'Têkoşîna ziman têkoşîna hebûnê ye'

Gerîlayên HPG û YJA-Starê roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin û diyar kirin, divê zimanê Kurdî weke mijara hebûn û tinebûnê bê nirxandin. 

Gerîlayên azadiya Kurdistanê Nûman Amed, Ronahî Eren û Nefel Botan ji ajansa me re axivîn. Gerîlayên HPG û YJA-Starê roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin û diyar kirin, divê zimanê Kurdî weke mijara hebûn û tinebûnê bê nirxandin.

Gerîlayê HPG'ê Nûman Amed anî ziman, divê ji bo zimanê Kurdî têkoşîn bê dayîn û got divê her der bibe cihê perwerdeya zimanê Kurdî. Gerîlaya YJA Starê Ronahî Nefel jî destnîşan kir, ku bi salan têkoşîna zimanê Kurdî hatiye dayîn û got: "Zimanê Kurdî di bin qirkirinê de ye." Gerîlaya YJA Starê Nefel Botan ragihand, ku ziman û çanda Kurdî di bin xeteriyê de ye û divê gelê Kurd xwedî lê derkeve. 

HER DER CIHÊ PERWERDEYA ZIMAN E

Gerîlayê HPG'ê Nûman Amed di destpêkê de 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got: "Hemû gelên ku zimanê wan di bin zordariyê de ne em cejna ziman li wan pîroz dikin. Di roja me ya îro de ziman, civak û polîtîka bi hev girêdayî ye... Tenê mirov bibêje ez ferheng amade dikim, an jî tenê bi wêjeya Kurdî re eleqeder dibim têr nake."

Amed diyar kir ku zimanê Kurdî ji bo Kurdan di asta hebûn û tinebûnê de ye û wiha got: "Zimanê Kurdî ji bo Kurdan êdî di asta hebûn û tinebûnê de ye. Divê li her qadê têkoşîn were dayîn. Zimanê Kurdî zimanê civakî ye. Dibistan û saziyên xwe tine be jî divê di malan de û kolanan de perwerdehiya zimanê Kurdî bê dayîn. Li her derê çalakiyên zimanê Kurdî bê kirin ger pêwîst kir mirov mehekê derveyî zimanê Kurdî qet bi zimanekî din naxive. Em ne li dijî zimanan e, em zimanê ku li ser me bi zext û zordariyê tê ferz kirin naxivin."

ZIMANÊ KURDÎ DI BIN QIRKIRINÊ DE YE

Gerîlaya YJA Starê Ronahî Eren kovara yekem a Hawar bibîr xist û balkişand ser berxwedana ji bo zimanê Kurdî hatiye dayin. Eren got: "1932'an yekem kovara bi Kurdî Hawar derket ez dixwazim vê jî bibîr bixînim û roja cejna zimanê Kurdî li hemû jinan, ciwanan û zarokan pîroz dikim. Ji sala 1932'an heta 2017'an salên pir demdirêj ê têkoşînê ji bo zimanê Kurdî hatiye dayin. Di vê rê de gelek bedelên giranbuha jî hatin dayîn. Têkoşîna gelê Kurd bi taybet ji bo çand û ziman hat dayîn lê ev têr nake. Ji ber ku zimanê Kurdî hê qedexe ye û di bin qirkirinê de ye. Divê mirov hemû qadên jiyanê bike zemînê têkoşîna çand û zimanê Kurdî."

XWEDÎDERKETINA LI NASNAME Û ZIMAN ERK E

Gerîlaya YJA Starê Nefel Botan da zanîn ku ziman û çanda Kurdan di bin xeteriyê de ye û destnîşan kir, ku divê ciwanên Kurd helwesteke xurt di vî warî de nîşan bidin. Nefel got: "Cejna zimanê Kurdî ji bo me Kurdan girîng e. Ji ber ku zimanê me her dem hatiye qedexekirin û di bin zextê de maye. Di vê rojê de li nasname û zimanê xwe xwedî derketin ji bo Kurdan pir girîng e. Ciwanên Kurd divê li hemberî qedexeya zimanê Kurdî helwesta xwe pir xurt bikin. Eger em ji bo ziman û çanda xwe tênekoşin hebûn û çanda me dikeve nava rewşeke xetere. Dewleta Tirk hemû qirêjiya xwe li ser çand û zimanê Kurdî dimeşîne, pêwîste di vê rojê de gelê Kurd têkoşîna xwe bike yek. Divê em bizanibin ku em li zimanê xwe xwedî dernekevin wê zimanê me tine bibe. Eger zimanê gelekî tine bibe, wê hebûna wî gelî jî bikeve nava rewşeke xetere."