Tarîtî li hemberî evîn û hesreta welat nebû asteng: Rêncber Ezîz

Ne zextên lê dihatin kirin, ne jî çavên wî yên ku nedidîtin nekarî li pêşiya têkoşîna wî bibe asteng. Rêncber Ezîz bû wijdanê civaka xwe.

Her gelek bi navdarên xwe tên naskirin û dîroka gelan bi pêşengiya van navdaran tê nivîsandin. Ji berê heta roja îro dengbêj û hozanan bi klameyên xwe yên herî giran biha, êş, hesret, evîn û têkoşîna gelê xwe û xwe vegotine. Rêncber Ezîz jî jî yek ji van hozana ne. Rêncber Ezîz di sala 1955’an de li gundê Wusfan (Akpınar) ê Çewligê ji dayik bûye. Navê wî Mehmet Hanefî Berdîbek e. Di yek saliya xwe de sedema nexweşiyeke ku weke şewbê li Çewligê belav bûye û ji ber vê nexweşiyê kor dibe. Piştî vê bûyerê malbat mala xwe ji gund bar dike û dibin navênda Çewligê.

DI ZAROKATIYA XWE DE DEST BI HUNERÊ KIR

Malbata Rêncber Ezîz di sala 1968’an de ji bo ku Ezîz bibe hafizquran wî dişînin perwerdeya Quranê. Ezîz ji aliyekî ve diçe dersa Quranê û ji aliyê din ve jî tembûra wî di dest de ji hevalên xwe re stranan dibêje. Têkiliya Rêncber Ezîz a bi stranbêjiyê re ji zarokatiya wî dest pê dike.  Ezîz hêj 11-12 salî bû, li cem dayika xwe rûniştibû. Cîranên wan ji bo hişkirinê du tenekeyên gûzan li ser banê xwe raxistibûn. Gûzê cîrana wan ji aliyê zarokên taxê ve têne dizîn. Cîrana wan şerecirekî dengê xwe bilind dike û dijûna li zarokên ku diziya wan kirine, dike. Dayika Ezîz jî ji cîranan pirsa zarokên ku diziyan wan kirine, dike. Rênc ber jî ji ber xwe vê vê stranê; Ay dilê min way dilê min. Ay dilê mino gûzê min.  Gûza min winda bûye. Navê lawik Kemoyê Kemo lawo Miho ye.  Gûza min winda bûye û navên zarokan dibêje. Ezîz xwedî ruhekî wisa ye ku di her kêlî û saniyeyê de diafirîn e.

ERDHEJA ÇEWLIGÊ 

Di sala 1971’an de di erdheja Çewligê de dayika Rêncber Ezîz jî jiyana xwe ji dest dide. Di kêliyê erdhejê de Ezîz û birayên xwe li derve ne. Ji ber ku ji dayika xwe dûr bû û cara dawiyê nedît, demeke dirêj bi ser xwe ve nehat. Piştî vê yekê jî Rênçber Ezîz berê xwe dide Stenbolê û li wir di dibistana bi navê Mevlîdxaneyê de dibistana xwe berdewam dike. Li Stenbolê tevlî nava Cemiyeta Astengdarên Dîtinê dibe. Li vir hînî xwendin û nivîsandinê dibe. Stranbêjiya Rêncber Ezîz li vê derê dest pê dike. Piştre dest bi perwerdeya tembûrê dike û di demeke kurt de derdikeve ser dikê. Êdî jiyana Rêncber Ezîz bi tevlîbûna vê cemiyetê bi temamî diguhere.

STRANÊN EVÎNA KURDISTANÊ

Di Salên 1975 û 1980’an li bakurê Kurdistanê, ji bo Kurdan salên herî dijwar bûn. Ji aliyekî ve avakirina partî û rêxistinên Kurdan, ji aliyê din ve jî êrîşên dewleta Tirk û înkarkirina Kurdan didome. Rêncber Ezîz di nav vê atmosfera siyasî de tevlî konseran dibe. Her ku diçe mijarên polîtîk bala wî dikişîne. Di wan salan de hozanên mîna Aşik Mahsûnî û hwd. di nav ciwanên çepgir de xwedî bandoreke mezin in. Di demên pêşî de bandora Aşik Mahsûnî û hozanê wekî Aşik Îhsanî li ser Rêncber Ezîz pir e û di konserên xwe de jî stranên wan û yên hunermendên weke Selda Bagcan distre. Lê tê zanîn ku ev stranbêj tev jî di bin bandora fikrê modernîst-pozîtîvîst ango laîsizmê de ne. Yanî li gorî wan civakên mîna yên Kurdan sedema feodaliyê û ya olî de man e. Bi kurtasî em dikarin bêjin ku hozantiya Rênçber Ezîz ne wekî ya van hozanên mîna Aşik Mahsûnî ne. Ew di stranên xwe de xeta klasîk a hozantiyê derdikeve û berê xwe dide mijarên civakî ango civaka gelê Kurd, pirsgirêkên civaka Kurd, pirsgirêkên neteweyî û bi zimanê xwe yê dayikê (kirmanckî) hozantiya xwe dike. Bi kurtasî Ezîz êdî bi stranên xwe derd, êş, kul û evîna Kurdistanê tîne ziman.

