dawî li Parîsê Tevgera Çand û Huner ya Kurdistanê meşand.

HUNERMENDEKÎ MILÎTAN

Wek hunermendekî şoreşger rêya şehîd Hogir, şehîd Mizgîn, şehîd Hozan Serhed ji xwe re kir rêya jiyanê. Di jiyana xwe ye rojane de jî hevalekî rûken, dilgerm bû û di hunera xwe de jî rêxistinkirî û milîtanek bû. Ew ê bi awaz û stranên xwe her tim dilê gelê xwe de bijî. Em hunermendên Kurd soz didin, em ê xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin û tola wî bi hunera şoreşê re her tim bilind bikin.”