EVÎNDARÊ WELAT

Jiyana Rêncber Ezîz ango lêgerînên wî ji aliyên hîn kesan ve wekî jiyana Seydayê Cegerxwîn jî tê şîrovekirin. Çawa ku Cegerxwîn ji ewil weke melayekî êrîşî hişmendiya şêx, mele û axayan dike û piştre jî sedema bingehîn weke mêtingeriyê pênase dike, Rêncber Ezîz jî bi heman awayî nêz dibe. 

HOZANEKÎ DI NAVA CIVAKA XWE DE 

Ezîz tevlî komeleyên şoreşgeran dibe. Ezîz careke din ji Stenbolê tê Çewligê. Bandora tevgera Kurd a ku bi darbeya leşkerî dengê wê hatiye qutkirin, di salên 1974-1975’an de hêdî hêdî careke din xwe dide her. Li Çewligê jî li hêlekê komeleyên şoreşgeran û li hêla din jî faşîstan xwe birêxistin dikir. Di nava vê atmosferê de Rêncber Ezîz jî tevlî civînên rêxistinê dibe û êdî ‘xwe’ nas dike. Bandora mêtingeriyê ya ku li her çar aliyê Kurdistanê hatî kirin ferq dike, ev yek êdî berê stranên Ezîz dide ‘wekhevî’, ‘biratî’ û ‘neteweya Kurd.’ Êdî navê wî Rencber Ezîz e. Hozanekî ku di nav civaka xwe de ye û tenê bi stranên ku evîndariyeke yek kesî na êdî evîndarekî welatê xwe bû.

Stranbêj û hozanê Kurd Rêncber Ezîz bi van rêzikan evîn, hesret û hestên Kurdistanî yên di dilê xwe de tîne ziman.

Welatê me Kurdistan e
Cih meskenê me Kurdan e
Welat ji me re ruh û can e
Kurd hemû biran e
Cih û meskenê me Kurdan e
Temam bax û bostan e
Welat gul e gulistan e
Kurd hemû biran e

Evîna Kurdistanê ya di dilê wî de her tim jê re bûye roniya çavan. Tarîtî li hemberî evîn û hesreta welat nebûye astengî. Êşa dilê wî, kedera wî ya herî mezin jî mêtingeriya li ser xaka Kurdistanê ye. 

KOÇÎ ELMANYAYÊ KIR

Beriya darbeya leşkerî ya salên 1980’an, tundiya dewleta Tirk a li Kurdistanê jî her ku diçe zêdetir dibe. Ev yek wekî her Kurdekî bandoreke neyînî li ser kesên wekî Rêncber Ezîz jî dike. Di sala 1978’an de Rêncber Ezîz diçe Elmanyayê. Tê zanîn ku di van salan de kesên li xerîbiyê bi malbatên xwe re bi rêya kasetên dagirtî agahiyan ji hev re dişînin. Bêrîkirinên xwe encex bi vî awayî tînin ziman. Malbata Ezîz jî bi taybetî xwîşka wî her kaseta ku dişînin ji wî re Ezîz ji wan hevokan ango çîrokan stranekî çêdike.

LI SER HELEBCEYÊ STRAN

Rojên Ezîz ên li Elmanyayê tim bi fikr û afirandina stranên nû derbas dibe. Li dijî cuntaya 12’yê Îlonê û li ser qirkirina Helepçeyê jî tim bi stranên xwe li ber xwe dide û stranên xwe yên ku niha di xwedî qedrekî mezin in, diafirîne. Ligel vê yekê jî tev li şahî û konserên ku li dijî darbeya leşkerî tên kirin, dibe. Strana xwe ya bi navê ‘Way way nînna…’ jî strana ku li hemberî qirkirina Helebceyê nivîsiye.

DENGÊ GEL

Stranbêjiya Rêncber Ezîz stranbêjiyeke ku di her kêliyê wê de bi rêzikên azadiyê distrê ye. Li Elmanyayê jî bi ruhê şoreşgerî bi stranên xwe li ber xwe dide. Kaseta wî ya bi navê ‘Hesreta Azadî’ her ku diçe dengê wî ku di mêjiyê mirov de azadiyê diçikîne, derdixe. Êdî Rênçber Ezîz dengê gel e.

HÎNA DENGÊ WÎ ZINDÎ YE

Hozan û şoreşgerê Kurd Rêncber Ezîz di sala 1988’an de li bajarê Hannover ê Elmanyayê ji nava me koç dike. Ezîz li pey xwe birek stran û klam hiştin. 34 sal bi ser wefata hunermendê Kurd ê navdar Rêncber Ezîz re derbas bû. Ezîz di serdemek gelek zehmet de, bi hunera xwe têkoşînek mezin daye, êş û zehmetiya gelê Kurd bi stranan vegotiye. Ji bo wê çendê ye ku piştî 34 salan hîna jî di dilê gelê Kurd de zindî ye.